Daxuyaniya nûçeyî PDKÎ

Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ tevî piştevanîkirin ji nerzîbûnên xelkê Îran û Kurdistanê yên li dijî Komara Îslamî a Îranê û berdewambûna wan û bidestvegirtina şeqaman, ji kor û civaka navnetewî daxwaz dike ku li hember serkutkariyên Komara Îslamî a Îranê de bê deng nebin.
Piştî nîvroya roja Pêncşemî rêkevta 31`ê Xermanana 1401`an a Rojî, (22`ê Îlona 2022`an) Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ di kombûneke taybet a xwe de nerazîbûnên cemawerî yên xelkê Kurdistan û gelên din yên Îranê yên li dijî siyasetên serkutkarî yên Komara Îslamî anî ber bas.
Birêveberiya PDKÎ civîna xwe bi ragirtina bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji riha paqij a şehîdên vê dawiyê yên nerazîbûnên Îran û Kurdistanê dest pê kir.
Tevî şermezarkirina helwest û siyasetên dijî gelî û serkutkariyên rejîma Îslamî ya Îranê, piştevaniya xwe ji tevgera nerazîbûnên çend rojên derbasbûyî nîşan da. Her di vê derheqê de helwest û meydandariya tex û qatên cuda yên xelkê li Kurdistan û cih û deverên din yên Îranê bilind nirxandin.
Navenda Birêveberiya PDKÎ di berdewamiya dana berhevên xwe de tevî destnîşankirina erk û berpirsayetî bo organ û damezraweyên pêwendîdar yên Hizbê bi mebesta piştevanîkirin û girîngîpêdan bi nerazîbûnên cemawerî yên vê dawiyê yên xelkê Kurdistanê helwest û rohnkirinên xwe rû li xelkê Kurdistan û gelên din yên Îranê di wan çend xalan de bas dike.
1- Ya ku di heyama çend rojên derbasbûyî de û piştî şehîdkirina Jîna Emînî li Kurdistan û cihên din yên Îranê de rû dane, digel vê yekê ku li şêwaza xwe de bêmînak e, nîşana vê rastiyê ye jî ku ne tenê Komara Îslamî ya Îranê tevî bikaranîna zêdetir ji şêwazên serkutkirin û givaşan nekariye dengê azadîxwazane yên gelên Îranê kip bike, belkî tevgerên mafxwazên gelên Îranê li dijî vê nizamê şikl û şêwazeke cemawerî û yehgiritinê ji xwe girtiye. Her di vê pêwendiyê de xelkê Kurdistanê ku her gelek zû bingeha kevneperestî û dije gelî ya Komara Îslamî ya Îranê fam kiribûn, niha yekgirtî û cemawerîtir li demên berê rola pêşengbûna vê tevgerê bo tev gelên Îranê bi rê ve dibe ku cihê rêz û şanaziyê ye. Beşdariya jinan û rola wan di vê tevgera cemawerî de hevdem digel bêmînakbûnê de, hêjayî lêhûrbûn û bilindnirxandinê ye.
2- Hêzên serkutkar yên Komara Îslamî bi rênivînîkirina odeyên reş yên serwertir ji xwe tevî êrîşkirina li ser xwenîşanderan li Kurdistanê û teqeserkirina rasterast ku heta niha encama vê bûye şehîdkirina nêzî 20 kesî û birîndarkirin û binçavkirina dehan û sedan kes li xwenîşanderan, hemû hewla wan ev e ku wan nerazîbûnên cemawerî û aram yên xelkê ber bi tunditîjiyê ve bibin ji bo vê ku zêdetir destvekîtir bikarin êrîşî li ser xelkê bikin. Her ji ber vê yekê ye ku, di vê pêwendiyê de, hewce ye xelk û bi taybet ciwanên çenleng û xwedî helwest tevî berdewamkirina nerazîbûnan zêdetir ji demên derbasbûyî haydarê pîlanên rejîmê bibin û xwe li tunditîjiyê biparêzin.
3- Pîlaneke din a odeyên pîlandarêjên rejîmê afirandina netebayî û alozî di navbera gelên bêzarbûyî yên wî welatî de ye. Her di vê pêwendiyê de û di heyama çend rojên derbasbûyî de hewl hatiye dan ku di wan bajar û deverên ku du gelên weke Kurd û Tirk bi hev re jiyanê dikin, netebayî û aloziyan biafirîne ku bi kêfxweşî ve bi hewl û têkoşîna xelkên haydar ji pîlanên rejîmê û komek kesayetî di herdu neteweyên Kurd û Tirk hatin poçkirin.
Her di vê pêwendiyê de digel vê yekê ku mixabin li derbasbûyî de ezmûnên nexweş û pir xisar hene lê, her wek xelkê hişyar yên Tewrêzê di siloganên çend rojên derbasbûyî yên xwe de behs ji hevpêwendî û hevpiştevanî di navbera herdu neteweyên Kurd û Tirk de kirin, hewcehî bi pêdagirî li ser hevxebatî û yekgirtîbûna me li dijî dijminek hevpar e ku ev jî Komara Îslamî ye, pîlanan poç bikin.
4- Di meşa lihemberderkevtin û nerazîbûnên xelkê Kurdistanê li dijî siyasetên rejîma Komara Îslamî yek ji wan diyarde û nîşanên qirêj ku berçav dikevin helwesta komek xelkê çekdar yên kirêgirtî yên xwecihî ne ku ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hatine naskirin û bêzirav in.
Ev kesane ku mixabin bi her sedemekê pişt ji xelkê Kurdistanê kirine di wan rojan de çeka dijmin rû bi hevziman û hevwelatiyên xwe rakirine, hewce ye ku bi xwe ve bên û êdî nebin destûpêwendiyên dijminê neteweya xwe. Her di vê pêwendiyê de bo carek din ji wan daxwaz tê kirin ku rû bi himbêza gel bikin û herwisa pişt ji kiryar û reftarên derbasbûyî yên xwe bikin ku eger wisa nekin ti guman di vê yekê de nîne ku direng an zû weke di heyamên çend rojên derbasbûyî de şahîd bûn rastî hirs û kerbên xelkê dibin.
5- Yek ji taybetmendiyên tevgerên vê dawiyê cemawerîbûna wan e. Bi vê wateyê ku hem berfireh e û hem jî li tev tex û qatên civakê tê de beşdar in. Her bi vê sedemê ye ku erka birêveberî û hewldan bona berdewamkirin bi nerazîbûnan li ser milê hemûyan de tê parevekirin û her di vê derheqê de rêkxirawên medenî, mamosteyên olî, nivîskar, ferhengî, xwandekar û mamosteyên xwandingehan, kesayetiyên siyasî, jin, ciwan û … hwd, xwe li beşdarîkirin û birêvebirina vê hereketê, berprisyar bizanin.
6- Wek gelek carên din li hilkeftên wiha de behs li ser hatiye kirin û zêdetir seh pê hatiye kirin ku nebûna hewvahengî û yekrêziya di navbera hêzên opozîsiyonên Îranî de, kêmasiyeke berçav a wê qonaxa xebata gelên Îranê ye. Di vê derheqê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tekezî li ser hewcehiya pêkanîna yekrêziya di navbera hêzên Demokrat û pêşkevtinxwaz ên Îranê de dike. Navenda Birêveberî ya Giştiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di dawiya civîna xwe de tevî bilindnirxandina rola şehîdên wan çend rojên nerizayetiyên Îran û Kurdistanê û hêviya başbûna birînên birîndaran, daxwazê ji saziyên parêzer ên mafê mirov û kor û civatên navnetewî dike ku li hember serkutkariyên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bêdeng nebin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Îdarî
31ê Xermanan 1401an a Rojî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *