Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Saturday, August 18, 2018

Daxuyaniya Encûmena Bilinda Referandûmê 

Daxuyaniya Encûmena Bilinda Referandûmê

Roja şemî 08.07.2017 li Pîrmam yekem civîna Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endam li wê encûmenê birêve çû.

Piştî nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nirxandina helwesta civaka navdewletî û proseya siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê, biryar li ser van xalên xwarê dan:

Yekem: Pabendbûna beşdarbûyên civînê bi biryar û raspardeyên civîna 07.06(hezîran)2017 ya di derbarê diyarîkirina roja 25 Eylûla 2017 ya ji bo birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina debara jiyana xelkê.

Duyem: Ji bo hengavên kirdarî li amadekariyên hemû warên referandûmê heykeliyeta kar ya Encûmena Bilinda Referandûmê û jêr komîteyên din hate diyar kirin.

Sêyem: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve bi hemahengî li gel Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, pêdiviyên birêveçûna referandûmê peyda dike.

Encûmena Bilinda Referandûmê

08.07.2017

Hinek nivîsên din:

Nerîna te