Davos Û Dîplomasîya Hikûmeta Kurdistanê…

Îbrahînm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di jiyana neteweya kurd û tevgera serxwebûna Kurdistanê de gelek qonax û demên girîng bûne. Di sala dawî de jî, Kurdistan di qonexeke gelek xeter û girîng re derbas bû. Bûyerên di salekê de li Kurdistanê qewîmîn li ser jîyana însanên kurd roleke gelek neyênî kir.
Ev pêvajoya nexweş û xerab, bi Qewimandina Çiyayê Kurd (Efrînê) jî didomîne.
Loma jî divê em kurd ji her demê zêdetir bi aqiltir tevbigerin û zêdetir xebat bikin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIŞTÎ ÎŞGALA KERKUKÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIR…

Dîroka Başûrê Kurdistanê, di sedsala 20an de berîya Otonomonîya Kurdistanê (11ê Adara 1970yî) û piştî Otonomîya Kurdistanê (1975) bi du peryodên dîrokî hat terîf kirin.

Hîç şik tune ye ku Dîroka Başûrê Kurdistanê dê sedsala 21an de jî, du peryodan were terîf kirin û şirove kirin. Ew du peryodan jî, berîya îşgala Kerkukê (25ê îlona 2017) dema ku biryara dewleta Kurdistanê hate dayin û piştî îşgala Kerkukê (16.10. 2017) ye.

Di dîroka Başûrê Kurdistanê de hemû demên dîrokî bi Kerkukê tê bi nav kirin. Di sedsala 20an de ji bona Kerkukê di sala 1974an de di navbeya Desthilatdarîya Kurdistanê û Dîktatorîya Baasê de şer çê bû. Piştgirên kurdan (Dewleta Îranê û Emerîkayê) bi kurdan re xiyanet kirin, Otonomîya Kurdistanê hat hilweşandin.

Di sala 2017an de jî wek tê zanîn di 25ê îlona 2017an de referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin. Kurdistanîyan biryar girt ku dewleta Kurdistanê ava bibe. Hezar mixabin dewletên dagîrker û kolonyalîst ev biryara li dijî berjewendîya xwe dîtin û tespît kirin, ku li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ev yêka li beşên din jî, ji dewletavakirinê re dê rê vebike û derfet çê bike. Loma hemûyan bi hev re êrîş kir û dostên kurdan jî, li wan xiyanet kir, Kerkuk û gelek bajerokên Kurdistanê hatin dagîrkirin.

Loma jî di dîroka Başûrê Kurdistanê de piştî îşgala Kerkukê pêvajoyeke nû ya girîng û dîrokî dest pê kir.
Paradîgmeyeke nû hat rojevê.

Di vê pêvajoyê de dîplomasiyeke xûrt û bi Hikûmeta Erebên Şîî re muzakereke dijwar pêwîst e.

PEVAJOYA DÎPLOMASIYÊ…
Baş jî tê zanîn piştî ku Kerkuk îşgal bû, ew dostên kurdan yên ku di îşgala Kerkukê de deng dernexistibûn, bi awayekî dîsa piştgiriya xwe ya Kurdistanê nîşan dan. Hemûyan bi hev re, daxwaz kirin ku pirsgirêkên di navbeyba Kurdistanê û Iraqê de bi dîyalog û danûstandinan çareser bibin.

Piştî îşgala Kerkukê di navbeyna Kurdistanê û Iraqê de nekokî dijwar bûn. Serokê Fransayê Macron diyar kir ku di navbeyna Kurdistan û Iraqê de bibe navbeynçî.
Loma jî Macron, Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê vexwende Fransayê.
Serokê Kurdistanê diyar kir ku dê pêşwazîya vexwendina Serokdewletê Fransayê bike. Serokwezîrê Iraqê di destpêkê de diyar kir ku dê pêşwazîya vexwendina serokdewletê Fransayê Macron bike; lê pişt re red kir.

Lê piştî ku ev konsepta pêk nehat, Serokdewletê Fransayê Serokwezîrê Kurdistanê berîya bi demekê vexwend Fransayê. Li Qesra Elyseeyê hevûdîtin çê bû. Fransayê qiymetek mezin da seredanîya serokwezîrê Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar bû ku pirsgirêkên di navbeyna Kurdistan û Iraqê de hene, ji bona ku ev pirsgirêk çareser bibin pêşniyarên desthilatdariya Kurdistanê û hewcedariyên Kurdistanê û yên ku ji aliyê Fransayê ve bersîv bibin, gelek aşkere pêşkêş kir.

Serojkwezîrê Kurdistanê çû Îranê jî, Li wir jî gelek baş hat pêşwazî kirin. Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê ev ziyarete rexne kirin. Ez ji aliyê hest û hîsan de maf didim wan. Lê dema ku li rastîya Başûrê Kurdistanê dinêrim, zehmetiyên di rojevê de ne tînim berçav, wê demê heq nadim wan rexneyan.

HIKÛMETA KURDISTANÊ LI DAVOSÊ DÎPLOMASIYEKE XÛRT MEŞAND…

Davos, bajarekî Swîsrê ye. Li wir her sal Zîrveya Aborî ya Dinyayê lê tê darxistin.
Vê zîrveyê di sala 1971an de dest pê kir.

Wê demê civîneke biçûk pêk hatibû.

Ev platforma, ji aliyê Klaus Ashwab ve ava bû.

Armanca vê platformê ew bû, ku şirketên Ewrûpayê yên xwediyê performansa baş nînin re teknîka Emerîkayê bê pêşkêş kirin.

Kesên karmend û sermeyadarên dinyayê, siyasetmedarên bi navûdeng piştî demekê ji Platforma Davosê re eleqeke xûrt diyar kirin.

Li hemû dinyayê jî bû platformeke populer.

Ev Zîrveya her sal tê li dar xistin. Kesên karmend û sermeyadarên dinyayê, siyasetmedarên bi navûdengû berpirsiyarên rêxistinên sivîl û aqademîsyên, beşdarî Platforma Davosê dibin.

Ji dinyayê nêzikî 3 hezar kesên bijarte beşdarî Platforma Davosê dibin.
Armanca Platforma Davosê, “rewşa dinyayê başkirin û pêşxistine”.
Di Platforma Davosê de panel û semîner pêk tên.
Nûnerên Davosê jî di wan civînan de cî digrin.
Serokwezîrên dinyayê, wezîrên aboriyê yên dinyayê, siyasetvamedarên bi navûdng, serokkomar û serok dewletên dinyayê, kesên li dinyayê navdar yên hûnermend beşdarî Platforma Davosê dibin.

Îsal jî, serokên bi navûdeng yên wek Emmanuel Macron, Angela Merkel, Theresa May, Justin Trudeu, Benjamin Netanyahu, Mauricio Macri Emmerson Mnangagqa û Narendra Modi beşdarî Platforma Davosê bûn.

Serokên Emerîkayê wek edetî beşdarî Platforma Davosê nabin. Lê îsal Trump wek serokdewletê Eemerîkyê beşdarî Davosê bû. Axevtina dawî ya Platforma Davosê jî wî pêşkêş kir.

Serokê Fona Pera Ya Navneteweyî û temsîlkarên Neteweyên Yekjbûyî jî beşdarî Platforma Davosê bûn.

Berpirsiyarên gelek şirketê mezin jî beşdarî Platforma Davosê bûn.

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî jî par beşdarî Platforma Davosê bû.
Îsal jî serokwezîrê Kurdistanê û şandeke wî beşdar bûn.

Serokwezîrê Kurdistanê bi serokwezîr û wezîrên derve yên 14 dewletên bi navûdeng re civîn û hevdîtin pêk anî.

Serokwezîrê Kurdistanê, bi wezîrê derve yê Emerîkayê, Japonyayê, Hollandeyê, Elmanyayê, Fransayê, Belçîkayê û gelekên din re civîn pêk anî.

Daxwazên Kurdistanê pêşwazî wan kir.
Derket holê ku xebeteke gelek baş bû.
Serokwezîrê Kurdistanê li Davosê dîplomesiyeke xûrt pêk anî.
Hîç şik tune ye ku encamên vê xebatê dê xizmetî Kurdistanê bike.

Lê mijara girîng ew e ku neteweya kurd û desthilatdarê Başûrê Kurdistanê hûndirê mala xwe paqij û birêkxin. Xiyaneta hatîye kirin bi hiqûqê bertaraf û çareser bikin.

Bi taybetî jî, ji bona ku YNKê nekeve bin kontrol û desthilatdariya Grûba Xiayanetê divê xebateke hevbeş û bi plan û aqilane bê meşandin.

Amed, 09. 02. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *