Danasîna Mem û Zînê / Di Şibandinê da Mubalexe 

Siddik BOZARSLAN

”Di salixdan û şibandinê da awayekî dî jî heye; ew jî mubalexeya di şibandinê da ye. Di vî awayî da şibandî û pêşibandî cîyên xwe bi hev diguhêrin û her yek ji wan dikeve şûna yê dî, her yek ji wan rola yê dî dileyze. Mirov dişê ji vî awayê şibandinê ra bêje ”şibandina vajî” jî. Mesela, eger dêmên yarê bên şibandin bi gulê, ev dibe şibandineka adetî; lê eger gul bê şibandin bi dêmên yarê, ev dibe mubalexe di şibandinê da. Ev awayê şibandinê, edebîyatê xweştir dike, dibe xeml û xêza edebîyatê.

Hozanên Kurd ên berîn carna ev awa di helbestên xwe da bi kar anîne. Mesela, hozanê Kurd ê nemir Melayê Cizîrî, di helbesteka xwe da weha pesnê birûyên yara xwe daye:

”Min ji Hîva nû ra got: Tu dişibî birûyên yarê

Got: Çi hedê min e! Ez dişibim nala hespê”

Wek ku dixuye, Melê di van her du malikan da ne ku birûyên yara xwe şibandine Hîva nû; lê belê tam çewtê wê yekê, Hîva nû şibandîye birûyên yara xwe. Mana vê şibandinê ev e ku birûyên yara wî ji Hîva nû xweşiktir bûne. Lê Melê qîma xwe bi wê şibandinê jî nanîye; rûmeta birûyên yara xwe hê jî bilind kirîye û li ber wan Hîva nû şibandîye naleka hespan. Tiştê balkêş jî ev e ku wî ev mane û ev şibandin û ev mubalexe gişt, di du malikan da dane; ev jî hostatî û hunermendîya wî ya mezin nîşan dide.

Xanîyê nemir jî di ”Mem û Zîn”ê da ev awayê şibandinê bi hostatîyeka mezin bi karanîye û rûpelên dastana xwe bi vî awayê şibandinê xemilandine. Mesela, wek ku tê zanîn, mêrxasê Kurd ê efsaneyî Ristemê Zalê, nîşan û sembola mêrxasî û xweşmêrî û şerkarîyê ye; hozanê Ereb ê navdar Hatemê Taî jî nîşan û sembola çavfireyî û ciwamêrîyê ye. Dema pesnê mêrxasek tê dayîn, ew bi Ristem tê şibandin û tê gotin ”mirov dibêje qey Ristem e”; dema qala ciwamêrek jî tê kirin, ew bi Hatem tê şibandin û tê gotin ”mirov dibêje qey Hatem e”. Lê belê li nik Xanî, Mîrê Botan Mîr Zeydîn wisa ciwamêr e ku Hatem muhtacê ciwamêrîya wî dibe; wisa mêrxas e jî ku Ristem li ber mêrxasî û xweşmêrîya wî zorbirî dibe. Di beşê 8´an da dema pesnê Mîr Zeydîn daye, weha gotîye:

”Hatem dibû muhtacê merdîtî û ciwamêrîya wî 

Ristem zorbirî dibû li ber mêrxasî û xweşmêrîya wî”

Di beşê23´yan da qal kirîye ku dema daweta Sitîyê û Tacdîn, hin jin çûne da ku Zînê û Sitîyê bixemlînin; lê belê:

”Dema li rûyên wan ên ter û teze bûn baldar

ji ber rengê sor ê gevez ve bûn fedîkar  

Nedişîyan bi kilê reş, tewr yek carek tenê 

xira bikin çavên wan xezalên Xutenê” (Li Tirkistanê bajarek û herêmek e ku bi xweşikîya xezalên xwe hatîye naskirin.)

Wek ku dîyar e, rûyên her du xuşkan ji rengê sor sortir û çavên wan ji kil reştir hatine nîşandan. Rewşa adetî ew e ku, ba û bagêr agir û pêtîyan vedimirîne; eger qala rewşeka weha bê kirin, ev dibe peyveka adetî. Lê belê eger evîna di dilan da bê şibandin bi pêtîyeka wisa ku ew ba û bagêrê zorbirî bike, aha ev dibe hunereka mezin. Di beşê 30´yî da, dema Zîn bi findê ra dipeyîve, jê ra weha dibêje:

Pêtîya ku ji dilê min daye ser serê min, ew petîya har

hukum dike li bayê bareş ê tewr dijwar”

Di beşê 35´an da Memê bi dilê xwe ra dipeyîve û wî dişibîne Brahîm Pêxember. Wek ku tê zanîn, li gora bawerîyê, Nemrût Brahîm Pêxember avêtîye agir, lê ew agir bi fermana Xwedê li Brahîm Pêxember bûye gulistan û mêrg û kanî. Memê ji dilê xwe ra dibêje ku:

”Gerçi tu wek Brahîm Xelîl Pêxember î, ey beladîtî

lê belê li te, gulistan dibe agir û pêtî” 

Yanî ”welew ku tu wek Brahîm Pêxember beladîtî bî jî, tu ne wek wî xwedîşans î; li wî agir bû gulistan, lê li te gulistan dibe agir û pêtî”.

Di beşê 38´an da Xanî qal kirîye ku Zînê çûye baxçeyê Mîr; di despêka wî beşî da salixê Zînê daye, ew şibandîye xezalek û weha gotîye:

 ”Linggirêdayîya bi zincîra evîna xwînxwar

ew nêçîra ku wê Memê kiribû birîndar” 

Wek ku tê zanîn, nêçîrvan xezalên nêçîrkirî birîndar dikin. Lê li vir Xanî, Zîn şibandîye xezaleka ku nêçîrvanê xwe birîndar kirîye. Mem jî şibandîye nêçîrvanekî ku xezala wî ew birîndar kirîye. Ma ji bil lêdana çepikan mirov dê li ber vê hunerê û vê hostatîyê çi bêje!

Di beşê 39´an da qal kirîye ku Memê jî, bê ku haya wî ji çûyîna Zînê hebe, diçe baxçe. Dema digîje wir, deng li gulan û sinbilan û rîhanan dike:

”Got: Lê lê gulê, gerçi tu jî nazenîn î

lê belê, kengê tu ji rengê rûyê Zîn î! 

Lê lê sinbilê, gerçi bêhna te pirr xweş e 

û rîhan ji te fedî dikin, rûyê wan reş e  

Lê belê, hun ne mîna zulfa yarê ya wek xelek in

Hun her du jî tenê zimandirêj in û fortek in” 

Wek ku dîyar e, Memê bi vê peyvê rengê rûyê Zînê bi ser rengê gulan ra digire, zulfên wê jî bi ser rîhan û sinbilan ra digire. Paşê deng li bilbil dike û weha dibêje:

”Zîna min ji sorgula te geştir e

Bextê min jî ji taliê te reştir e”.

Leave a Reply

Your email address will not be published.