Covîd-19 rê li ber Erdhêjên civakî û sîyasî vedike (2)

Cano AMEDÎ


Şewba coronayê rastîyek jîyanê ye û ev pêvajo wê heta kengî bidome ne dîyare! Lê jîyan didome û civat weke organîzmayek jîndar her diçe geş dibe û bi xwe re guhertinan tîne. Em nikarin li dervayê vê rastîyê bisekinin û xwe îzole bikin. Lewra jîyan bê me jî li ser şopa xwe diherike. Mirov bi qasî hêz û qeweta xwe derî li ber guhertin û nuhbûnê vedike. Rêya pêşketinê û serkeftinan di wan pêvajoyan derdikeve holê. Ger kadroyên bawermend, fedakar û zîrek di van pêvajoyan de, dest bidin destê hev tu derî tune ye ku li hemberî wan venebe!
Li welatê me, tu nîşanên guhertinên nû xuya nake. Partî, rêxistin, sazî, komele, rewşenbîr û kesayetên serbixwe xuya ye li benda rehma coronayê ne.
Dewletên dagirker Iraq, Sûrî, Îran û Tirkîye li ser Peymana Sadabadê li hevkirîne û bi hevre tevdigerin. Ji bo tunekirina destkeftîyên Kurdan lîstokan di hundurê lîstokan de saz dikin û dixwazin tevgera netewî pûç bikin. Ev listîk bi alîkarîya çar dewletên dagîrker û hevalbendên wan tê meşandin. Alîgir û milê 5 mîn jî li gor daxwazên xwedîyên xwe har dibin. Li ser nakokîyên ne xweristî, her tim avê şolî dikin û rêya çareserî û nûjenkirinê dixitimînin. Ev wezîfedarên dagîrkeran weke xencerek bi jahr her tim rê li ber nexweşîyên civakî, sîyasî û derûnî vedike. Civat di bin bandora vê metirsîyê de her diçe rastî hêvî şikestinekê dibe.
Dewletên dagîrker û xulamokên wan bi plan û projeyên şikestinê rê li ber hêvîyan digirin. Roj bi roj agirê xirabkirinê geş dikin û tovên hêvî şikestinê li qada sîyasetê dirijînin. Her diçe hewldanên bi vî rengî zêde dibin û aktorên hilweşandinê derdikevin ser dikê.
Bakûr, Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojavayê Kurdistanê di bin lingên dagîrkeran de dinale. Partî, Rêxistin û sazîyên li ser xeta netewî tevdigerin di bin êrîşan de ketine nav qeyranên mezin. Problemên civakî, sîyasî û kesayetî tevlîhev bûne. Ew kesên bi salan bi hevra di nav refên partîyekê de kar dikirin, çil sal şûnda bi tundî bûne dijberê hev. Belavbûn û perçebûna partî û rêxistinan êdî li ser nakokîyên rojane didome.
Berjewendîyên kesayetî û karekterên ne li hevkirî rê li ber perçebûn û hilweşandinên nû vedike. Her alîyek di kozikên xwe de li hemberî dijberê xwe tevdigerin. Ew kesên do bi hevra li hemberî dagîrkeran serî hildabûn, îro li hemberî hev kemînan datînin. Enerjî û taqetên xwe li hemberî hev bi kar tînin. Ev wêneyê hanê bi serê xwe rewşa sîyaseta Bakûrê Kurdistanê radixe ber çavan.
Partî û rêxistinên bakûrê Kurdistanê ji salên 1981 an virde, sermaya car-pênç salên xebatê bi kar tînin. Kadro, kesayet, derdor û komên hene hîna jî bi kelecanî qala wan rojên germ dikin. Raste, di wan deman de xebatek berdewamî, têkoşînek şoreşgerî û bi dilsozîyek bawermendî hemû partî û rêxistin tevdigerîyan. Bi giranî kadro û bingeha wê demê fedakar û çalakbûn. Di warê rêxistinbûnê de, hemû alî serkeftinên mezin bi dest xistin û bûn xwedî bingehek girseyî.
Lê mixabin ji demek şûnda xitimandin, bêasoyî û nexweşîyên îdeolojîk weke hucreyên penceşêrê di nav refên partî û rêxistinên bakûr de, belav bû. Piştî 12 îlonê hemû alîyên sîyasî ber bi “binxetê” ve herikîn. Demek şûnda, Şam bû laboratuvara tevlihevbûnê û hilweşandinê.
Di bin rêvebirîya mamosteyên Îttîhat terakî û mamosteyên Baasîyan de (çepgir û komunistên Ereb û Tirkan de) sîyaseta Kurdistanî ya çar perçe ji nûve hat dîzayin kirin. Aktorên” nû”, navên “nû” û projeyên “nû” yek bi yek hatin bi cîhkirin.
Encamên wan hewldanan wêneya îroyin e! Kê çi kir, çi got, çi helwest danî, kî bi kê re bazar kir, Kê li ser daxwazên kê helwest girt û pê li keda xwe kir divê bê zelal kirin.
Lê em dizanin bersîvên van pirsan di “bîra bêbînî” de, di quncikên tarî de veşartî ne û tu kes cesaret nake rûpêlên wan rojên reş û bi êş vekin. Lalbûn, kerbûn û bêdengî jî helwestek e!
Lê, em baş dizanin, dîrok tu carî çîroka sê meymûnan napejirîne. Dûr an nêzîk rastî her tim derdikevin holê. Ji ber vê yekê, hewce nake, em bi hêrs û bi hestên tolhildanê bikevin nav firoşgeha zûccacîyê û zirarê bidin xwe û bidin derdorên xwe!
Pêvajoyek me bi hevra derbas kir, bi başî û xirabîyên xwe herkes ji kiryar û pratîka xwe mesûl e. Huqûqekî me yê giştî hey e û em hemû berpirsîyarê wê huqûqê ne. Divê em her dem rêz li wê huqûqê û keda xwe bigirin. Ger îro zemînek hevpar û huqûqek ku me bi hev girê bide tunebe, hewce nake em dilê hevdû biêşinîn û şêrê bê wate li hemberî hev bidomînin.
Li gor şert û mercên demê helwestên şaş û ne dicîh de hatine avêtin, zirar û zîyanên mezin çêbûne, dibe ku gelek kes bi hestên pak xwestîye gavek erenî bavêje, lê gava aso ne zelal be, hewldanên di nav ewr û mijên tarî de pêk bên, bixwe re zirar û zîyanên ne hesapkirî tîne.
Em tucarî nikarin bi berçavkên îroyin, bûyerên doyin binîrxînin. Dîsa bi berçavkên doyin, em nikarin bûyer û rojeva îroyin şîrove bikin. Divê her dem, her bûyer û her kiryar li gor şert û mercên demê bê nîrxandin û şîrove kirin. Hinek helwestên me do rast didîtin, di nav demajoyê de derket holê ku ew helwest şaşbûn, dibê çênebûya. Em îro gihîştin wê konaxê.
Têgihîştin zanyarîya tecrûbe û kamilbûnê ye. Ger mirov bikaribe bi dilnizmî û li gor mêzîna ûjdanê xwe tevbigere tu mijarek an babetek tune ye ku neyê munaqaşe kirin! Ji bo serastkirina hinek mijar û bûyeran tu bendav û dîwarên qirase, di navbera me de tune ye ku em nikaribin bi hevra sohbetekê bikin an bersîvekê bidin hev.
Berîya ku ew kîn û xofên em li hemberî hev, di hundurê xwe de mezin dikin, rê li ber dijmînatîyek bê wate vedikin, ji dêvla ku weke mirovên medenî em bi hev re li ser her mijar û bûyeran munaqaşe û şîrovan bikin. Bi hevra em aqilekî hevpar amade bikin û radestî nifşên nû bikin. Erkên berpirsîyarî û rûsipîtîyê, barên giran dixe sitûyê me, gava em tê de bigihîjin ku bi aqilekî hevpar bawer bikin, wê gelê me û nifşên nû ji wan gelek tecrubeyan wergirin.
Enerjî û taqata di laşê we de maye, li dijî hev bikar neynin. Ji bîr nekin huqûqekî we yê muşterek hey e, rêz li keda xwe ya hevpar bigirin. Rast e, îro hûn ne mecbûr in bi hev re sîyasetê bikin, lê hûn ne mecbûr in dijîtîya hev jî bikin û dilê dijmînê xwe şad bikin. Ger enerjî û taqetek we mabe, werin wê enerjîyê li dijî dagîrker û dijmînê hov bi kar bînin. Ger di destê we de fişekek ma be, wê fişekê li dijî hev bi kar neynin. Li dijî dijmînê xwe bi kar bînin. Ji bîr nekin, di demên serkeftinan de herkes şirîkê serfirazîyê ye; lê di dema şikeştin û têkçûnê de tu kes berpirsîyarîyê hilnagire û barên xwe dixwazin bixin situyê kesên hemberî xwe. Ji bîr nekin ku di demên zirar û zîyanê de ew ne masûm in û li gor kiryar û berpirsîyarîya xwe gunehkar in! Di bin pirê de, ev çil sale av diherike, êdî dev ji hestên tolhildanê û heyfa şerê nîvco maye berdin Kedkarno! Ger hûn dixwazin karekî pîroz bikin dest bi nivîsandina bîranînên xwe bikin. Bi zimanekî zelal û çêkir wêneyê salên têkçûnê radestî nifşên nû bikin. Li hev heqaret, neheqî û bêbextî nekin, tenê rastîyan bînin ziman bes e! Ked pîroz e, divê micro li keda xwe xwedî derkeve. Bi hêvîya rojên xweş û tenduristîyek aram her dem şad û bextewar bin! Cano Amedî 05-08-2020 AMED

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir