Civîna Kurmancîyê ya 63an di navbera rojên 15 meha çileya pêşin heta 22 çileya pêşin de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê tê li darxistin.
Beşdarên di vê civînê de ev kes in: Mustafa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Zinar Soran (Dêrik), Selam Numan (Qamişlo), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Newzad Hirorî (Dihok), Ergîn Opengîn (Şemzînan), Rênas Awdal (Zaxo), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Emîn Narozî (Batman)
“Kurmancî” zaravayê piraniya Kurdên Kurdistanê û yên dervayî welêt e.
Ji Çiyayê Kurmancan li ser kendava Îskenderûnê ta cemaetên kurd ên Xorasana Îranê, Ermenîstanê, Qazaxistanê, Turkmenistanê û tevaya Qafqasyayê, li Kurdistana Tirkiyê û Sûriye, li navçeyên bakur ên Kurdistana Îran û Iraqê tê peyivîn.
“Weha di pêşgotina pirtûka Kurmancî ku ji hejmar 1-40 pêk tê, birêz Kendal Nezan serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de hatiye gotin: Wekî piranîya zimanên dunyayê di kurmancî de jî gelek devok hene. Her devokek ji ya din cihê ye û sexlet û taybetmendîyên xwe hene.
Ew li gor jiyana civakî ya xelkê li dever û navçeyên xwe tên cihê kirin Lê di eynî wextî de girêdan bi zimanên cîran re heye.
Lê herçend ku kurmancî di xwendingehan de jî nayê xwandin û kurmanc dikarin bê problem (asteng) ji hevûdu tê bigehin
Birêz Kendal Nezan di pêşgotina xwe ya hejmar 1-40 ji kurmancîyê ku hatîye weşandin weke pirtûk dibêje: ”Ev bi xwe, li gora hin zimannasan, “mûcîze” ye: çawa zimanekî bê dewlet, bê xwendegeh û bê medya karibûye di hoyên siyasî yên pirr dijwar de xwe ewqas biparêze?” Kar û xebata Kurmancîyê li ser van mijaran e: berhevkirina devokan, zelalkrina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye.
Kurmancî ji komek/grupek zimanewan û zimanzan û roşinbîrên kurd ji deverên cihê yê Kurdistanê û dervayî welêt pêk tê.
Piranîya wan ji ber gelek egeran/sedeman ji derveyî Kurdistanê jîyana xwe derbaz dikin
Gelek ji wan li Swêdê rûdinin. Heta niha 62 hejmarên “Kurmancî”yê hatine weşandin û Hejmar 01-60 ji alîyê weşanxaneya AVESTA da wek pirtûk hatîye weşandin. Civîn her şeş mehan carekê çê dibe Li gor şîyanên abûrî carek li Swêd û carek li welatek din tê çêkirin, di herdu salên dawî da (hêvî heye ku çend salên dahatû jî) li Zanîngeha Zaxoyê tê derbazkirin Babetên me yên civînê pircûre ne Berhemên xebata vê civînê di hejmara 63an ya rojnameya “Kurmancî”yê de tê weşandin
Çaverê bin!
Tekst : Riataza
Video : Rojevakurd