ÇIMA XELK XWEDÎ LI HDPYÊ DERNAKEVE?

Hikûmeta Tirkiyeyê di 19ê Tebaxê de dest danî ser şaredariyên HDPyê yên li Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê. HDP li van her sê bajaran 959 hezar û 92 deng wergirtibû. Lê ya balkêş û cihê pirseke mezin e, çima di xwenîşandanên HDPyê de 20 welatî jî kom nabin û xwedî li HDPyê û şaredariyên HDPyê dernakevin?

Ya rast ev pirs, ne tenê ji bo îro ye. Ev 4 sal in HDP nikare xwenîşandanên girseyî yên sivîl bike ango xelk guh nade banga HDPyê yên ji bo xwenîşandanan.

Di 11ê Îlona 2016an de hikûmeta Tirkiyeyê cara yekemîn qeyyûm danîbû ser 28 şaredariyên HDPyê. Piştre ev hejmar bû 94. Piştre şaredar hatin zindanîkirin û heta niha jî zindanî ne. Lê wê demê jî wekî îro, çi xwenîşandaneke girseyî çênebû û xelk xwedî li şaredariyên HDPyê derneketin.
Ev bêdengî di girtina hevserok û parlementerên HDPyê de jî hebû, di operasyona Efrînê de jî berdewam bû.

Hevserok û parlementerên HDPyê hê jî zindanî ne û Tirkiye dixwaze piştî Efrînê vê carê jî bikeve rojhilatê Firatê. Ez di wê baweriyê de me dijî rojhilatê firatê ne yek, 100 operasyon jî bike Tirkiye, dest deyne ser hemû şaredariyên HDPyê û hemû parlementerên HDPyê îro zindanî bike, deng dîsa ji ti kesî dernakeve. Lê em dizanin di sala 2014an de dema DAÎŞê êrîşê Kobaniyê dikir li bakurê Kurdistanê meydan û kolan nemabûn ranebin ser piyan û bibin navendên xwenîşandanan.

Lê îro çi ye ev bêdengî?

Divê mirov sedema vê bêdengiyê di şerê xendekan a PKKyê de bigere. PKK di salên 2015 û 2016an de li bajar û bajarokên wekî Şirnex, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Sur, Farqîn, Dêrik, Colemêrg, Gever û Wartoyê xendek kolandin û şerek şaş, nerewa û neheq da destpêkirin. Ev şer ji hikûmeta Tirkiyeyê re bû hincet ko bajar û bajarokên kurdan wêran bike. Di encama şerê xendekan de ya zirarek dijwar û mayînde dît kurd bûn. PKK hezaran ciwanên herî serhildêr, çalak û wêrek di wî şerî de da kuştin. Hezaran mal û milk û avahiyên xelkê rûxiyan û nêzikê milyonek kes koçber bûn. Divê neyê jibîrkirin û girîng e, Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî piştgiriya şerê xendekan dikir. Parlementerê HDPyê Sirri Sûreyya Onderê ko ji bo birîna darekî li meydana Taksîmê ya Stenbolê qiyametê radikir, di şerê xendekan de ji mirina kurdan re bêdengiyê hilbijartibû. Serok Barzanî li Enqereyê ji berpirsên HDPyê re behsa şaşiya şerê xendekan kir û xwest dawî were. Lê HDP guhê xwe girt û piştgiriya xendekan kir. Lê xelk piştgirî nedikir û gelek nerazî bû. Dema di bodrûman de mirov dihatin kuştin, tarmê jinan li kolanan di bin tava dijwar a havînê de 7 rojan dima, tarmên zarokan ji bo bêhn nekeve li selaceyan(buzdolab)dihat veşartin (dema şerê xendekan de derketina derve qedexe bû), dema mal û milkê xelkê hildiweşiya, li çi bajar û bajarokekî din ên bakurê Kurdistanê dengek nerazîbûnê dernediket. Lewra herkes sipas ji xwedê re dikir ko li bajarê wan xendek nedihatin kolandin.

Bi kurt û kurmancî ev şer baweriya xelkê da şikênandin. Rihê serhildêr û berxwedêr a hezar salan a kurdî kuşt digel wan ciwanên wêrek ko îro bikaribin xwenîşandaneke sivîl û demokratîk bikin. PKK û HDP bi şer û siyaseta xwe ya şaş û pûç, baweriya xelkê xwe ji dest da. Ew xelkê ko berî her tiştî diçû li pêş gazên rondikrêj û êrîşên polîsan, îro şaredar û parlementerên xwe li ber wê gazê, belengaz û bêxwedî dihêle. Ew xelk îro herî zêde dikare ji hilbijartinek heta hilbijartinekê din dengê xwe bide HDPyê. Sûda HDPyê ew e ko dervayî wê li bakurê Kurdistanê partiyek kurdî ko bikaribe beşdarê hilbijartinan bibe û dengek ciddî bidest bixe niye. Ger bedîlê HDPyê hebûya, dengên xwe bi dijwarî ji kêm dikir. Dema HDP piştgiriya xwe ya civakî ji dest da hikûmeta Tirkiyeyê dijî wê wêreketir bû û bi xwe re dît biçe heta Efrînê jî. Îro medyaya Tirkiyeyê gengeşeya girtina HDPyê dike. Piştî ev qas bûyeran, girtina HDPyê jî karek zehmet niye bo hikûmeta Tirkiyeyê. Hinek kes dikarin wiha bibêjin: Mesele tenê şerê xendekan niye. Ji xeynî şerê xendekan li Tirkiyeyê hewla derbeya leşkerî rû da û Tirkiye bi 2 salan bi rewşa awarteyê hate birêvebirin. Hezaran kes hatin zindanîkirin û ji kar hatin derxistin û di encama van aloziyan de civak tirsiya.

Li divê neyê jibîrkirin salên 90î ji rojên îro dijwartir bûn. Wê demê li kolanan mirov dihatin revandin û kuştin. Kûjerên wan jî nedihatin eşkerekirin, jixwe heta niha jî ne eşkere ne. Encamên salên 90î li meydana Galatasarayê dayikên şemiyê ne ko hê tarmê zarok û kes û karên xwe digerin û dixwazin kûjerên wan eşkere bibin. Ev xelk di salên 90î de netirsiya bû û îro qet natirse. Lê xelk dikare kartekî sor ji siyaset û şerekî şaş re nîşan bide. Bêdengiya îro jî ew kartê sor e ko xelk li rûyê HDP û PKKyê daye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *