Cezayê neviya Şêx Seîd hat betalkirin: ‘Dadger got, te qet alaya Tirkan parve kiriye’

Cezayê parvekirina alaya Tirkiyeyê yê neviya Şêx Seîd piştî nerazîbûn û bertekên siyastemedar û xelkê Bakurê Kurdistanê hat betalkirin.

Dadgeha navçeya Xinûsê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku berî 7-8 salan li ser tora civakî alaya Kurdistanê parve kiriye, “cezayê 30 roj parvekirina alaya Tirkiyeyê” da neviya Şêx Seîd, Rûşen Firatê.

Biryara Dadgeha Xinûsê gelek karvedan li pey xwe anîn û bûn sedema nerazîbûneke zêde ya raya giştî ya Kurdên Bakurê Kurdistanê.

Bi hezaran kesan wek bertek li ser platformên torên civakî Alaya Kurdistanê parve kirin.

Piştî van nerazîbûn û bertekên xelkê Bakurê Kurdistanê, Dadgeha Xinûsê paşde gav avêt.

Parêzerê doza Rûşen Firatê, Mehdî Ozdemîr ji Tora Medyayî Rûdawê re ragihand ku biryara parvekirina ala Tirkiyeyê hatiye hilweşandin û got:

“Li ser nerazîbûna me, cezayê her roj parvekirina ala Tirkiyeyê hat rakirin, tenê dê hefteyê rojekê biçe îmzeyê biavêje û ev tedbîr dê berdewam bike.”

Rûşen Firat neçar bû li gor biryarê 30 rojan li ser hev alaya Tirkiyeyê li ser hesabên xwe yên X, Facebook û Instagramê parve bike û hefteyê 3 rojan biçe qereqola polîsan û îmzeyê bavêje.

Eger ev tişt nekiriban dê bihata girtin û ji bo girtîgeha jinan bihata şandin.

‘Te qet alaya Tirkan parve kiriye’

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk jî çû gundê Qolhîsarê ya navçeya Xinûsê ya Erziromê û bi neviya Şêx Seîd, Rûşen Firatê re axivî.

Rûşen Firatê jî piştrast kir ku cezayê parvekirina alaya Tirkiyeyê hatiye betalkirin û got:

“Min berî 10 salan wêneyek parve kiribû û dadger ceza da min, ez mat mam. Dadger got te di emrê xwe de wêneyê alaya Tirkan parve kiriye, min jî got na.

Ji ber ku em ji xwe di bin wê de dijîn û di nav Tirkan de dijîn qet nehatiye bîra min.”

Rûşen Firatê herwiha anî ziman:

“Tiştên mecbûrî her tim zora me çûye, meriv tiştan bi dilê xwe bike çawa ye, bi zorakî bike çawa ye!”

Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat diyar kiribû ku hin destên qirêj hene û berî hilbijartinan dixwazin mesajan bidin û got:

“Şêx Seîd Efendî nirxekî Kurd û Kurdistanê bi tevahî ye û li ser wî bi zimanekî tund heqaret kirin û gel jî ev qebûl nekir.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *