Leşkerên Turkîye Çima li Mûsil û Kurdistanê ye!?

Komara Turkîye, ji roja ku avabûye heta îro li serê gelê Kurd plan, dek û dolaban digerîne, bê çawa ji xwe re bike bende û kole; ji alîkî de hemû rê û rêbazên tunekirina gelê Kurd diceribîne û ji alî din hêzên Kurd ji hev parçe dike bera ber hev dide.

Çawa ku eşkere bû leşkerê Tirk li herêma Mûsilê ye, hin partîyên Kurd û pêgirtîyên wan yên li dijî Berzanî û PDK, wek ku wan Leşkerê Tirk anîbe heremê, êrîşî wan kir û xwestin wan sûcdar rêbide. Li hember vê hêzê û serokê wê yê Kurdperwer û dewletxwaz dest bi propogandeyek reşkirinê kirin. Lê nayê bîra kesî ku bi salan, ji alîkî dewleta Iraq û ji alî din dewleta Tirk welatê wan didan ber tank û topan û misêwa firokên cengê wan bombebaran dikir!..

Hatina leşkerê Tirk ya Mûsilê jî tu têkilîya Berzanî û Hukumeta Herêmê jê tu ne ye. Li gor Parêzgerê Mûsilê yê berê Etil El Nûceyfî daxwîyanîya ku da û got: “Dema ku Serokwezîr Hayder El Abadî bi Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu re hat ba hev, Abadî bi xwe vê taleba ji Serokwezîrê Tirkî kir. Li ser daxwaza Wezareta parastinê û Encûmena Parêzgerîya Mûsilê, Turkîye personel û keresteyên leşkerî bi rêya firokxana Bexdayê şand. Bi vê daxwazê ev heyşt meh in ku hêzên leşkerîya tirk li kampa Zelîkan xwebexşên Mûsilî yên bi navê Heşt El Watanî perwerde dike.” Lê yên neyartîya PDK û Berzanî ji xwe re kirine armanc vê nûçeya jî berevacî kirin û kirin hustîyê wan.

Turkîye, ji roja ku serwerîya Îparatorîya Osmanî wenda kiriye û heta îro, dixwaze li herema PêşAsya û Rojhilata Navîn serwer bibe û bibe hêzek cîhanî. Pêka pêşî ya serwerîya herêmê, pêşî di bêîstîkrarkirina dewletên cîran wek Iraq, Sûrîye û Îran de dît. Ji bo ku wek Hespê Troya bi karanîna Turkmen û Azerîyên nava van welatan têrî armanca wan nedikir, tevlî vana karanîna Kurdan bêtir li fêda xwe dîtin. Vê sîyaseta xwe, bi stratejî û taktîkên tevlîhev û gelekalî dimeşînin.

Bi hênceta PKK/PYD, gef li dewletên Sûrî û Îran xwar û leşkerên xwe li Başûrê Kurdistan bi cîh kir. Piştre DÎIŞ wek bahane rêda, leşkerê xwe li gundê Başîka ya Mûsilê bicîh kir û dixwaze leşkerê xwe têxe Sûrîye jî.

Dewleta Tirk, di sala 1995 bi hênceta PKK, Hêzên Leşkerîya Tirk (HLT), li nav erda Başûrê Kurdistanê, bi navê “Çelîk Operasyon” tedbîkatek berfireh ya leşkerî pêkanî. Ji xwe bi peymana dewleta Iraq, hêzên dewleta Tirk karibû “taqîba germ” bike; lê piştî operasyonê bi destûra Saddam Huseyîn, dewleta Tirk beşek ji hêza xwe di wê dera de hîşt. Di sala 1996-97 de di navbêna PDK û YNK de şerê birakujî derket, Turkîye di qada navdewletî de wek têkeva nava herdu hêza daxuyanî da û hêza xwe ya berê hebû xurttir kir. Ji wê demê de 30 km bi kûrahî, 80 km bi dirêjahî ji herêma Zaxo heta Çêlê û heya tevlî firokxaneya Bamernê ket bin kontrola leşkerê Tirk. Ev HLT, ji du tabûr, 2000 leşkerên pisporê tank û topan û komandoyan pêk tê. Ji wê demê de Çîyayê Metîna heta herêma Zapê, Kanîmasî, Dêrelûk, Şeladiz, Begova, Sersing, Amedî, Duhok û heta beşek Çîyayê Berzan di bin çavdêrîya mewzîyên Tirk de ye. Li dor 50 tankên HLT li herêma Kurdistan hatine bi cîhkirin.

Dewleta tirk, ji bo koordînasyonê wek nûnerê vê hêza xwe ya leşkerî, li Hewlêr û li Silêmanî du broyên îrtîbatê jî vekirine. Di 4 Tîrmeh 2003 de, 11 efserên Tirk yên pilebilin, ji ber amadeyî û teşwîqkirina komplo û sabotajan, leşkerên Amerîkî û pêşmergeyan bi hevre operasyonek li dar xistin û tûrik kir serê wan; piştî lêpirsînê wan dersînor kirin. Di vir de armanca wan, hinek Turkmenan bidin kuştin, li Kurdistanê tevlîhevîyê derxin û bi vê hêncetê Kurdistanê dagîr bikin.

Ji sala 2012 de, hukumeta Iraq`ê bi hevdengîya parlamento û desteya wezîran biryar girt ku leşkerê Turkîye ji axa “Iraq (Kurdistanê)”ê derkeve û carek din jî bê destûr operayona neke û hukumeta Iraq`ê vêya çendîn car ji Amerîkîyan jî xwest, lê dewleta Tirk yek leşkerê xwe bi şûnde neda. Parlamenta Herêma Kurdistanê jî çendîn car li ser vê mijarê rûnişt û biryara derketina leşkerê tirk da, lê hukumeta Tirk got: “Ev biryar me girê nade!”

Wê gavê hêncet PKK bû, niha DÎIŞ jî lê zêde bû! Rayedarên dewleta Tirk, gelekî poşman bûne ku çima dema şerê kendavê bi gotina T. Ozal nekirin û Kerkûk û Mûsil dagîr nekirin. Aniha jî dewleta tirk dixwaze ji xwe re rêyekê bibîne, ji bo ku li Mûsil û Kerkûkê bicîh bibe.

Li gor ku îro Serokkomar û Serokwezîrê Dewleta Tirk vekirî dijî peymana Sykes-Pîcot û Peymana Lozan helwest rêdidin û sînorên Mîsak-i Millî diparêzin, şandina her leşkerekî Tirk ya nav Kurdistana Başûr û Başûrêrojhilat, bi armanca dagîrkirina wê derê ye û divê herkes zanibe, ne bi darê zorê be dewleta Tirk ji wir dernakeve.

Dewleta Iraq, piştî Saddam ku ket destê Şîî`yan, ket bin kontrola Îranê. Bi Şîret û hevkarîya Îranê, derîyê maaş û temînkirina pêdîvîyên jîyanê li Kurdistanê girtin. Yek derîyê Kurdistanê ku karibe debara xwe bike, yê Turkîye ye. Ji alîkî ve partîyên Kurd bi hevaltîya dewletên dakîrker, yekîtîya xwe pêk naynin û neyartîya hev dikin û provakasyona derdixin û ji alî din ve jî dibên `çima em serî li hember tirkan ranakin û leşkerên wan ji Kurdistanê dernakin!?`

Helwesta herî rast ew e ku roj berî rojê Rêvebirîya Herêma Kurdistana Başûr şêwir û tevdîra xwe bike yek û serxwebûna xwe îlan bike û piştre hemû hêzên biyanî ji welatê xwe bavêje. Wê karibin vêya bike, ew hinekî zahmet e; lê daxwaz û vîna gelê Kurd ev e! 6-12-2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir