Ceribandina Başûrê Kurdistanê û Bi Neteweya Serdest Re Pêwistiya Pêwendiyê

Neteweya kurd û Kurdistan piştî Peymana Lozana bû çar parçe. Loma jî li her parçeyeke Kurdistanê çarenivîsî ya neteweya kurd hat rojevê. Ji bona ku neteweya kurd wek her neteweyekê serxwebûna xwe qezenç bike û dewleta xwe ava bike, tevegerên milî û rêxistinên milî yên Kurdistanê ava bûn.

Li Kurdistanê piştî Peymana Lozanê 100 sal e ku li her parçeyeke Kurdistanê têkoşîna rizgarîxwaz dom dike. Li her parçeyeke Kurdistanê li her merheleyekê pirs û pirsgirêkên cûda qewîmin. Loma jî li her parçeyeke Kurdistanê encamên cûda derketin holê.

Di vê qonaxê de ji derveyî Başûrê Kurdistanê, hemû beşên Kurdistanê û neteweya me ji hemû mafên xwe yên milî bê par e; xwediyê statuyeke siyasî û hiqûqî ya herêmî û navneteweyî nîne.

Loma jî neteweya kurd li sê beşên Kurdistanê di merheleya têkoşîna milî, qezençkirina mafên milî, desthilatdarbûn li Kurdistanê, dewleta xwe avakirinê de ye. Loma jî pêwendiya neteweya kurd, neteweyên serdest û desthilatdariya wan gelek girîng e.

Divê em kurd di vê mijarê de jî zelal bibin û derfetan çê bikin.

Dema ku em ceribandina Başûrê Kurdistanê şirove û analîz bikin, em tespît dikin ku pêwendiya neteweya kurd wek neteweyeke bindest û bê dewlet, bi desthilatdariya dewlet û neteweya serdest re mijareke gelek girîng e.

Dema ku li Bakûrê Kurdistanê jî ji bona çarenivîsiyê û dewlet avakirinê têkoşîn tê meşandin, berpirsiyarên Kurdistanê divê vê mijarê girîng bidin berçav û ji bona ku vê pirsê çareser bikin, xebat bikin.. Lewra dema ku ev mijara çaresere nebe, aşitî û çareserî çê nabe. Her dem şer û nekokiya neteweya kurd, dewletên serdest û kolonyalîst dê dom bike.

Ji bona ku ev mijara bê fahm kirin, di têkoşîna milî de bê projekirin, divê li ceribandina Başûrê Kurdistanê bê mêze kirin.

Wek tê zanîn Şêx Evdilselam dema ku li dijî Împeratoriya Osmanî daxwazên milî anî ser zimên û pêşkêşî wan kir, wan, ew daxwazan di destpêkê nepejirandın. Loma jî di navbeyan berpirsiyariya kurdan û Şêcx Evdilselam Barzanî û Osmaniyan de şer derket. Di encamê de Osmanî mecbûr bûn ku daxwazên berpirsiyariya kurdan re bibêjin “erê”. Lê dema ku xwestin ku mafên neteweya kurd û statuya hiqûqî ya li Kurdistanê ji holê rakin şer dest pê kir.

Vê retorîgê heta salên 1958an domand. Dewleta Iraqê heta mafên kurdan yên milî nepejirandin û desthilatdarî û serweriya kurdan li Kurdistanê qebûl nekirin, her dem di navbeyna dewleta kolonyalîst û neteweya kurd şer bû.

Li Iraqê di sala 1958an de desthilatdarî bi darbeyeke leşkerî hat guhertin. Desthilatdariya nû xwest ku bi kurdan re li hevûdu bike, kurd li Kurdistanê desthilatdar bin. Loma jî ji Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî daxwaz kir ku ji Yekîtiya Sovyetan vegerin Iraqê û Başûrê Kurdistanê, li Iraqê desthilatdarî bi hev re parve bikin, li Kurdistanê jî kurd bi xwe desthilatdar bin.

Serok Melel Mistefa Barzanî dema ku bawer kir ku li Iraqê guhertinên bibin, vegeriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê. Bi vegera serok Barzanî jî li Iraqê makezagon/qanûna esasî hat guhertin. Mafên milî yên kurdan hatin pejirandin. Statuya kurdan ya otonom hat qebûl kirin.

Lê dema ku ev peymana ji holê rabû, li Başûrê Kurdistanê Şoreşa Milî ya îlonê di sala 1975an de dest pê kir.

Şoreşa Milî ya Îlonê heta sala 1970yî domand. Dema ku desthilatdariya Iraqê mecbûr bû ku bi kurdan û bi berpirsiyarên kurdan re peyman çêke, mafên kurdan qebûl bike, li Kurdistanê ji Hukmî Zatî/Otonomiyê re gotin “erê”, wê demê şer rawestiya. Kurdan li Iraqê desthilatdariya siyasî parve kir û li Kurdistanê jî bûn desthilatdar û serwer.

Wek tê zanîn di sala 1975an de peymana di navbeyna Desthilatdariya Otonomî û Desthilatdariya Iraqê ya Baasê de ji holê rabû, şer dest pê kir. Hezar mixabin di vî şerî de encama xiyaneta Yekîtiya Sovyetan û Emerîka û Iranê desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê têk çû. Ji bona neteweya kurd pêvajoyeke gelek xirab dest pê kir û li Kurdistanê erebkirin bû stratejiyeke bingehî.

Lê kurdan li hemberî siyaseta Dewleta Kolonyalîst teslîm nebûn, bi awayekî veşartî û bi çekdarî xebat û şerê xwe yên rizgarîxwaz bi Şoreşa Milî ya Gulanê domandin. Gelek herêm rizgar kirin. Piştî Şerê Kendavê li Kurdistan bi beşekê Kurdistanê azad bû. Di sala 1992an de PDK û YNK biryar dan ku de facto dewleta federal ya Iraqê û dewleta federe ya Kurdistanê ava bikin. Lê ev yeka nebû statuyeke hevbeş û hiqûqî ya herêmî û navneteweyî.

Di sala 2003an de dema bi midaxelaya Emerîka û hevalbendên wê rejîma Baasê têk çû û Dîktatorıya Baasê dawî hat, neteweya kurd û neteweya ereban; berpirsiyar û partiyên herdu neteweyan li hev kirin ku dewleta federal ava bikin. Ji bona vê jî makezagonek pêwîst bû. Makezagon hat pejirandin û di sala 2005an de encama referandûmekê makezagon hat qabûl kirin û pejirandin. Li Kurdistanê herême federa statuyeke hiqûqî ya herêmî û navneteweyî qezenç kir. Iraq bû dewleteke hevbeş ya federal.

Li Başûrê Kurdistanê desthilatdarên serdest û neteweya serdest ya ereba, bi kurdan ve encama şerê çekdarî û bi peymaneke siyasî di çareserî de li hev kirin.

Hîç şik tune ye ku ji bona ku neteweya kurd qedere xwe li Başûrê Kurdistanê tayîn û tespît bike, xebata neteweya kurd bingeh û stratejîk bû. Lê ji bona çareseriyê, helwesta desthilatdar û neteweya seerdest jî gelek girîng bû.

Ev ceribandina Başûrê Kurdistanê ji bona hemû beşên Kurdistanê jî derbas dibe û ji bona Bakûrê Kurdistanê jî derbas dibe.

Li Bakûrê Kurdistanê diyar bû ku neteweya kurd dê çarenivîsiya xwe bi metoda siyasî û bê îtiaatkarî bi dest bixwe.

Loma jî ji bona Bakûrê Kurdistanê pêwendiya desthilatdariya dewleta kolonyalîst û neteweya serdest ya Tirk girîngtir e.

Divê kurdên û weletaparêz û rizgarîxwazên Bakûrê Kurdistanê vê mijarê, bi wateyeke din vê pirsgirêkê çareser bikin.

Ji bona çarenivîsiya xwe divê li Tirkiyeyê partnerekî çê bikin û an jî divê tirk ji bona ku pirsa kurd û Kurdistanê çareser bibe, divê hêzeke desthilatdar ava bikin.

Dewleta federal û konfederal, dewletên hevbeş yên du neteweyan û an jî zêdetir neteweyan e. Dema terefa Tirk qebûl neke û jê re amade nebe, dewleta federal û konfederal ya neteweya Tirk û kurd dê çewa ava bibe?

Amed, 03. 05. 2019

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir