Em Kurd, Ji Hilbijartinan Bi Zerar Derketin…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di dewleta Tirk de hilbijartina herêmî di 31ê Adara 2019an de hat li darxistin. Hîn encamên dawî nehatine diyarkirin. Di hemandem de li ser hilbijartinê gengeşî dom dikin. Bi taybetî jî li ser hilbijartina Stenbolê gengeşî dawî nehatine. Partîya hikûmetê û MHPê ji bona ku dixwazin li Stenbolê hilbijartin dubare bibe. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê jî, ji bona ku vê daxwazê bi encam bike, li ser xebat dike.

Tê zanîn ku piştî her hilbijartineke giştî û herêmî û serokkomarî gelek mijar tên minaqeşe kirin. Hîç şik tune ye ku di gengeşiyan de mijareke girîng jî, kurd in. Ji bona kurdan jî pirsên teknîkî tên gengeşî kirin. Heta nûha mijarên bingehî û stratejîk nayên minaqeşe kirin.

Ez jî dixwazim li ser van mijarên stratejîk rawestim ku gelo kurd ji hilbijartinan bi qezenc in, an bi zerar in? Hilbijartinan bi çavekî din şirove bikim.

HILBIJARTINAN LI KURDISTANÊ ENTEGRASYON XURT KIR…

Em kurd ji neteweya Tirk cûda netewek in. Xwedîyê welatekî ne. Neteweke bindest in. Ji hemû mafên xwe yên milî bê par in. Welatê me jî hatiye dagîrkirin û parçe bûye. Kolonîze bûye. Ev rewş û statuya me, di hemandem armanca me diyar dike.

Armanca me jî, destxistina mafên me yên milî ne. Dawî li dagîrkerî û kolonyalîzmê anîne, dewleta xwe ava kirine. Loma jî divê em hemû rê û rêbazên rewa wek awayê têkoşînê bi kar bînin.

Loma jî divê em platforma hilbijartinê ya Dewleta Tirk bi kar bînin û bixin xizmeta berjewendiya neteweya kurd û milî. Lê divê em baş bizanin ku hilbijartin rê û rêbaza me ya stratejîk ya têkoşînê nîn e. Ji bona neteweya me, rê û rêbezeke taktîkî ye.

Hezar mixabin piştî salên 1990an xebata hilbijartinê ji bona kurdan bû mijareke stratejîk. Vê yekê jî kurdperwer ji armanca wan ya mezin û pîroz dûr xist. Bû sedem ku kurd sîstema heyî ya kolonyalîst biecibînin, bi sîstema kolonyalîst re entegre bibin.

Ev jî xizmetî siyaseta dewleta tirk ya tunekirin û asîmîlekirina kurdan dike. Ji bona me kurdan, tiştekî erênî nîn e, neyênî ye.

HILBIJARTINAN KURD JI HÎSÊN MILÎ DUR XIST…

Hilbijartin ji bona ku bû bûyereke stratejîk û wek enstrumaneke xelasîyê hat dîtin, kurdperewer ji rizgarîxaziya welêt û ji hîsên serxwebûnê dûr xist.

Kurdperweran, serxwebûna Kurdistanê û mafên milî qezenç kirin, dan aliyekî, berjewendiyên rojane derxistin pêş.

Loma jî hilbijartinan şiûra milî xurt nekir, qels kir. Ji bona ku şiûra milî qels bû, kurdperwer zêde qîmet jî nadin hêjayiyên milî û Kurdistanî û herêmî. Loma qiymet zêde nadin ziman, çand, Ala Kurdistanê, erdnîgariya Kurdistanê, hêjayiyên din yên milî.

HILBIJARTINAN YEKÎTIYA MILÎ YA KURDAN PARÇE KIR…

Ji bona ku neteweya kurd rizgar bibe û dewleta xwe bikare ava bike, divê bibe xwediyê yekîtiya millî.

Hîç şik tune ye ku serxwebûna Kurdistanê û azadîya neteweya kurd li ser bingeha yekîtiya milî bilind dibe, encam digre.

Hezar mixabin hilbijartinan yekîtiya milî ya neteweya kurd parçe kiriye û ji holê rakiriye. Kurd ji hevûdu dûr xistine. Kurd parçe kirine. Kurd dengên xwe her dem didin partîyên sîstem û dewleta Tirk.

HILBIJARTINAN NAKOKÎYÊN CIVAKÎ ZÊDE KIR Û YEKÎTIYA CIVAKÎ JI HOLÊ RAKIR…

Ji bona ku neteweya kurd bikare xwe azad bike, dewleta xwe ava bike, divê yekîtiya civakî ya kurdan jî avabike.

Wek tê zanîn neteweya kurd girêdayî avabûna xwe ya edetî û dîrokî xwediyê nakokî û lidijhevbûnekê ye. Dewleta kolonyalîst ji bona ku desthilatdarî, kolonyalîzm û dagîrkeriya xwe dom bike, di nav kurdan de nakokî û pirsgirêk bi zanetî û bi plan zêdetir kiriye.

Hezar mixabin hilbijartin li Kurdistanê di nav kurdan de ji beşbûna civakî û nakokîyên civakî re bû sedemek û enstrumaneke ekstra û zêde.

HILBIJARTINAN KURDPERWER JI ÎDEALAN DUR XIST, KIR KESPEREST Û BERJEWENDÎPARÊZ…

Azadîya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê wek dozeke pîroz û bilind, bê berjewendî û bi hisên îdealîst tê meşandin. Her kurdperwerek jî bê berjewendî beşdarî vê dozê dibin.

Hezar mixabin platforma hilbijartinan, bûye platformeke ku mirov berjewendî bi dest bixe. Kesên kurd ji bona ku dewlemend bibin, jiyaneke bi konfor bimeşînin, dixwazin bibin parlamenter û serokên şaredarîyan.

Ev yeka di hemandem de dibe sedem ku bi sîstema kolonyalîst re hevgirêdanekê çêbike. Dema ev yêka çê dibe, kesên kurd ji doza azadîxwaz û serxwebûnxwaz dur ketin. Entegreyî sîstema kolonyalîst bûn.

HILBIJARTINAN KURDISTAN JINÛVE PARÇE KIR…

Kurdistan û neteweya kurd ji aliyê dewletên kolonyalîst ve hatîye parçekirin. Ev ji bona kurdan hîç şik tune ye ku bûyereke stratejîk û dramatîk e.

Hilbijartin li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî din Kurdistan û neteweya kurd parçe dike. Tu dinêrî herêmeke di bin desthilatdarîya partîyeke dewletê de ye, herêmek di bin desthilatdarîya partîyeke din ya dewletê de ye.

Bajarê Kurdistanê jî parçe bûne. Di her bajarekî de partîyeke dewletê xwediyê hêzekê ye.

Heta hilbijartinan encameke wûsa derxistiye holê ku Kurdistan bi çend bajaran tê bi nav kirin. Piraniya bajarên Kurdistanê terkî dewleta kolonyalîst tê kirin.

HILBIJARTINAN MEŞRÛÎYETA SÎSTEMA KOLONYALÎST XURT KIR Û DERXİST HOLÊ…

Hilbijartinan ji van mijarên ku min li rêzên jorîn anîn ser ziman, xetertir encameke din derdixe holê.

Wek tê zanîn sîstema kolonyalîst ya dewleta Tirk ne rewa ye û bi zorê pêk hatîye.

Hilbijartin, bi awayekî dibe sedem ku sîstema kolonyalîzma dewleta Tirk rewa bê pejirandin. Di encamê de em kurd bi dengên xwe ji partîyên sîstemê re dibêjin ku me rêve bibin û li welatê me desthilatdarîya xwe bidomînin.

Em bi dengên xwe maf didin partîyên dewleta kolonyalîst. Ev jî raste rast li Kurdistanê ji bona wan tereftaran û hevalbendan çê dike.

Di pêşerojê de, dema ku refandûma serxwebûna Kurdistanê bê rojevê, ew dibe pirsgirêkeke mezin. Referandûmeke serbixwe û azad pêk neyê. Kurd li welatê xwe encam jî nagrin.

HILBIJARTINAN ÎDEOLOJÎYA FERMÎ YA DEWLETÊ DI NAV KURDAN DE XURT KIR Û BELAV KIR…

Hilbijartin, di hemandem de dibe sedem ku îdeolojîya fermî ya kolonyalîst di nav neteweya kurd de fireh û belav dibe.

ENCAM…

Ev nerîn û şiroveyên min derdixe holê ku hilbijartin ji bona Bakûrê Kurdistanê bûye xetereke mezin. Divê jinûve pirsa hilbijartinê di ber çavre bê derbas kirin, helwesteke milî, azadîxwaz û serxwebûnxwaz diyar bibe.

Amed, 26. 04. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *