Çend Numûneyên Nejadperestîyê ji Kitêba Moltke

Siddik BOZARSLAN

Feldmareşal  H. von Moltke, di salên 1836-39an da digel Ordîya Osmanîyan li gelek herêmên Kurdistanê gerîyaye. Ew, di şerê Almanya û Fransayê yê 1870yî da fermandarîya ordîya Prusyayê kirîye û bûye Mareşal. Min pêwistî dît ku gelek çavdêrîyên wî wek wesîqe li vir pêşkêşî we hêjayan bikim. Guman tune ku her numûneyek ku li Kurdistanê xwe nîşan daye, numûneyên nejadperestî û hovîtîyê ne. Ewil di derbarê bacê da em li çavdêrîya Moltke binêrin:

”Hereketa Mehmed Paşayê Kurd gelek baş çûbû. Piştî hatina topan pênc roj paşê Kele mecbûr maye ku teslîm bibe. Tendurustîya kitayan pir baş bûne, birîndar gelek hindik bûne û hema bêje hemî kurdên tifaqdar bûne û ew jî wek zaîyat (windabûn) nedihatin hesibandin. (Feldmareşal H. von Moltke, Türkiye Mektupları, Remzi Kitabevi İstanbul s. 189)

Bala mirov tê kişandin ku Moltke ji fermandarên Osmanîyan hîn bûye ku Osmanî kurdan naxin şûna zilaman û qedrê însên nadin wan. Her çiqas navên kurd hebin jî di esasê xwe da li cem Osmanîyan tu qîmeteke wan nîne. Kurd tenê, dema pêwist be dibin eskerên wan û di şeran da tên kuştin û bacê jî didin hukmê Bab-i Alî ya Stanbolê.

”Mal, tije alav bûn ku bi îhtîmalek ji gundên derdorê anîbûn wan kom kiribûn. Esker ji wê derê bi genîmetên mezin vegerîyan. Suwarîyek bi awayeke samîmî ji min tika kir ku ez bi serê hespê wî bigrim. Min bi ya wî kir heta ku ew bêrîkên xwe tije kirin.

… Ez çûm nik (cem, ber) Hafiz Paşa. Genîmet û hêsîr dianîn wê derê. Zilam û jinên birînkirî yên xwînî, ji bebikên qumatekê heta ji her temenî zarûk, guh û serîyên jêkirî. Van hemîyan, yên wan dianîn 50-100 quruş bexşîş distandin. Çavkanîya mukavemeya kurdan, tirsa eskerîyê bû ku heta hetayî bû.

Erzaqên me bol bûn, mîh û bizin li pey me anîbûn, bi deveyan jî birinc û ard anîbûn. Çend roj berê jî ji Ereban çendsed deve bi dest xistibûn…” (eynê eser r. 192- 193)

”Hemî Kurdên ku ez bi wan ra peyîvîm, ew ji kîjan çîn û tebeqe bin ferq nake, ew jibo du tiştan gilî û gazinên xwe dikin: Bac (vêrgî) û komkirina eskeran. ”

”Eger îro dewlet jibo lazimîya xwe, alavên çandinîyê yê donimek bixwaze; piştî wê cotkar divê di bedêla deh doniman da yazde donima çinandinê bajo. Belam erdên kêrhatî jibo ajotin û çandinîyê bi têra xwe heye, lê wek li gelek herêmên me jî hatîye dîtin; bi karanîna xebitandina hemî hêzan ku zêdetir çandinî bi dest bixe, ji wê merhaleyê hê dûr e. Lê nuha eger cotkar di buharê da qatek zêdetir erd bajo, wê çi bibe? Di payîzê da wê ew cotkar du qat zêdetir bacê bide. Jibo vê yekê ye ku hema her kes dizane ku dema li ba wî pir hebe, wê zêde bide, loma ew li malên xwe rudinin û tenê li gora pêdivîyên xwe diçînin û qîma xwe pê tînin… Bi vî awayî eger civandina vêrgîyan bidome, qet ziraat nikare bi pêşkeve û sen´at jî  jê xisar dibîne..” (eynê eser r. 195)

Di derheqê eskerîyê da jî Moltke weha dibêje:

”Di vî derbarî da bajarê Sêrtê wek mîsal dikare were nîşandan ku jibo hin kesayetan çawa dibe barê giran. Piştî zeptkirina vê derê ji alîyê Reşît Paşa ve, jimara nufûsa ku hat tespîtkirin weha bû: 600 musulman û 200 reaya – Di Sistema Osmanîyan ya axê da ew wek serf an nîvserf dihatin hesibandin ku ne xwedanê erdê (axê) bûn; lê, tenê ew dikaribûn wekî îcare çinandina axê bikirana.- Ji nav vê nufûsa musulman jibo cara ewil 200 ( %5-6 dike) kes jibo eskerîyê hatin komkirin. Yanê di nav sê salan da nufûsa wan dakete 400î. Tam di vê wexta ku ez hatim vê qesebayê; dîsa ji wan hat xwestin ku 200 eskerê dî jî bidin. Loma hemî xort revîyane çîya û li nav bajêr tenê kal û zarûk xuya dikin.

Xetayê ku li vir çêdibe, eskerîya demdirêj û parvekirina vî barî bi awayek ne wekhevî ye. Eskerîya 15 salî, tê maneya heta hetayê ku hemî jîyanê digire. Kurd zu dizewicin; jin û zarûkên wan û yên jibo eskerîyê ji malbatên xwe dûr dikevin, van tiştan qedereka reş jibo wan nîvîsîye ku yan terka erdê xwe bikin, yan jî li hember wê bi şerê çekdarîyê rawestin.

Divê em heyîr nemînin ku nobedarên derdora ordîgehê berê wan li hundûr e ne ku li derve ye da ku dijmin bişopînin. Dîsa divê mirov heyîr nemîne ku hema her roj hin ji eskerîyê direvin (firar dikin), hem jî jibo radestkirina kesekî kaçax 250 kuruş pere tê dayîn.” (Eynê eser, r.197)

Li herêma Xerzanê di gundeke kurdan da Moltke bûye şahidê qetlîameke Osmanîyan ku ew weha neqilê ser kaxid kirîye:

”Eskerên ku çavsorî li dijê gundîyan dikirin, yên ku li hemberî wan derketin, hemîyan gullebaran kirin. 400- 500 gundîyên kurd hatibûn kuştin. Eskeran xwestin ku qasî 50 jinên kurd digel xwe bibin, ew jî di ava çem da xeniqîn.

Ji van sê hevokên Moltke ku li jor raxistîye pêşberî me, mirov têdigihîşe ku eskerên Osmanî destdirêjîya keç û jinên gundîyan kirine û gundîyan jî acizbûna xwe nîşan dane û li ser wê acizîyê gundîyên bêçek ji alîyê eskerên Osmanî ve hatine gulebarankirin û kuştin. Bi tabîreka rasteqîn, tam hovîtîyek qewimîye ku di encamên wê hovîtîyê da 400-500 gundîyên kurd hatine kuştin. Ew 50 keç û jinên kurd ku eskeran xwestine digel xwe bibin û tecawuzê wan bikin; di rê da wan xwe avêtine ava çem û xeniqîne û bi vî awayî şexsîyeta xwe parastine. Balkêş e ku eskerên Osmanî dema davêjin ser heremên kurdan ku xwedêgiravî xortên kurd bicivînin û bibin eskerîyê; lê di wan hewildanên xwe da, ew cinawir destdirêjî û êrîşan dibin ser keç û jinên me û qetlîaman pêktînin.

”Paşa xwestibû ku ez jî beşdarîya vê hewildanê bikim. Divê ez îtîrafê bikim ku ew ji min ra gelek lêhatibû. Ev jibo herbê ne ercîya ye ku marîyan li me bikin, ev ji serî heta binî wehşetek e. Digel bi hezaran heywanên mezin 600 kesên dîlketî jî anîn. Nîvê êsîran zarûk û jin bûn. Kurekî 6- 7 salî bi gulleyê birîndar bûbû. Nûha gulleyeka ku ji laşê wî derxistin, li pêşîya min sekinandî ye û xilasîya vî kurikî îhtîmaleke mazin e. Jinên birîndar jî hene, lê hebûna zarûkên ku bi singuyan (qeseture) birîndar bûne, li ser vê hareketê (hewildanê) ronayîyeke tal radixîne ortê. Duh êvarê seet pêncan da hê lokmayek nan jî nedabûn wan rebenan ku rêwîtîyeke dirêj û bi zehmet derbas kiribûn û ji hal ketibûn. Li gundên wan bixwe jî jibo wan ard tunebû. Belam hesp û qantirên me genimên wan ên xweşik xwarin, xilas kirin.”(knd r 198)

Jibo rewşa Farqînê (silvan) jî Moltke weha dibêje:

Nêzîkî sibehê em gihan Miyafarqînê ku demek navenda qiralîyeta ermenan Tigranokerta bû. Lê li hundûrê bajêr tenê xirabe û şopên teze yên bermayîyên şerê wêrankirinê yê demek berê mabûn, xuya dikin. Ev îstîla, ne tenê bi hezaran çekdar her weha bi hezaran jin û zarûk bûne qurbanî, bi hezaran gund wêran bûne û heyîyên ku bi keda salan çêbûbûn, hemîyan tune kirîye.” (eynê eser r. 200)

”Li Konya, Ankara û Malatyayê 40 hezar eskerên sîpahî û redîf kom bûne. Ev tam felaket e, hem jî felaketeka dualî ye. Ji ber ku hukumet mecbûr e van kesan wek esker xwedî bike û bacê jî ji wan nestîne. Bazirganîya wan, sin´etê wan disekine, erdên wan ên ajotin û çandinîyê beyar dimîne, zarûzîçên wan di nav sefaletê da perîşan dibin… Di nav eskerên me da di dereceyeka bilind da mirin çêdibin. Ez dê van bûyeran qeyd bikim: Di nav alaya pîyadeyê ya hassa 3.yem da, di 12 mehî da 1026 kes mirin, yanê nîvê quweta tevayî. Lîvaya hassa ya redîf ku ya Muhtar Paşa ye, di 4 mehan da 800 esker winda kir, ev jî di 12 mehî da dike 2400, yanê nîvê mewcûda eskeran. Zaîyata (kêmbûn, mirin) herî hindik, di lîvaya Kurt Mehmet Paşa da ye ku di seyahata me ya biçûk jibo çîyayê Xerzan da çêbû, mirin digel birîndaran zaîyata tevayî 200 kes bû. Hemî alayên ku mane, ji ber nexweşîyê windabûneka mezin dane. Eger ez bêjim, di nav saleka aştîyê da me ji sisêyan yekê hêzên xwe binerd (yanê defin) kirîye, muhaqeq ez ji rastîyê paş ve mame.

Di nav van şertan da ji ber ku îkmal hema hema bi tevayî bûye barê Kurdistanê, komkirina eskeran ji alîyê meqamên dewletê ve bi awayeka ku davêjin ser gundan, pêktê. Wer gund hene ku di nav wan da xort û yên bikaribin kar bikin, nemane. Divê mirov beşdarîya vê nêçîra însanan bike û bibîne ku çawa destên wan girêdayî ne û bi awirên hêrsbûna kînê (nefret) li derdorê dinêrin, mirov di nêrînên kîndarîyê yên van eskerên nû da dibîne ku jibo pêşedemê wê çawa nefreta vî gelî çêbe. Di pêşedemê da wê nufûsa musulmanan kêm bibe, serweta millî biqede û çavkanîyên ku diherikin jî zuwa bibin.

Hebûna ev hêza eskerî ya giring, li ser wîlayetê jî wê tedayê bike. Cîwarbûna van kitayan û van meşan, peydakirina xwarin, êzing, heywan û êmên wan, hemî li ser pişta xelkê bûne bar… Me vê zivistanê bajarê Malatyayê yê girîng bi tevayî dagir kir, me yek malek jî ji xwedîyê wê ra nehişt; xelkê wê derê neçar man ku herin gundên derdorê û cîyên sitarbûnê jibo xwe peyda bikin. Ji ber wê ye ku bajarek ji serî heta binî bi tevayî vala dibe. Ez van tiştan dinivîsim ji ber ku komkirin û cîwarkirina hewqas zêde esker dibe semedê zirarên pir mezin ên xirakirin û wêrankirinê.”(Moltke,knd242

Ji ber vê bûyera ku Moltke nivîsîye, dema ordîya Osmanî di zivistana 1838-1839an da dest dane ser malê xelkê û zivistanê li wir derbas kirine, bajarê Malatya di carek da xirab dibe û wek em ji Beşê Malatya ya Ansiklopediya Yurt (welat) da jî dixwînin; xelkê wê derê ji neçarîyê çûne 10 km dûrê Malatya kevin li alîyê rojavayê wê, li herêma Aspuzu ku li wir rez gelek bûne, ji nû ve li wir cîwar bûne, bajarek ava kirine ku Malatya îroyîn ev e. Ordîya Osmanîyan, piştî ku ji Malatyayê diherin bo Şerê Nizipê, êdî xelk naxwaze vegerin ser malên xwe; ji ber ku ew der bi tevayî wêran bûye.

Wek di vê bûyerê da bi awayeke vekirî dertê meydanê, bajarek ku bi ked û xweydana bi hezaran kes hatîye çêkirin, di şevek da dikare badilhewa here û xelkê neçar jî nikaribe tiştek bike da ku bajarê wan xirab nebe, wêran nebe. Guman tune ku ew civata ku belayên weha werin serê wan, ew zu bi zu nikarin di warê çandinîyê da, di warê sen´et û abûrîyê û civakîyê da bi pêşkevin. Di encamê da jî ew civat di nikaribe di warên medenîyetê da jî qasî civatên ku xwedîyê dewletê ne û rêvebirîya xwe bi xwe îdare dikin, pêşkeve. Encameke bêdewletbûnê jî ev malxirabî bi xwe ye.  (Yurt Ansiklopedisi, Beşê Malatya,  s. 5418)

”Nîspeta mirinê hewqas zêde bû ku, em wexta li vir man, me nîvê pîyadeyan binax kir. Tijekirina cîyê wê, hema hema tevayî dibe barê ser pişta Kurdistanê. Xelkên gundan, direvîyan ser çîyan û hêzên ordîyê jî digel kuçikan (segan) pey wan ketibûn jibo girtina wan. Yên ku bi dest diketin, piranîya wan zarûk û seqet bûn. Van kesên ku wê nû bibûna esker, zimanê zapitên xwe jî nizanibûn û ji alîyê fermandarên xwe ve muameleya koleyan didîtin…” (Eynî esrer, r. 262)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *