Cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz li we pîroz be!

Radyoguhdarên delal, vê hefteyê, çawa her sal, ango salnamê Grîgorîaynî, roja înya sisîyan ya meha sivatê, kesên ku pey dînê ezdîyatîyê diçin eydeke xwe – cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz pîrozdikin.

Cejna han bi navê dû babçakan, bi navê du xudanan tê naskirin. Xidir Nebî bal êzdîyan xudanê hizkirin û miraz hasilkirinê ye, Xidir Eylaz jî tê hesibandin wek piştovanê ew kesên ku nexweş in, rêwî ne û merivên girtî ne.

Duşemê şev da kurdên ezdîparêz rabûne rojîyên xwe û sê rojan (18,19,20) rojîyan digirin û fitar dikin, roja caran, roja înîyê, 21 sivatê cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz wê pîroz bikin.

Radyoguhdarên delal, jibîrnekin ku roja înîyê eyda Xidir Nebî û Xidir Eylaz e, jibîrnekin Xidir Nebî û Xidir Eylaz siyarê hespê boz mirazbexş e. Kê ji we berbi mirazan e, şeva cejnê, roja pêncşemê totka şor jibîrnekin, jibîrnekin dolidanga zara, bikine bîra xwe gerandina Kosegeldî, nanê mirîyê xwe derxin. Ezidî gere bi dilê paqij, fikirên qenc û kirinên layiq wan rojên ezîz qebul bike û verêke. Lê bi rastîyê her kes divê temamîya jîyana xwe bi wî teherî paqij û rast bijî. Xêrê û qencîyê bikin.

Xidir Eylaz tê, eyda Xidir Nebî! Çawa kal û bavê me digotin: “Cejna han bila bi xêr, şayî û silametî ser 72 miletî ra derbaz be, her wiha ser êzdîxanê ra jî.

Kerem bikin karê eyda xwe bikin. Roja 21 sivatê cejna Xidir Nebî ye.

Her mirov, civak an jî gel bi erf û edetên xwe, rê û rizmên xwe, bi erkên xwe yên netewî an jî olî, bi kevneşopîyên xwe hene. Ji bo civaka me ya êzdî jî yek ji van kevneşopîyên me yên olî, rojî û cejnên me ne.

Çawa ku pêşîyên me, di bin şertên gelekî zehmet de ji bo parastina ol û îmana xwe, ji bo parastina çand û zimanê xwe li ber xwe dane, îro jî divê civaka me li ber xwe bide. Xwedîlêderketina li çand û zimanê xwe, xwedîlêderketina li erf û edetên xwe, xwedîlêderketina li ol û îmana xwe berxwedana herî mezin e. Yek ji van rêyan jî, li gorî rê û rizmên wan, pîrozkirina cejnan e.

Êzidîyên Kurdistana Îraqê, Tirkîyê û Sûrîyê evê cejnê bi dû rojan derbaz dikin: pêncşemê bi navê Xidir Eylas û înîyê bi navê Xidir Nebî. Li cem êzidîyên Ermenîstanê û Gurcistanê sê rojan rojîya digirin û ev rojî li sêşemê dest pê dikin û roja înîyê cejna wan e. Lê li cem êzidîyên Kurdîstana Îraqê, Tirkîyê û Sûrîyê roja dûşemê bi rojî dibin û li roja pêncşemê û înîyê cejna xwe dikin.

Ev cejn, yek ji cejnên ferz û giring û bi rewş e li cem êzidîyan.

Xidir Nebî û Xidir Eylas dû sîmbolên pîroz in di nav bawerîya gelek dîn û miletên Rojhelata navîn da.

Ev cejna, cejna here dawî ya demê zivistanê ye û piştî wê seqem û sermayê hêdî-hêdî kêm dibe. Gotineke Êzidîyan heye, dibêje: „Xidir Liyas û sal xilas“.

Êzidiyatî warê rê û risman de gelek dewlemend e.

Êzdî anagorê edetên dînî yên kevin dijîn û heta demê niha jî, ku êzdî tevayê dinyayê de belavbûyî ne, piraniya wan pey dînê qedîm ku dê û bavê wan jî ew dihebandin, diçin.

Xidirnebî û Xidir Eylaz sîyarê hespê boz tu were hewara gelê me li her çar qulbê dinyayê! Bi hêvîya rojên geş û xweş ji bo tevaya mirovatîyê! Radyoguhdaren eziz! Cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz em bi dil û can li we pîroz dikin û bila sala îsal hûn bigîhîjine hemû mirazan! Ji bo şirovekirina rê û rismên pîrozkirina cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz me oldarekî  êzdîya  yê naskirî Şêx Memêyê Xalit, Şêxê Şemsanî ji mala Sicadîn, binelîyê bajarê Tbîlîsîyê teglîfî studyoya Radyoya Ria taza kir.

Di hevpeyvinê Şêx Memêyê Xalit  gelek şiretên kêrhatî û bi wate dide radyoguharan, qewil, beyît’ û dia – dirozgên dînê êzdîtiyê dibêje.

Bername 2 sal berî niha di weşanê de bû.

Fermo, guhdarîya bernameya diyarî pîrozkirina cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz û hevpehvîna di gel Şêx Memêyê Xalit bikin.

Amadekar û revebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *