CEJNA NEWROZÊ…

NEWROZ, SERSALA NÛ Û CEJNA MILÎ YA MILETÊ KURD E. 

BILA NEWROZ LI ME HEMÛ KURDAN PÎROZ BE. 

DIVÊ KURD, JI DERVEYÎ NEWROZA DEWLETÊ Û PKK-Ê BI AWAYEKÎ MILÎ NEWROZÊ PÎROZ BIKIN…

 

NEWROZ,  sala nû ya kurdan e. 

NEWROZ, destpêka biharê ye. Sersala miletên din zivistanê dest pê dike, lê sersala kurdan biharê dest pê dike. 

Bihar, zîndîbûnê û afirandinê û kelecaniyê temsîl dike. 

Bila sala nû li hemû kurdan pêroz be. 

NEWROZ, cejna milî ya kurdan e. 

NEWROZ, ji derveyî kurdan, cejna miletê din e jî. 

Bila NEWROZ li me hemû kurdan û li hemû miletên din pîroz be. 

NEWROZ, ji bona kurdan azadiyê û rizgariyê û serxwebûnê temsîl dike. 

NEWROZ, têkoşîn û çand û dîrok û edebiyad e. 

Hezar mixabin NEWROZ, bi dehan salan ji aliyê dewleta kolonyalîst de hat qedexe kirin. Loma jî kurdperweran û kuırdan bi tevayî di şertên gelek zehmen de, rîsk û xeterî girtin ber çav, NEWROZ pîroz kirin. 

Pîrozkirina Cejna NEWROZê, di şertên qedexe de bû sedem ku gelek kes hepis bibin, eşkênce bibînin; bên darizandin û ceza kirin;  bên kûştin. 

Lê çend sal in ku kurd bi nîv-azadî Cejna NEWROZê pîroz dikin. 

Berê zor û qedexe ya dewletê li ser Newrozê hebû. Nûha jî dewlet gorî çanda xwe ya siyasî û civakî NEWROZê pîroz dike û dixwaze NEWROZê bixe bin tekel / bandora xwe. 

Di hemandem de jî tekela / bandora PKKê li ser NEWROZ a Bakûra Kurdistanê heye. 

Loma jî divê kurd cejna NEWROZê:

*Gorî standart û pîvanên milî yên giştî;

*Gorî çanda kurdî,

*Gorî kevneşopiya dîrokî ya NEWROZê,

*Gorî rûhê milî,

*Bi kurdî,

*Ji hêjayiyên kurdan re rêzgirtî,

*Bi awayekî pirrrengî,

*Bi awayekî milîter ne, bi awayekî sivîl û demokrat,

pîroz bikin. 

Loma jî divê kurd ji derveyî Dewletê û PKKê gorî van pîvanan NEWROZê pîroz bikin. 

Amed, 19. 03. 2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *