Çar Xiyanetên Navneteweyî Yên Dij Neteweya Kurd û Kurdistanê…

Îbrahim GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Neteweya kurd, neteweyekî bin dest e. Welatê neteweya kurd Kurdistan jî bûye çar parçeyan û ketiye bin bandora çar dewletên kolonyalîst: Bûye kolonîya Dewleta Tirk, Sûriye, Îran û Iraqê.
Neteweya kurd, loma li hemberî du împeratorîyan û çar dewletan 200 sal e ku ji bona serxwebûn û azadîya xwe têkoşîn dimeşîne. Di ev meşa xwe de gor demê bi dewletên dinyayê re bûye xwediyê pêwendîyan. An jî dewletên dinyayê bi Tevgera Serxebûnxwaz û Azdîxwaz ya Neteweya kurd danûstandin kiriye.
Lê dema ku ev danûstandın hatine kirin, ji bona wê berjewendîyên dualî çêbûne. Bi taybetî jî di nîva sedsala 20emîn (1946) de, ev piştgirîya wek sîstematîk hatîye rojevê. Pişt re jî domandîyê.
Hezar mixabin di van danûstandinê dualî de neteweya kurd û tevgera wî ya milî zerar dîtiye. Neteweya kurd tûşî xiyanetên navneteweyî hatiye.
Neteweya kurd di van xiyanetan de dewletên xwe wenda kiriye.
Neteweya kurd di ev 4 mehan de du caran beremberî xiyanetên mezin yên navneteweyî bûn. Lê di dîroka neteweya miletê kurd de ji derveyî ev du xiyanetan du xiyanetên din yên mezin hatin serê miletê kurd.
XIYANETA YEKEMÎN A NEVNETEWEYÎ: XIRAKIRINA DEWLETA KURDİSTANÊ YA MEHABADÊ…
Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanî yê 1emîn, li Rojhilata Navîn Îran ji aliyê Emerîka, Îngiltere, Yekîtiya Sovyetan ve hat dagîrkirin. Her sê dewlet jî li Îranê û li Rojhilata Navîn gorî berjewendîyên xwe tevgeriyan.
Yekîtiya Sovyetan ji bona ku xwe li Rojhilata Navîn û li hemberî du dewletên emperyalîst (Emerîkayê û Îngiltereyê) xwe xûrt bike, xwest ku li Îranê dewleta Kurdistanê û dewleta Azerbeycanê ava bibe.
Neteweya kurd jî li Rojhilata Kurdistanê ji bona dewlet ava bike, di nav hewildeneke dîrokî de bû. Loma dema ku Yekîtiya Sovyetan ev yeka daxwaz kir, berpirsiyarên neteweya kurd û Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi ev daxwazê ve li hev kirin. Di sala 1946an de di bin pêşengîya Qadî Mihemed de li meydana Çarçirayê Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê hat îlan kirin.
Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, dewleteke kurdistanî bû. Lewra hemû berpirsiyarên beşên din yên Kurdistanê jî piştgirê rasterast û damezrênêrê fiîlî bûn. Bi taybetî jî di bin pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî de kurdên beşa Başûrê Kurdistanê xwedîyê giranîyeke mezin bûn. Loma jî piştî Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Mele Mistefa Barzanî bû sererkanê dewleta Kurdistanê.
Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, di heman dem de hêvîyeke mezin li hemû beşên Kurdistanê çêkir.
Lê hezar mixabin, piştî ku Yekîtiya Sovyetan bi dewleta Emerîkayê û İngiltereyê ve li ser parvekirina dinyayê peyman çêkir, piştgirî û eleqeya xwe ya Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê birî. Dewleta Kolonyalîst Îranê bi hemû leşkerên xwe êrişî Dewleta Kurdistanê kir. Di ancama êrişa hovîtî û barbarî de Dewleta Kurdistanê hat rûxandin.
Ev xiyaneta li hemberı miletê kurd xiyaneteke mezin ya navneteweyî bû. Bû sedem ku Dewleta Kurdistanê xera bibe.
Li Kurdistanê bi ev helwesta Yekîtiya Sovyetan xiyaneta yekemîn ya mezin ya nevneteweyî hat rojevê.

XIYANETA DUYEMÎN A NAVNETEWEYÎ: XIRAKIRINA OTONOMIYA KURDISTANÊ…
Li İraqê di sala 1958an de gûhertina desthilatdarîya dewletê pêk hat. Abdûlkerîm Qasim bû serokê Iraqê. Piştî ku desthilatdarîya dewletê hat gûhertin, di pergal û sîstema dewleta Iraqê de jî guhertinên bingehî hatin holê. Guhertina mezintir jî ew bû ku ereban dixwest pirsa xwe ya bingehî ya neteweya kurd çareser bikin, di dewleta erebî ya unîter de guhertin çêkin, kurd jî bibin şerîkê dewletê û li Kurdistanê jî desthilatdar bin. Loma jî diviya bû ku makezagoneke nû ya Iraqê çêbibûya.
Dema ku biryara van guhertina hat pejirandin, di destpêkê de ji bona ku Serok Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetan vegere Iraqê daxwaz hat kirin. Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî, piştî gelek danûstandin û şîrove û lêkolînên cidî, biryar girtin vegerin Iraqê û Başûrê Kurdistanê.
Dema ku Serok Mele Mistafa Barzanî û hevalên wî, vegerîyan Iraqê, li Iraqê makezagoneke nû hat pejirandin û di makezagonê de hat qebûl kirin ku Iraq ji du neteweyan (neteweya kurd û ereb) avabûye. Zimanê erebî û kurdî jî dê bibin zimanê fermî yê dewletê û perwerdeyîyê.
Ew yeka dihat wê wateyê ku lı Iraqê miletê kurd û ereb dê bi hev re desthilatdar û serwer bin. Di heman dem de neteweya kurd dê li Kurdistanê û neteweya ereb jî dê li herêma ereban desthilatdar û rêvebir bin. Du herêmên otonom dê ava bibin.
Di vê çarçewê de danûstandina kurdan û ereban domand. Biryar hat girtin ku Dewleta Iraqê gorî makezagona nû ya Iraqê ku makezagona ku ji bona Iraqê dewleta ne merkezî pêşniyar dikir, ava bibe.
Hezar mixabin piştî demekê yanî 3 sal pişt re, ereb li makezagonê xwedî derneketin û binpê kirin. Xwastin ku bi awayê unîter û nîjadperestîya ereban dewletê ava bikin û dewletê birêve bibin.
Di vê momentê de Serok Barzanî û PDK Iraq di Îlona 1961an de biryar girtin ku Şoreşa Milî ya Kurdistanê ya Pêşmergetî dest pê bikin. Di encamê de jî dest pê kirin. Piştî ku Şoreşa Milî ya Kurdistanê dest pê kir, di navbeyna Hikûmeta Iraqê û kurdan de şerekî gelek dijwar pêk hat.
Şoreşa Milî ya Kurdistanê di sala 1970yî de hat qonaxeke nû. Wê demê jî Partîya Baasê ya Hesen El-Bekir desthilatdar bû. Her çiqas Îbrahîm Ehmed û Celal Telabanî jî li hemberî Şoreşa Kurdistanê bi Hikûmeta Baasê re alîkarî jî kirin; desthilatdarîya Baasê mecbûr bû ku bi Serok Barzanî û PDK ya Iraqê re danûstandin bike û peyman çêke.
Piştî danûstandinan Hikûmeta Iraqê ya Navendî mecbûr ku di 11ê Adara 1970yî de Otonomiya Kurdistanê qebûl bike. Serok Barzanî û partiya PDKê, li Kurdistanê desthilatdarîya neteweya kurd bimeşîne û Otonomiyê bi rêkxe û birêve bibe.
Di heman peymanê de biryar hat girtin ku statuya Kerkûkê piştî çar salan bi plebîsîtê diyar bibe.
Hezar mixabin hikûmeta wê demê jî wek “hikûmeta federal” ji bona ku li Kerkukê plebîsît çê nebe, provokasyonên mezin li dar xist. Xwest ku çend caran Serok Barzanî jî bidin kûştin.
Di encama ew xirabîyê Hikûmeta Baasê de, di sala 1974an de di nevbeyna hikûmet Iraqê û desthilatdarîya Kurdistanê de şerekî dijwar dest pê kir. Kurd di şer de gelek pêş ketin. Şer hate wê qonaxê ku zora Rejîma baasê bê birin.
Lê Yekîtiya Sovyetê her çiqas bi kurdan re dost xûya dikir û serok Barzanî re xwediyê pêwendiyên baş bû, dema ku qedera şer respît bibe, bi teknolojîya xwe ya çek bi xûrtî alîkariya Rejîma Baasê kir.
Emerîkayê, bi wesîteya Dewleta Îranê bi şerê Kurdistanê û Serok Barzanî re alîkarî dikir. Dema ku Îranê kurd firotin û erd ji Iraqê girt; Emerîkayê jî piştgirîya xwe ya Kurdistanê û Serok Barzanî birî.
Serok Barzanî ji bona li Kurdistanê qetlîam çenebe, dest ji şer berda. Hikûmeta Merkezî ya Faşîst; Otonomîya Kurdistanê encama Peymana Cezayîrê ku bi vê peymanê piştgirîya Dewleta Tirk û Sûriyeyê jî girt, xera kir.
Li Kurdistanê bi helwesta Yekîtiya Sovyetan û Emerîkayê xiyaneta duyemîn ya mezin ya nevneteweyî hat rojevê.

XIYANETA SÊYEMÎN YA NAVNETEWEYÎ: ÎŞGALA KERKUKÊ…
Baş tê zanîn ku piştî Şerê Kendavê (Korfezê) yê 1emîn, bi destê Emerîkayê û hevalbendên wê, di çarçeweya “Projeya Mezin Ya Rojhilata Navîn û Efrîqayê” de hat avêtin. Kurdan bi riya PDK û YNKê ew statuya pêş xistin û di sala 1992an de bi îradeya yekalî biryar dan ku dewleta Iraqê wek dewleta federal ava bibe.
Piştî Şerê Kendavê yê 2emîn jî, Rejîma Baasê û Dîktatorîya Seddam hat xera kirin. Di vê qonaxê de naverok û şiklê dewletê ket rojevê. Wê demê ji bona Dewleta Iraqê du model hatin holê. Modelek, dewleta eyaletî bû. Modela duyemîn jî, dewleta federalî bû. Encama gelek niqaşan û bi taybetî jî bi giranîya Serok Barzanî biryara dewleta federalî hat dayin. Lewra Celal Telabanî, bi Emerîkaniyan ve dewleta eyaletî pêşnîyar dikirin.
Di sala 2005an de dewleta federalî bi referandûma makezagoneke nû hat pejirandin. Ji bona avakirina dewleta federalî kurd aktorên bingehî bûn. Lewra ji sala 1992 vir ve dest bi avakirina dewleta federal kiribûn.
Hezar mixabin, ereb ji çanda unîter û nîjkadperestî û otorîter dûr neketin. Bi taybetî jî di dema serokwezîriya Malîkî de ji dewleta federalî hat dûr ketin. Dewlet wek dewleteke erebî, neteweyî, hat meşandin.
Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê xwestin ku vê rewşê serarst bikin. Hezar mixabin dema ku Abadî jî bû serokwezîr ev rewşa nehat serrast kirin.
Wê demê Serok Barzanî û partiyên Kurdistanê ji bona dewleta serbixwe biryar dan ku referandûmê li dar bixin. Di 25ê îlona 2017an de referandûm ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê hat li dar xistin. Di referandûmê de kurdistanîyan ji %93 dengên xwe biryar dan an jî qanûna dewleta Kurdistanê çêkirin.
Serok Barzanî û partîyên Kurdistanê ji Emerîka û dewletên Ewrûpayê referans girtibû. Heta Erebîstana Sûûdî, Katarê, Îsraîlê jî vekirî piştgirîya Dewleta Kurdistanê dikirin. Dewleta Tirk bêdeng ma. Lê pişt re biryar da ku dijmintî bike û kir jî.
Hezar mixabin berîya referandûmê hefteyekî di helwesta Emerıkayê de guhertin çê bû. Piştî referandûmê dema Dewleta Iraqê, Îranê, Tirk biryar dan ku êrîşî Kurdistanê bikin, Emerîka bêdeng ma. Van dewletan, ji Emerîkayê û ji Grûba Xiyanetkar cesaret girt, êrişî Kurdistanê kirin. Kerkûk işgal kirin. Pêşîya avakirina Dewleta serbixwe ya Kurdistanê girtin.
Gelek aşkere ye ku Emerîkayê bi ev helwesta xwe pêşîya avakirina dewleta Kurdistanê girt. Ev jî ji bona neteweya kurd bû xiyaneta sêyemîn ya navneteweyî.

XIYANETA ÇAREMÎN A NAVNETEWEYÎ: ÎŞGALA ÇIYAYÊ KURD (EFRÎNÊ)…
Piştî ku şerê hûndir li Suriyeyê dest pê kir. Rewşa rejîma Baasî gelek xirab xûya dikir. Herkes di wê baweriyê de bû ku rejîma baasê ya dîktator dê di demeke kurt de bê hilweşandin.
Lê dema ku Emerîka’yê û dewletên rojava, wek Lîbya’yê midaxele nefikirîn; Îran û Rûsya’yê vekirî piştgirîya xwe ji rejîmê re diyar kir û bi leşkerên xwe beşdarî şer bûn, diyar bû ku temenê rejîmê dê dirêj bibe.
Lê berîya ku Rûsya beşdarî şer bibe, rejîma baasê xwest ku kurdan ji mixalefeta ereban dûr bixe, wek rêxistina xwe PKK/PYD çekdar kir. Piştî demekê jî bi wan re li Kurdistanê desthilatdarî parve kir. Li Kurdistanê du dîktatorî ava bûn.
Di hamen dem de Îran û Rûsyayê piştgirîya PKK/PYD kir. Lê piştî demekê Emerîkayê dest avêt PKK/PYD.
PKK/PYDê him xizmetî Emerîkayê û him jî xizmetî Rûsyayê, Rejîma Baasê, Îranê kir.
Lê wê rewşê nedikarî dom bike. PKK/PYDê bi giranî ket bin bandor û xizmeta Emerîkayê. Di wê merheleyê de jî di navbeyna Emerîka û Rûsyayê de bû malzemeya hevrikî û reqabetê.
Emerîkayê PKK/PYD wek leşkerên bi pere bi kar anî. Bi wan Raqa û DereZor ji destê DAEŞê girt û li wir bû desthilatdar.
Qenaetek wûsa çêbû ku Emerîka ji PKK/PYDê re piştgirî bike û ji bona wan herêmeke desthilatdarî ava bike.
Lê dema ku Dewleta Tirk biryar da ku li Efrînê operasyonê çê bike, Emerîkayê diyar kir ku Efrîn wan eleqedar nake. Duho jî diyar kir ku dema ji Menbîcê alîkarî biçe Efrînê dê ji PKK/PYDê re alîkarî nekin.
Efrîn her çiqas di bin kontrola Rûsya’yê de bû jî, Rûsya’yê jî di encama gelek qezencên siyasî bi Dewleta Tirk re li hevûdu kir ku Dewleta Tirk li Efrînê operasyonê bike.
Diyar e ku Efrînê dê ji aliyê Dewleta Tirk de bê îşgal kirin.
Emerîka û Rûsya careke din bi ew helwesta xwe bi kurdan re xiyanetê dikin. Ev xiyeneta jî dê bibe xiyaneta navneteweyî ya çaremîn.

Amed, 02. 02. 2018

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir