Çapa 2. a “Di xew de“ derket

Çapa duyem a kurmanciya çîroka Cemîl Saîb “Di xew de” di nav weşanên Avesta de derket.

Koleksiyona Dest, ku armanca wê belavkirin û hêsanîkirina xwendina kurdî ye û ji tekstên avangard / pêşeng pêk tê, bi yekem pexşana kurdî / soranî (1925) dest pê kiribû: Di xew de…

Di nav kulturek ku nazmên wê yên modern, bi giştî li ser şiyarkirina millet in, dibe ku paradoksek be ku di yekem nesra wê de behsa xewê bê kirin. Lê ne ev tenê ye. Tarîxa modern a kurdan heta vêga, hê jî di riya çêkirina desthilateke kurdewarî de derbas bû. Û yek ji van hewldanên herî girîng tevgera Şêx Mehmûd e.

Cemîl Saîb, berê tîrên xwe dide ‘desthilata kurd‘, piştî 80 salî emê bibînin bê kî bi heq e: ‘serkirde‘ an zana, serok an nivîskar?

 

Di xew de

Cemîl Saîb

Ji soranî bo kurmancî: Ziya Avci

ISBN: 978-9944-382-75-5
15×9.5, 88 rûpel, 8 TL

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *