BÎRANÎNA DR. SEÎD ÇURUKKAYA Û ÇEND HELWESTÊN WÎ YÊN GIRÎNG…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Îro (24. 12. 2016), li Diyarbekîrê pêşmergêyê qehreman û şehîd Dr. Seîd Çurukkaya bibîr hat.

Di civînê de li ser navê Komîsyona Amadekar Fûad Onen û S. Korkmaz, li ser navê 5 grubên siyasî Mesûd Tek axevtin kir.

Birayê wê Selîm Çurukkaya jî bi riya teknîkî beşdarî civînê bû û axevtinek kir.

Li ser navê PDK a Îranê jî Behroz axevtinek kir.

Di dawiyê de jî gundî û mamosteyê wî Ehmed Kasimoglu qise kir.

Amadekaran mafê axevtinê nedan beşdaran. Ev helwesta siyaseta bûrokratîk, teng, tirsok, jakoben ya li Bakûrê Kurdistanê ye.

Hezar mixabin zêdê beşdarên tûne bûn. Ev yeka xemgîneyek e. Divê amadekarên civînê li ser vê mijarê rawestin. 

Axevtevanan li ser jiyana Dr. Seîd  axevtin kirin. Di Axevtinan de helwesta wî ya Kurdistanî, parastina serxwebûna Kurdistanê û Yekîtiya Kurdistanê û qehremaniya wî hat nîşan dan.

Heger min di civînê qise bikira, minê çend helwestên wî yên girîng diyar bikirina.

 

Ew jî ev in:

1-Dr. Seîd Çurukkaya, wek axevtevanan di civînê de jî diyar kirin, ew parazvanê Kürdistaneke serbixwe û Yekîtiya Kurdistanê bû.

Loma jî çû li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

******

2-Di jiyana civakî, siyasî,rêxistinî, milî, mêranî de demên qrîtîk hene û divê di wan deman de helwestên dîrokî bên diyar kirin.

Di civatê paşmayî û edetî û sêyemîn de van helwestan her kes nîşan nade. Bi taybetî jî kesperest, menfaatperest, oportunîst van helwestan qet nîşan nadin. Bes kesên taybet vê helwestê nîşan didin.

Dr. Seîd Çurukkaya jî yek ji wan kesên taybet e.

Dr. Seîd Çurukkaya dema dît ku PKKê û Serokê PKKê eleqeya wan bi Kurdistana serbixwe re nemaye, Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê diparêzin, ji bona miletê kurd otonomiyê, federalîzmê, dewleta serbixwe wek heq nepejirînin, dijminitîya serok û partiyên Kurdistanê dikin; Wê demê jiyana xwe xist xeteriyê, li dijî PKKê û Ocalan derket.

Lewra tê zanîn ku bedela li hemberî PKKê û Ocalan mûxalefet kirin, mirin û kûştin e. Piştî ku di mûxalefetê jî de, dema  ji PKKê qetiya. Wê demê PKKê xwest ku wî bikûje û tehdîd bike, wî bi egîtî li ber xwe da.

3-Dema ku li Başûrê Kurdistanê rewşeke qrîtîk derket holê, DAEŞê êrişên xwe li Kurdistanê dest pê kir, helwesta milî nîşan da, ew çû li Başûrê Kurdistanê bû pêşmerge. Bi qehremanî şerê xwe li dijî DAEŞê domand û şehîd ket.

4-Wî yekîtiya Kurdistanê diparast, lê di heman dem de ji hiqûqa her parçekî Kurdistanê re jî rêzgirtî bû. Loma jî çû di bin serokatiya pêşmergêyên Başûrê Kurdistanê de xebata xwe domand.

Loma jî yek sedema wî li hemberî PKKê mûxalefetkirin jî ew bû ku PKKê dixwaze li hemû beşên Kurdistanê desthilatdar be, hegemonya û dîktatoriya xwe ava bike.

5-Ev di jiyana xwe ya civakî, siyasî, rêxistinî,pêşmergetî de jî gelek qehreman û egît e. Dema ku di nav PKKê de dixebite, bûye fermandarên wan, li pêşîya hevalên xwe diçe şer. Dema ku ji PKKê qetiya û PKKê ew tehdîd kir, netirsîya li dijî wan rawestîya.

Rastîyek vekirî jî heye ku di pêşmergetî de jî qehremanîya wî bi nav û deng e.

Di dawî de dikarim bibêjim ku Pêşmergê dilê me û roniya çavên me ne. Ew dozgerê miletê kurd in. Dilsozên sexwebûna Kurdistanê ne. Ew leşkerên Kurdistanê ne. Parêzvanê mafên milî yên miletê me ne.

Dr. Seîd jî pêşmergeyekî qehreman e. Leşkerê Kurdistanê ye. Bila ji bona wî û hemû şêhîdên Kurdistanê serê miletê kurd sax be. 

Amed, 24. 12. 20 16

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *