‘Bila PKK û Tirkiye şerê xwe neyînin herêma me’

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSyê Nafî Ebdula derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê got, “Em daxwaz dikin ku PKK û Tirkiye şerê xwe neyînin herêma me.”

Dewleta Tirkiyeyê di demên dawî de wêstegehên av, sotemenî û elektrîkê, herwiha dezgehên din ên xizmetguzariyê yên Rojavayê Kurdistanê kirine armanc.

Bi taybetî wêstgehên li herêmên Qamişlo, Kobanî, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbe Spî, Siwêdiye, Dêrik, Çil Axa, Kêşkê, Serê Kaniyê û Eyn Îsayê ji kar ketine.

“Êrişên Tirkiyeyê bandorê li têkoşîna dijî terorê dikin”

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotemenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeê Ebîr Xalid li ser êrişan got:

“Wêstgeha El-Ode, Wêstgeha Girê Pirê, rafîneya El-Tifle, Wêstgeha Seîdeyê yên gundewarê Tirbe Spiyê ya Kantona Cizîrê, herwiha kargeha gazê ya li Siwêdiyê hatin bombebarankirin.

Di encama vê bombebaranê de, ev wêstgeh û avahî ji kar ketine.

Vê jî di warê enerjî, av û çandiniyê de, bi awayekî mezin bandor li ser dabeşkirina mazotê kir.

Ev bombebaran yasa û peymanên navdewletî bin pê dikin û bandorê li erkên têkoşîna li dijî terorê dikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê jî îdia kir ku “Ji ber hebûna PKKyê ya li herêmê” êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin.

Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê ku partiyeke ENKSyê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê rewşê dike.

“Bila hêzên navneteweyî sînorekî ji van êrişan re deynin”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSyê Nafî Ebdula got:

“Bê guman êrişên Tirkiyeyê bandoreke xirab û neyînî li ser herêma me dikin.

Bi taybetî bandorê li ser gelê sivîl û cihên xizmetguzariyê dikin.

Cihên elektrîkê, avê, sotemeniyê, hemû ji kar ketine. Lewma em dengê xwe digihînin hêzên navdewletî, da sînorekî ji van êrişan re deynin.

Ya din, em daxwaz dikin ku PKK û Tirkiye şerê xwe neyînin herêma me.”

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Xweser, di encama êrişên Tirkiyeyê de, 479 hezar û 051 welatî li Kantona Qamişloyê ji avê bê par mane.

Li Kantona Feratê jî wêstgehên elektrîkê yên li Kobanî û Eyn Îsayê hatine îmhakirin.

Êdî 660 gund tevî Kobanî û Eyn Îsayê bê elektrîk mane, ango derdora 120 hezar malbatî jî bê av û kareba mane.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *