12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (8)

Di destpêkê de, qawîşên rêxistin û partîyan cûda bûn. Her hêz naveroka qawîşa xwe dizanîbû û xwedî bandor bû. Piştî operasîyonan, li gor sîstema “tevlîhev bike, lihev bine” (karıştır-barıştır) naveroka qawîşan hat guhertin. Bi wî awayî rêvebirîya zîndanê, di qawîşan de desthilatdarîya xwe saz kir.

Piştî tevlîhevbûnê, em dikarin taybetmendîya qawîşan ewha bi nav bikin: Çar cureyên qawîşan hebûn:

Cureya yekem; Qawîşên gelemperî bûn. Ji hucreyan bigirin heta qawîşên din hemû sîyasî, girtîyên ji rêzê û “kaçaxçî” bi hevra diman. Di hinek qawîşan de komun hebûn, lê bi şêweyek dizî tevdigerîyan. Lewra di hemû qawîşan de îtîrafçî û îspîyoncî bi cîh kiribûn. Ev tirsonek û xwefiroşên hanê, ji bo kêm lêdan bixwin û di çavê qerdîyanan de “şîrîn” bibin, bêbextîyên mezin dikirin. Di qawîşên tevlîhev de, rêxistinên hebûn, bi şêweyek gelek dizî û teng tevdigerîyan. Di wan demên wahşet û zulmê de organîzasyonek bi rêxistinî nema bû, kadroyên bi hev bawerbûn, bi dizî bi hev dişêwrîn û bi hev re tevdigerîyan.

Cureya duyem; Qawîşa Jinan bû. Îşkence û zuluma li ser jinên Kurd hat kirin, bi serê xwe trajedî û wahşetek mezin e. Em hemû dizanin ku heta îro ev zulum têra xwe nehatîye eşkera kirin. Qawîşa jinan bi taybetî rastî êrîşên hovane û tadayên mezin dibû. Îşkencên bi me dikirin, bi jinan jî dikirin.

Merşên nijadperestî, bê av, bê xwarin, bê xew, bi şev ji nişka ve 40-50 leşker di bin fermandarîya Esat Oktay de êrîşî qawîşan dikirin. Di destê wan de qalasên mezin, cop û şîşên hesin hebûn; gava diketin hundur kî bi ber wan diket lê didan. Êdî herkes û siûda xwe: kî birîndar dibû, kî bêheş diket, kî seqet dibû an jî dest û serê kê dişkîya ne dîyar bû.

Em dibûn doktorê hev, me destê hev, bin lingê hev difirkand ku newerime. Eger di qawîşê de merhema “lasolîn” hebûya em bi siûd bûn.

Ji bilî wan cûreyên îşkencan, bi taybetî jî di qawîşa jinan de îşkenceyên li dijî nasnama wan cînsî jî heqaret, tacîz û îşkenceyên psîkolojîk dihatin kirin.

Cureya sêyem; qawîşa zarokan bû, temenê wan di navbera 12 û 16 salî de bûn. Ev qawîş di bin kontrola Yilmaz Yalçiner û hevalên wî de bûn. (Yilmaz YALÇİNER, Ömer YORULMAZ, Hasan GÜNEŞER): ev teroristên hanê, bi alîkarîya beşek dewleta kûr, balafirek revandibûn ku bibin Îranê, lê seneryo li Diyarbekir domkir! Ew her sê kes jî dostên Esat Oktay YİLDİRAN bûn.

Ew zarok, bi şêweyek sîstematîk di bin navê perwerda olî de, weke têkoşerê Hîzbullah hatin perwerde kirin. Gelek ji wan, piştî perwerdekirinê, beşdarî nav refên Hîzbûllahê bûn. Hinek jê gehîştin grûbên mafya. Ew zarokên 12 salî, bi jahra “Tirk-islam sentejî” hatin perwerde kirin. Piştî wê jahrê, bira li dijî bira bû neyar! Encamên wê sîyasetê; îro li ser tora medya civakî pir zelal xuya dike. Gelek kadroyên hilweşandin û xirab kirinê derxistin ser dikê!

Cureya çaran jî qawîşa îtirafçîyan bû. Ji endamên komîta merkezî bigirin, heta kadroyên heremî, ew kesên weke moza sor har bûbûn, li hemberî zordarî û îşkencan bûbûn pisîk û di qawîşa 38 an de diman. Do şoreşgerên tûj û bizot bûn, lê îro di zîndanê de bûbûn Kemalîstên cîwan! Fikra Tirkîyebûnê, benîştê kemalîzmê, di wê laboratuvarê de hat honandin!

Ji hemû beşên civata Kurd, mirov hatibûn girtin û di 5 nolîyê de dîl girtî bûn. Tu cudayî di navbera çîn û tebaqên civatê de tune bû. Tu cudayî di navbera îdeolojî û rêxistinan de tune bû. Ji bo dijmînê hov, hemû Kurd yek bûn û divê serê wan bihata pelxandin û “netekim” jî  hat pelixandin!..

Wê bidome…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *