Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Wek Ji bo Maf, Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ me berê jî îfade kir; baweriya me ew e ku daxwazên maf, dad û azadî yên li Kurdistanê û Tirkiyê divê bi riyên meşrû, bi diyaloga siyasî û bi mutabeqetek muqabeleyî werin bersivandin.
Eşkere ye ku siyaseta înkar, îmha û bişavtin a ku Dewleta Tirkiyê bi sedan sal in, di meseleya Kurd û Kurdistanê de dimeşîne, îflas kiriye û dîsa eşkere ye ku ji bo bi destxistina azadî û mafên Bakurê Kurdistanê, li şûna têkoşîna çekî ya PKKê têkoşîna aştiyane, siyasî û civakî li gorî mesleheta gelê me ye.
Ji ber vê sedemê em pêşiyê banga PKKê, pişt re jî banga Dewleta Tirkiyê dikin ku tavilê dawî li şer û êrîşan bînin.
Em ji aliyan daxwaz dikin ku; bi lez û bez agirbestek mayînde îlan bikin, agirbestê bi gavên bawerdêr tahkîm bikin û di encamê de ji bo mafxwestinê dev çek û tundiyê berdin; li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka ku sedema wê Dewleta Tirkiyê ye, bila pêvajoyek çareserî ya nû û rasteqîn ku dê hemû hêzên siyasî û aliyên civakî yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve muxatab bê girtin û dê garantorên navneteweyî yên wek aliyê sêyemîn beşdar bibin, bê dest pê kirin.
Pêwistiya herî bi lez û bez a Cîhana Îslamê, Kurdistan û Tirkiyê aşitî û rêveberiyek adil e.
Xwedayê Gewre ferman dike ku ‘’Aşitî hîn bi xêr e.’’ ‘’Hûn hemû bi komî tevlê aşitiyê bibin.’’
Ji Şer Re Na! Niha Dema Aşitiyê ye!
1 Eylül Dünya Barış Günü Dolayısıyla Basına ve Kamuoyuna
Rahman ve Rahim olan Allah’ın adıyla
Biz, Hak Adalet ve Hürriyet İçin Kürdistan İslami Hareketi / AZADÎ HAREKETİ olarak daha önce de ifade ettiğimiz gibi; Kürdistan ve Türkiye’deki hak, adalet ve hürriyet talebinin meşru yollarla, siyasi diyalog ve karşılıklı mutabakatla karşılanacağına inanıyoruz.
Türkiye Devletinin, Kürd ve Kürdistan Meselesinde yüzyıla yayılan inkâr, imha ve asimilasyon siyasetinin iflas ettiği; Kürdistan’ın Kuzeyinde hak ve özgürlüklerin elde edilmesinde, PKK’nin ortaya koyduğu silahlı mücadele yerine barışçı siyasi toplumsal mücadelenin halkımızın maslahatına olduğu aşikardır.
Bu nedenle öncelikle PKK’yi, akabinde de Türkiye Devleti’ni çatışmalara ve saldırılara derhal son vermeye çağırıyoruz.
Taraflardan, acil olarak kalıcı bir şekilde ateşkes ilan edilmesini, ateşkesin güven artırıcı adımlarla tahkimini ve neticede silahın, şiddetin bir hak arama aracı olmaktan çıkarılmasını; Kürdistan’ın kuzeyinde Türkiye Devleti’nden kaynaklı sorununun çözümü için, Kuzey Kürdistanlı tüm siyasal güçlerin ve toplumsal kesimlerin Türkiye Devletiyle muhatap olacağı ve üçüncü taraf olarak da uluslararası garantörlerin katılacakları yeni ve gerçek bir çözüm sürecinin başlatılmasını talep ediyoruz.
İslam Dünyası, Kürdistan ve Türkiye’nin en acil ihtiyacı barış ve adil bir yönetimdir.
Yüce Allah, “Barış daha hayırlıdır”, “Hepiniz topluca barışa girin” diye buyurmaktadır.
Savaşa Hayır! Şimdi Barış Zamanı!
Hak Adalet ve Hürriyet İçin Kürdistan İslami Hareketi / AZADÎ HAREKETİ