Bi berpirsiyarên Tirk re danûstandin, ne rewakirina dewleta kolonyalît ya Tirk e…

 

Îbrahîm GUÇLU

Di van rojên dawî de berpirsiyarekî Ak Partiyê û kurdekî dilsoz Abdurrahman Kurt, bi berpirsiyaeên rêxistinên Kurdistanê re danûstandinek kir. Di civînê de tê diyar kirin ku “ev danûstandina, danûstandineke ne fermî ye û ne li ser navê AK Partiyê û hikûmetê ye.” Loma jî yê lihevkirin kirin ku ev danûstandina ji raya giştî û ji çapemenî re neyê diyar kirin.

Lê piştî civînê kesekî di civînê de ji derveyî exleqa lihevkirinê, civînê deşîfre dike. Agahdarî dide Telewîzyona Rûdawê. Rûdaw jî, vê nûçeyê belav dike. Rûdaw raste rast bi beşdarên civînê re danûstandin nake, bi Fuat Önen re danûstandin dike. Ew jî di derbarê civînê de bîrûreyên xwe diyar dike. Encama nêrînên Fuat Önen, civînê girîngtir bû û civîn bi firehî hat rojevê û hat niqaşe kirin.

Bi taybetî jî, di derbarê civînê de şiroveya “bi Abdurrah Kurt re havûdîtin rewakirina dewleta kolonyalîst ya Tirk û kiryarên wê ne, gor baweriya min gelek girîng e û hewcedarî niqaşeyekê ye.

Ev şiroveya ji me re dibêje ku divê terefên kurd bi terefên Tirk re danûstandin neke. Ev di xebata neteweyî ya Kurdistanê de mijareke gelek girîng e. Rê û rêbaza tevgera neteweyî ya Kurdistanê de mijareke stratejîk e. Loma jî baş e ku ev mijara girîng bi vê civînê hate rojevê. Lewra divê ev mijara zelal bibe. Heger zelal nebe, şaşiyên mezin tên rojevê. Rêxistin û terefên kurd pêşiya xwe nabînin.

Piştî van daxuyaniyan, min jî di Sosyal Medyayê de nêrîna xwe diyar kir. Lê gelek aşkere ye ku ev terê nake. Lewra mijar gelek girîng e, divê bi firehî bê rojevê û nêrîn bên diyar kirin û li ser mijarê niqaşe bên kirin…

Divê ez diyar bikim ku civîna pêk hatî, nayê wê wateyê ku bi terefa Tirk re danûstandin e. Lewra Abdurrahman Kurt jî, kurdek e. Kurdekî endamê AK Partiyê ye. Kurdekî bawermende e. Di xortaniya xwe de jî, dema endam û berpirsiyar û parlamenterê Ak Partiyê jî bûye, her dem mafên milî yên kurdan parastiye. Ew helwesta xwe nûha jî li her derê dimeşîne. Ew dostekî Dewleta Federe ya Kurdisytanê ye jî. Bi xurtî ji referandûma Serxwebûna Kurdistanê re û dewletbûna kurdan re jî piştgirî kir. D navc partiyê de jî, ji bona wî sînorek heye.

Hevdîtina Abdurrahman Kurt bi berpirsiyarên rêxistinên Kurd-Kurdistanê re, rê li ber niqaşeyeke baş vekir.

HIM TÊKOŞÎN, HIM JÎ BI TEREFA TIRK RE DANÛSTANDIN…

Hîç şik tune ye ku ji bona çareseriya pirsgitêke Kurd-Kurdistanê 2 riyên stratejîk hene.

Riya stratejîk ya ku bi her awayî pirsgirêke Kurd-Kurdistanê çareser bike, Dewletbûna neteweya Kurd û Kurdistaniyan e. Dewleta Kurdistanê ye.

Ji bona çareseriyê riya duyemîn, Dewleta Federal e. Guhertinên dewletên kolonyalîst yên milî ne. Gûhertina Dewleta Tirk, Îranê, Iraq û Sûriyeyê ye. Li Iraqê ew guhertina di sala 2005an de bi makezagonê hat qebûl kirin. Dewleta Iraqê bû dewleteke federal: Bû dewleta Kurdan, Ereban, hemû neteweyên heyî ye. Lê bê gûman pirsgirêkên Dewleta Federal ya Iraqê hene. Ji bona ku ev pirsgirêkan gelek mezin bûn, Kurdistaniyan Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê pêk anîn (2017).

Ji bona herdu konseptan jî, kurd û berpirsiyarên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistan divê bi berpirsiyarên dewletan re, bi terefên Tirk, Faris, Ereb re danûstandin û mizakereyê bike, pêşniyarên dewletên kolonyalîst guhdar bike. Daxwazên xwe jî di çerçeweya berjewendiya neyteweyî ya Kurd de pêşkêşî wan bike.

Yanî neteweya kurd, rêxistinên Kırdistanê him dê têkoşîna xwe ya guhertina dewletên kolonyaalîst û avakirina dewletên federal bimeşînin, him jî girêdayı stratejiya xwe ya navendî bi berpirsiyarên dewletên kolonyalîst re danûstandin bike.

Di têkoşîna serxwebûn û azadiya Kıurdistanê de girêdayî şertan, bi berpirsiyarên dewletên kolonyalîst re danûstandin, rewakirina dewletên kolonuyalîst nabe. Lewra hebûna partî û rêxistinên Kurdistanê, têkoşîna neteweytî ya Kurdistanê, rewanedîtina Dewletên koonyalîst in.

DI DEWLETA TIRK DE REWŞA TEVGERA RÊXISTINÎ YA KURDISTANÊ
Li Tirkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê ji bona ku mijara em niqaşe dikin zelal bikin, divê em rewşa kurdan ya rêxistinî tespît û zelal bikin.

Di Dewleta Tirk de partiyên kurdan yên legal-hiqûqî hene. Beşeki wan yê mezin jî bi navê Kurdistanê avabûne. Xebata xwe vekirî dimeşînin. Rê û rêbazên siyasi bi kar tînin. Di çerçeweya makezagona heyî de makakezgoneke nû pêşniyar dikin, dixwazin ku di dewletê de guhertin çê bikin.

Piraniya wan jî di qonaxa yekemîn de Dewleta Federal ya Tirkiyeyê kirine armanc. Ev jî dê bi Berpirsiyarên Dewleta Tirk re bi danûstandinê bibe.

Partiyên Kurdistanê di hemandem de dixwazin ku ji xebata parlamentoyê jî fêde bibînin.
Ew awayê têkoşînê jî gelek aşkere pêwîst dibîne ku bi berpirsiyar û dezgehên Dewleta Tirk re danûstandin bê kiein.

Loma jî dubare diyar dikim ku bi dewletên kolonyalîst re him emê têkoşîna razgarî û serxwebûna netewe ya kurd û welatê me bimeşînin, him jî bi berpirsiyarên Dewleta Tirk re danûstandin bikin: Ew rêyeke rewa ye. Dewleta Kolonyalîst jî rewakirin nîne.

Diyarbekîr, 29. 04. 2022

 

Ez him şertên şerê germ de û him jî di şerê siyasi-siwîl û de pêwîst e. Ceribandina Başûrê Kurdistanê di derbarê vê mijarê de gelekj dewlemend e.

Li Başûrê Kurdistanê him beriya Şoreşa Neteweyî ya Îlonê û him jî di şetrtên Şoreşaa Neteweyî ya Îlonê de Rejîmê her demê bi Serokê Neteweyî Melel Mistefa Barzanî û PDKê re danûstandin kiriye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *