BEXDA!

Berî niha bi 943 salan, li Bexda yek hat kujtin. Bi kujtinek ne mirovane. Bi rojan ezab kişand di bin tîrêjên tavê de. Qirika wî ji bêavê zûha, şilfî tazî, li ser bizmaran dirêjkirî; laşê wî di nav xwînê de, bi xezeba serdest û melîkên Bexdayê hat kujtin. Hat qetil kirin. Gelê Bexdayê, her roj heta êvarê dihatin temaşa vê xezebê, vê barbarîyê. Kujtî Halac î Mansûr bû.

Ji bona ku Halac î Mansûr, hinek din zêde êşê hîs bike û bikişîne, celad laşê wî bizmar dikir. Perçe perçe goşt û xwîn tevlihev diniqûtî ji birînên Halac î Mansûr! Lê ewî, di nav vê êş û xezebê de li derdora xwe çavê xwe digerand û rûwê wî dibişirî. Bi qasî misqalekê kîn û nefret ji rûwê wî dîyar nedibû.

Serdestên Bexda, li ser navê ol û parastina postê xwe, çi anîn serê Halac î Mansûr?

Berî bi 943 salan li ser navê xwedê, serdestên Bexda, ev maf di xwe de didîtin, ku li ser navê xwedê vê karesata nemirovane bikin hacet ji xwe re. Îro jî DAÎŞ û Şieyên ku li Bexda serdestin, wek serdestên serdemê, li ser navê xwedê ji bona zilma li ser kurdan, xwe wezîfedar dibînin.  Ji roja ku îslamê hukmê xwe îlan kirîye û heta niha, ewên ku li ser navê îslamê biryaran didin û postê xwe diparêzin, her ev wahşet meşandine. Li kuçên bajaran gel birçî, tazî û cahil, bi van cînayetan Xelîfeyên Îslamê qanûn û yasa ji xwe re çêkirine û postên xwe parastine.

Ma qanûn û yasa çi ne? Qanûn û yasa wek xelekên wê zincîrê ne ku mirov ji xwe re çêdikin û xwe pê girê didin.  

Sûcê Halac î Mansûr çi bû, ku wê demê serdestên Bexda ev anîn serê wî?

Rêya ku we daye ber xwe heger ne ji bona ku hûn bigîhêjin hedefa xwe be, çima hûn wê rêyê didin ber xwe? Divê armanca hilbijartina rê, her gihîştina armancê be.

Serdestên her serdemê, ji felsefê tirsîyan e. Ji ber ku, felsefe dipirse û her li bersîvê digere. Qeneeta xwe bi yek rastîyê nayne. Felsefevan, her li rastîyê digere. Di her qonaxê de, pirsa xwe dike û bi dû bersîva wê pirsê de diçe. Ev jî li hesabê serdestan nehatîye. Her li henber vê pirsê hatine xezebê û bi zilmê xwestine pêşîya wê bigirin. Ji xwe re civatên bêpirs û îteetkar çêkirine.

Halac î Mansûr, rojek di dersê de tilîya xwe bilind dike û dibêje; “ Ez têgihîştim ku hezkirina xwedayî çi ye, ez afirînera rasteqîn im!” Bi dû vê hevokê re, hevoka kurt û gilover anî ser zimanê xwe; “ez heq im, ez heq im”. Vê ezbera dersê ji kokê de hildiweşand. Dersxane tevlihev dibe û di nav qîreqîra şagirtan de Halac î Mansûr xwe davêje dervê dersxanê. Mamostê wî, bi dûde gotinekê dibêje; “ku tu bi van xeberan bidomîne, rojekê tu ê di sêdarê de bêt daliqandin!” Halac î Mansûr, wê wextê nexwest ku bawer bike, yê xwedîyê vê gotinê mamostê wî ye!

Piştî vê gotinê navê Halac î Mansûr, li Bexda bela dibe. Di felsefa Halac î mansûr de heskirin û bawermendîya xwedayî, tiştekî di navbera xwedan û mirov de ye. Ev wek evînek bêhempa a di navbera xwedan û mirov deye. Mafê ti kesî tineye ku li ser navê xwedan civatan îdare bike û hikmê cezayan bide. Serdestên demê û halîfe nikarin di navbera xwedan û mirovan de bibin xwedî post û par. Ev jî Bexda û textê melikên Bexda dihejand û li hesabê wan nedihat.

Li kuçe û bazarên Bexda dubendîyek derketibû holê. Yên ku wek serkêşekî gelêrî, li Halac î Mansûr dinêrin û dibûn terefgirên Halac û yên ku ev wek sîyasetek nû, ku mudahaleyî sîstema avakirî dibe didîtin. Roj bi roj ev dubendî geş dibû û poltê serkirdeyên Bexda dixist bin metirsîyê.

Ew felsefa ku li derdorê Firat û Dîcle, li derdorê çemê Îndusê û çîyayên Zagros zînde bûn, bi rêya Halac î Mansûr, carek din geş dibûn. Dibû ruhê bayekî zîz û di bejna hecacokên herêmê de bihêz û zînde dibûn. Bawermendî û felsefe carnan bi baskê hechecîkan re dihat û li herêmê bi hukmê serdestan re dibû bazê ser laşê mirovan û bi vê xwe xwedî dikir. Halac î Mansûr neşter li vê dixist. Ev jî li hesabê serdastan nedihat. Li Bexda biryara kujtina Halac î Mansûr nêzîk dikir.

Berî ku mirovatî nebe êsîrê xwedayekî, bi hezaran xweda hebûn li derdorê çemê Îndûsê. Bereketa çemê Îndûsê û bereketa erdê hêza xwe dida xwedayan jî. Wek çemê Firat û Dîcle ku hêza xwe ji Zagrosan digirt û xwe berdida ser dilê deşta Neynowa. Mirov mesûd bûn û ji xwedayên xwe hez dikirin. Li ser navê xwedayên wan xwîna mirovan nediherikî û li ser hukmê xweda biryara kujtina mirovan nedidan.

Halac î Mansûr di nav bereketa deşta ku bi Çemê Îndûsê li Arhatekî rast hat jê pirsî; “dinya yeke çima bi hezaran xwedayên we hene?”

Arhat bersîva Halac î Mansûr dide û dibêje:

“Tu li welatê me nû ye. Tê fêrî têgihîştina me bibe. Li vî çemî, li vê erda bi bereket binêr û hûr hûr li ser raweste. Tê hêza xwezayê û xwedayan bi hev re di nava ahengekê de bibîne. Tê bibîne ku hin yek e û hin jî bi hezaran e, bi hev re hene û hevûdû xwedî dikin. Yê ku çêdike û yê ku hildiweşîne jî ev hêz e. Piranîya xwedayan, bi ahenga di navbera wan de derdikeve ber me. Lê ev ne tenê yek ji wan e. Ev Maya, yanî ya li ber çav e.”

Dema li Bexda, Halac î Mansûr di nav êş û eleman de li ber mirinê bû ev hevokên jor, ku Arhatê Îndî jê re digot, dihatin bîra wî. Roja ku li Bexda, serdestan biryara kujtina Halac î Mansûr dan, biryara kujtina felsefê û ilim jî bi hev re dan. Ew roj û ev roje Bexda ne felsefe û ne jî ilim nedîtîye. Bexda her kolê serdesta ye. Her xwîn rijîyaye ji biryarên Bexda. Ji roja kujtina Halac î Mansûr û virde ev 943 sal e Bexda zilmê temsîl dike.

12.04.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir