Berdevkê Pentagonê: grûpên êrişî hêzên Amerîkayê dikin Îran sponsor e.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, Îran sponsoriya wan grûpan dike ku êrişî hêzên Amerîkayê dikin.

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder da zanîn, gelek welat razî bûne bibin endamê hevpeymaniya ku Amerîkayê ji bo parastina Deryaya Sor ava kiriye.

“Îran wan perwerde dike”

Patrick S. Ryder di konferanseke rojnamegeriyê de, li ser êrişên li hemberî hêzên wan ên li Îraq û Sûriyeyê de ragihand:

“Em dizanin ew grûp nêzîkî Îranê ne, Îran wan perwerde dike û çekan dide wan. Ji ber sedeman jî ew grûp nêzîkî Îranê ne.

Dema behsa sponsoriya wan grûpan tê kirin hemû nîşane amaje bi Îranê didin.”

Li gorî Pentagonê grûpên nêzîkî Îranê ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 102 caran êrişî hêzên wan ên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Pentagonê destnîşan kir di van êrişan de 66 leşkerên wan birîndar bûne lê birînên wan sivik bûn û piştî tedawiyê vegeriyane ser karên xwe.

Amerîkayê ji bo parastina Deryaya Sor û têkşikandina êrişên Husiyan hevpeymaniyek ava kiribû.

Herî kêm 20 welat razî bûne

Berdevkê Pentagonê anî zimên ku zêdetir ji 20 welatan razî bûne bibin endamên vê hevpeymaniyê û pê de çû:

“Husî êrişî aramiya aborî ya hemû cîhanê dikin. Ev peymanî dê rewşa Deryaya Sor û Kendava Edenê bişopîne.

Eger pêwîst bû dê ev hevpeymanî hevkariya wan keştiyan bike ku vê korîdora navneteweyî bi kar tînin.”

Li gorî Pentagonê, Husiyan ji 19ê Çiriya Paşînê ve herî kêm 100 carî bi mûşek û dronan êrişî 10 keştî û barhilgirên bazirganiyê yên zêdetir ji 35 welatan kiriye.

“Em dê bi dijwarî bersivê bidinê”

Rêberê Bilind ê Husiyan Evdilmelîk Husî 20ê mehê careke din gef li Amerîkayê xwar û got:

“Eger Amerîka Erişî me bike em dê bi dijwarî bersivê bidinê.

Heke Amerîkayî bixwazin rewşê aloztir bikin, bêhtir tevî şer bibin û bi welatê me re şer bikin em dê jî keştiyên wan ên şer û berjewendiyên wan bikin hedefa operasyonên xwe yên bi mûşek û dronan.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *