Balyozê Brîtanyayê bersiv da: Çima Kurdistan ava nebû? -Video

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen sedemên avanebûna Kurdistanê eşkere kirin.

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen beşdarî bernameya Bestoon Talkê ya Rûdawê bû bal kişand gelek mijarên gelekî girîng.

“Ji welatê xwe meçin”

Stephen Hitchen têkoşîna Kurdan şiband têkoşîna welatê xwe ya dema Şerê Cîhanê yê Yekem û got:

“Divê welatiyên Herêma Kurdistanê ji welatê xwe neçin.

Divê hûn li vê derê bimînin çimkî ev der welatê we ye. Ev nayê wateya ku her tişt bê kêmasî ye.

Bandora travmayên tehl bahweriya me ya bi hevdû zehmettir dike çimkî li dora we êş û jan heye.

Dema aborî baş dibe mirov dê li şûna ku bibin parçeyekî milîs û komên terorîst dê bibin beşeke ji civakê.

Rast e, meseleya nasnameyê nehatiye çareserkirin lê aborî dikare gelek pirsgirêkan çareser bike.”

“Kesî wekî Sedam nekir”

Stephen Hitchen nakokiyên di navbera Skoçya û Îngilistanê jî bi bîr anîn û got:

“Di navbera civakên me de tundî nebû.

Kesî wekî Sedam nekir ku wî mirov ji cihên wan koçber kirin.

Kesî Îngilîz bi zorê nedanîn ser serê Skoçyayê. Tiştekî wiha nebû.

Komkujiya li ser Kurdan û hewldanên qelskirina nasnameya we ew mîrat e ku ku ji dema Sedam maye.”  

“Qelsbûna Îraqê Kurdan bi hêz nake”

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê li ser pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de wiha axivî:

“Heta niha jî pirsgirêk hene, wiha xuya ye ku meseleya budceyê çareser bûye.

Li gorî min, fikra Kurdan a bi rengê ‘Tiştê ku Bexdayê qels dike dê min bi hêz bike’ pirsgirêke sereke ye.

Stephen Hitchen diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî bihêz e û got:

“Birêz Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî bihêz e, di peymanên siyasî de gelekî baş e.”

“Em aliyê partiyekê nagirin”

Balyozê Brîtanyayê diyar kir ku ew di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de alîgiriya kesî nakin û li pey çû:

“Ez bi Birêz Lahûr, Birêz Bafil, Birêz Qubad û Nifşê Nû (Newey Niwê) re rûniştim.

Hema bêje min bi hemû partiyan re hevdîtin kirin.

Ne gengaz e ku em aliyê partiyekê bigirin. Em di hilbijartinên Îraqê de ne li aliyê ti kesî ne.

Helbet ez bi Mihemed Şiya Sûdanî (Serokwezîrê Îraqê) re û hikûmeta wî re dixebitim.

Dema ez bi hinekan re dixebitim ev nayê wateya ku em li ser heman fikrê ne.”

“Em jî xwediyê cemedaniya Kurdî ne”

Li hêla din, keçeke Barzanî ji Balyozê Brîtanyayê re got, “Eger we taca şahane hebe, em jî xwediyê cemedaniya Kurdî ne” û cemedaniya Kurdî dayê.

Balyozê Brîtanyayê cemedanî da serê xwe û pê wêne girt.

Çima Kurdistan ava nebû?

Ciwanekî ji binemala Şêx Mehmûdê Hedîf ji Steven Hitchen pirsî, “Brîtanyayê 100 sal berê soza serxwebûnê dabû Kurdistanê lê çima ji soza xwe vegeriya?”

Steven Hitchen ev pirs bi vî awayî bersivand:

“Bersiveke tevlîhev a ‘Serbixwebûna Kurdan’ û ‘rola me ya li vê derê’ heye.

Di navbera salên 1919-1923yan de ku mizakereyan berdewam dikir 4 kes hebûn.

Lloyd George, Wilson, Clemenceau û yekî Îtalyan.

Ew neçar bûn biryarê bidin bê ma dê li şûna Osmaniyên ku împeretoriya wan rûxiya çi were.

Wan bi eşkereyî tiştek kir ku dînamîkeke hêzê ya welatên li derdorê ji rewşa li Hewlêr û Silêmaniyê bihêztir bûn.

“Rewşa cîranan rê neda”

Bersiva sereke ya vê pirsê ev e: Rewşa cîranên gelê Kurd rê neda ku dewleta Kurdan were avakirin.

Wê demê gelekî zehmet bû ku Kurd dewletekê ava bikin.

“Kurd ne komeke hevgirtî ne”

Bersiva duyem jî ev e: Dema pirsa ‘gelo Kurd miletek in an eşîrên cuda ne ku bi hev re şer dikin? Ev bersiv dihat ku ‘Kurd ne komeke hevgirtî ne, bi zimanên cuda diaxivin, çanda wan ne yek e û nirxên wan ên manewî ne hevpar in.’”

“Biryar bi hêzên mezin re eleqedar bûn”

Bestûn Osman bi bîr anî ku Îngilîz di nameyên xwe de dibêjin ku Şêx Mehmûd qehramanek e û Steven Hitchen wiha bersiv dayê:

“Hinek Îngilîz difikirîn ku Kurd miletek in û hin wilo nedifikirîn.

Li ser vê nîqaşeke rasteqîn hebû lê rastî ev e: Biryarên ku li ser sînorên Rojhilata Navîn dihatin standin ji şexsan wêdetir, bi hêzên siyasî yên gelekî mezintir re pêwendîdar bûn.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *