RÊWÎTÎYA BER Bİ WELATÊ HÊVÎYÊ VE!

Serkeftin her tim ji bo Kurd û Kûrdîstanê…

Di dehê Nîsanê de ez û hevalekî xwe, me serdana Başûrê Kurdîstanê kir. Em bi hevre li Otobusê suwarbûn me berê xwe da axa azad! Otobus tije mirov bûn giranî rêwîyan karker û tacirên ji Bakûrê Kurdîstanê bûn. Kêm hejmarek jî karkerên Tirk bûn. Zimanên di axifîn Tirkî bû û weke diçûn welatek xerîb. Sedî nodûneh (% 99) weke netew Kurdbûn. Lê mixabin, ne haya wan axa azad ne jî hestên Kurdewarî hebû. Hebû tunebû wê kîsên xwe çewa tije bikin?

Gava ku mirov li rewşa wan tacir û karkeran dinhêre, fîlmekî Emerîkî yê bi navê “êrîşa zêr” (Altına hücum) tê bîra mirov. Weke di fîlm de jî, yên tevir û bêra xwe digire, telîsê xwe davêjin ser pişta xwe û berê xwe didin başûrê kurdîstanê. Hemû hêvî û xeyalên wan wê çewa telîsê xwe tijî pere û zêr bikin. Li kolanan, li bazaran li cîhê kar zimanê tirkî bi kar tînin. Di rê de, di otobosê de, di derî de, li cîhê rawestinê an li seyteran tiştê bala mirov dikişîne, ev karkerên ji Bakûrê Kurdîstanê tên başûr, xwe weke Tirk hîsdikin û wusa jî tevdigerin. Ji xeynî koma cahil û nezanan çend kesên xizmê `rêvîyên çîya` hebûn ew jî dem dem di bin navê rexnan de dijîtî û neyartîya desthilatdarîya Başûrê Kurdîstanê dikirin. Rêwîtîya beşê azad, tu kelacanî bi wan re çênedikir û piranî di bin bandora rûsarî û xemgînîyê de bûn!

Mêjîyekî perçekirî û di bin bandora serdestên xwe de neyartîya birayê xwe dikin. Bêxîretî û nankorîya li hember birayê xwe nîşan didin, mixabin li hemberî dagîrkeran û berdevkên wan nîşan nadin.

Ez bi xwe çend car bûm şahid: Gava cendirmên Tirkan, kontrola nasnameyan dikir, piranîya rêwîyan bi rûken ji dil diaxifîn û nasnameya xwe dirêjî wan dikirin. Lê gava em li seytareyên Kurdîstanê disekinîn (cihê kontrola pêşmergan) ew camêrên rûken, dibûn rûsar û bêdeng. Ev psokolîjîya bindestîyê bi her awayî di rêwîtîyê de xwe nîşan dida.

Tiştê xerîb, hinek kesên dilsoz û girêdayî tevgera serdest bûn, bi awirekî nexweş deskeftîyên Başûr biçûk, bê qîmet nîşan didan. Li hemberî bayê azadî û deskeftîyan êdî nizanbûn bêjin çi! Ji hev re digotin: Heval tu zanî: `em nebin, evanê hanê nikarin seetekê bijîn!` (“Heval biliyormusun, biz olmasak, bunlar bir saat ayakta kalamazlar”)

Di sohbet û helwestên karkeran de, tiştê ez fêrbûm, bandora hinek xêrnexwaz û fesadan zêdetir heye. Ew taşeronên ku karkeran di bin başûr, tirs û alozîyan dixin dilê karkeran û naxwazin ew doza mafên xwe bikin. Li şantîyê an li şirketê, pasaport û nasnameyên wan kom dikin. Kesên ku li gor wan tevnegerin, ji wan re pirsgirêkan derdixin. Ev şikayet û gazin min ji devê karkeran bihîst û gilîyên wan bi piranî di van babetan de bû.

Li vir pêşnîyar û daxwazek min ji Hukumeta Kurdîstanê, ji berpirsîyar û dezgeha alaqata karkerên biyanî û yên beşên Kurdîstanê heye: ji bo fesad û xêrnexwaz bi sernekevin, divê Hukumeta Kurdîstanê sazîyekê an ofîsekê amade bike ku ew kesên ji derve tên Kurdîstanê bi wan re mijûl bibe, pirsgirekên wan çareser bike û hêvîyekê bide wan ku li axa azad tu hêz û tu kes nikare li ser wan tadeyê bike an jî wan bixe bin bandora xwe. Divê hemû karkerên ji derve tên, bizanibin mafê wan heye û karibin her tim gilî û neheqîyên tên serê wan li wê dezgehê bînin ziman. Ev dezgeh, dikare mehê carekê, serdana şantîyan bike û problemên karkeran gohdar bike bê ka gilî û gazinên wan heye an na? Ez bawerim ji gelek alîyan ve wê feyde çêbibe. Li ser axa azad, ji xeynî Hukumeta Kurdîstanê divê tu desthilatdar tunebin û rê nedin ku hevalbendên xirabîyê bi serkevin.

Karkerên ji bakûr tên zimanê Tirkî bi xwe re tînin û li cihê kar û bazarê serdest dikin. Divê hestê netewî bi wan bidin zanin ku werin Kurdîstana azad, divê zimanê fermî kurdî fêr bibin. Yên wan fêr bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin, sazî û dezgehên Kukumeta Kurdîstanê ye.

Problema duyem, îşkence û zilma li ber derîyê Xelîl Brahîm e. Gava mirov ji başûr ber bi Bakur vedigere, li gumruka Tirkîyê îşkence û zehmetîyên mezin dest pê dikin. Rayedarin tirk, tunebûna tora înternetê dikin mane û bi seetan rêwîyan li ser pirê asteng dikin. Her tim dibêjin: “sîstem tune ye!” Ew kesên nezan û cahil û hinek jê jî xêrnexwaz, sedemên sekinandin û alozîyan pêşmergan nîşan didin. Divê rayedarên Hukumeta Kurdîstanê û berpirsîyarê gumruka Xelîl Brahîm her tim hişyar bin û dem dem agahdarî bide rêwîyan ku sedema sekinandin û astengîya derî ji alîyê Tirkîyê ve derdikeve. Bila rêwî nerazîbûn û gilîyê xwe ji berpirsîyarên tirk re bikin… Ger di tirsin gilî û gazinên xwe nakin, wê gavê bila li Hukumeta Kurdîstanê neheqî û xayintîyê nekin.

Ji bo ewleqarîya Kurdîstanê çi pêwîst be divê bi cîh bê û li ser bêsekinandin. Kurdîstan ji hemû alîyen ve hatîye dorpêç kirin. Divê tu carî dilê dijmînê Kurd şad nebe. Em dizanin hinek hevalbend û xwefiroşên bêesil, dixwazin deskeftîyên Başûr têkbiçe. Ji ber vê yekê her Kurdekî dilsoz û neteweperver divê bi ruh û can li berjewendîyên Kürdîstanê û li deskeftîyên bi dest ketine xwedî derkeve.

Rayedar û xebatkarên Hukumeta Kurdîstanê bi her awayî bibin nimûne û stêrkên hêvîya demokrasîyê. Divê gel bi wan bawer be û hêvî û ewlekarîya xwe pispêre wan. Divê ew ji rayedar û xebatkarên dagîrkeran cûda bibin û di pratîkê de ferqa xwe nîşan bidin…

Kurdîstan her ku diçe, di warê demokrasîyê de, dibe dergûşa pir rengî û pir dengîyê.

Ez bawerim, wê di salên nêzîk de, di warê hilberîn û avedanîyê de bibe nimûne. Min salek berê, dîsa di meha Nîsanê de serdana Kurdîstanê kiribû. Guhertinên di nav salekî de gelek bûn. Bi rastî ev hêz û geşbûn mirov kêfxweş dike. Heta ku fersenda min hebe, weke prensîb, salê carekê ezê biçim Başûrê Kurdîstan û axa azad tewaf dikim. Ji xeynî vê armancê heta niha tu karekî min yê şexsî û tacirî çê nebûye. Ji ber vê yekê, ez her diçim, bi çavekî welatparêzî li guhertinan dinhêrim û rexne/pêşnîyarê xwe jî vekirî dibêjim.

Kürdîstan mala me ye û divê em bi her awayî lê xwedî derkevin û nehêlin dijmînê gelê Kurd bi serkeve. Ji ber vê yekê her Kurdekî neteweperver, divê li hemberî deskeftîyên Başûr bi pîvan û xwedî ûjdan be; rexne û dîtinên xwe bi zimanekî çêkir bi kar bîne.

Li ser tora înternetê, li ewropa an li welatekî din, divê meriv şert û mercên Kurdîstanê û wan welatan nede ber hev. Lewra her tişt divê li gor şertên têde ye bê nîrxandin.

Bi hêvîya rojên azad, ez carek din roja xebatkar û karkeran pîroz dikim. Bi taybetî jî yên li Kurdîstanê.

Encamên hilbijartinan hê diyar nebûye, lê ji hemû partîyên Kurdîstanê re serfirazî dixwazim. Ez hêvîdarim ku di encama hilbijartinan de dengê Kurdîstanî û xebatên serxwebûnê, wê li Baxdayê zêdetir deng vede û di bin serokatîya Birêz Mesûd Barzanî de, bi tîpên zêrîn, wê navê Kurdîstanê di rûpelên dîroka dewletên dunyê de bê nivîsandin.

Serkeftin her tim ji bo Kurd û Kûrdîstanê…

Cano Amedî 01:05:2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *