Ayetên Qur´anê çi dibêjin? 1,5milyar musulman, çi anîne serê kurdan? Ferqîyeta Apartheidê û Îslamizmê- Kemalizmê- Baasizmê! 

Siddik BOZARSLAN

Eger mirov tenê li van du Ayetên Qur´anê (Sûreyê Rûm, Ayet 22: ”Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê da jibo mirovên zana ders û îbret hene.” Sûreyê Hucûmatê, Ayet 13: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.” binêre û kirinên dagirkerên Kurdistanê wek Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye ku li ser kurdan pêkanîne, muqayese bike; mirov bi awayeke zelal dibîne ku van nîzaman di eslê xwe da Qur´anê û dînê îslamê jî avêtine bin pîyên xwe û loma ew di emelê xwe da jî Xwedênenas in.

Di vê hevoka dawîyê da (´Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.´)  zelal xuya dibe ku ew kesên an civatên ku şexsîyetên xwe neparêzin, qîmeta wan li cem Xwedê jî nîne. Yanî kesên ku nasnameya xwe ya kurdînîyê naparêzin û jibo dewletbûna xwe nakevin nava têkoşînê, tu qîmeteke wan nîne û ew bixwazin nexwazin dê wek koleyan bijîn ku îro ew têda ne. Li gora vê hevoka dawîyê û bi giştî her du ayetan, ew kurdên me yên ku jibo qewmên dî dixebitin û çêkirina dewleta kurdî jibo xwe naxwazin, ew musteheqê koletîyê ne.

Lê helqeya nejadperestîya ku di pîleya hovîtîyê da hatîye serê kurdan, bi çarçoveya çar dewletên kolonyalistên Kurdistanê ve bi sînorkirî nîne. Digel zulma van çar dewletan, 64 welatên musulman (di nav wan da FKO jî heye ku temsîla filistiniyan dike  û digel Filistinê 22 dewletên erebî bi 400 milyon nufûsa xwe) ku xwedî 1,5 milyar nufûs e û endamên Yekîtîya Îslamê ne; heta nuha qet li dijê van dagirkeran tiştek negotine. Her wekî ku Konferansa Yekîtîya Îslamê li hemberî Jenosida Halepçeyê xwe ker û lal û kor kirin, hovîtîya van çar dewletan tenê temaşe kirine. Lê divê em li vir navê gorbihiştê M. Kaddafî bibîr bînin ku ew yek serokdewletekî bû ku doza serxwebûna Kurdistanê diparast û di wî derbarî da dîtinên xwe di çarçoveya navdewletî da jî didan zanînê. Ji ber  ev sedsal e ku van zaliman zimanê kurdî qedexe kirine, hebûna milletê kurd qedexe kirine, mafên demokratik û neteweyî yên kurdan qebûl nakin û teda û zulma nedîtî li ser gelê me domandine û wd

Li vir divê em bi tîpên sor û mezin helqeyek çêkin û di nav wê helqeyê da bidin xuyakirin:

Ew nejadperestîya ku li Başurê Afrikayê bi navê ´Apartheid´ê hatibû naskirin û derdora 50 sal li jîyanê mabû, sipîyan ji reşikan ra digotin:

Em sipî ne û hûn jî reşik in, rengên çermên me ji hev cîyê ne û loma divê em digel hev nejîn. Yanî taxên me yên jîyanê divê cîyê bin, otelên we, sinema, nexweşxane, dibistan, mekteb, zanîngeh divê cîyê bin, tren û otobusên ku sipî bi wan rêwîtîyê dikin, divê reşik bi wan rêwîtî nekin, divê ew nerin aşxane, restorant, kehwexane, kafeterya xwarin û vexwarinê nexwin û venexwin ku sipî li wir dixwin û vedixwin.”

Lê ji sala 640î virve civata kurdî ketîye bin rêvebirîya nîzama îslamê. Di encamê da ev bûye 1380 sal ku rêvebirîya nîzamên îslamî yên ereb, ecem û tirlk li ser civata kurdî hukum kirine û di çarçoveya nejadperestîya di dereceya hovîtîyê da ji kurdan ra weha gotine:

”Divê tu digel min bijî, lê divê tu zimanê xwe, kultûra xwe bihêlî, înkar bikî, neparêzî; bi zimanê min, bi kultûra min bijî. Yanî divê tu bibî wek min, bibî tirk, bibî ecem, bibî ereb. Divê tu xwe înkar bikî. Divê tu dev ji xwe berdî. Jibo jîyanê rîyeka te ya dî tune.”

Li Tirkîyê, li Îranê, li Îrsaqê (her çiqas di destûra Îraqê ya 1958an da hebûna kurd û zimanê kurdî bi resmî hatibe qebûlkirin jî) û li Surîyê ji kurdan ra weha hatîye gotin:

”Li Tirkîyê, li Îranê, li Îraqê û li Surîyê hemî kes wek hev in. Ji tu grubeke dînî û etnikî ra cîyêwazî nayê naskirin. Hemî kes dikarin di karên kamûyê (giştî) da xizmet bikin. Hemî kes dikarin bibin mamoste, esker, zabit, general, walî, gelwekil, wezîr, serokwezîr, serokcumhur.. Lê her kes divê tirk be, ecem be, ereb be; ne ku kurd be… Yanî wek kurd tu nikarî bibî tu tiştek; lê wek tirk, wek ereb û wek ecem tu dikarî bibî her tişt!..”

Gelek vekirî û zelal e ku ev politika, pêvajoya tunekirin (imha) û kedîkirinê (asimilasyon- pişaftin) ye ku hatîye ajotin û ev jî nejadperestyîyek e; lê nejadperestîya di eyara hovîtîyê da ye ku ji politika ´Apartheid´ê pir pir dijwartir û xirabtir e. Navendên Ankara, Tahran, Baxda û Şamlê, bi dehsalan vê politika xwe ya sextekarîyê bi gelek sazîyên navneteweyî (Yekîtîya Ewrupayê, Konseya Ewrupayê, Koma Miletan û wd.) jî dane qebûşlkirinê. Tê zanîn ku di vê çarçoveya sextekarîyê da bi salan e ku heqaretên mezin li kurdan hatîye kirin, biçûkxistina kurdan li pêşberî raya cîhanê hatîye raxistin.

Li jêr wek hun dê bibînin, numûneyên koletîya ne bi navlêkirî û nejadperestîya ku dîsa ne bi navlêkirî ji alîyê kargêrîyên musulman ve li ser civata kurd di radeya hovîtîyê da hatine karanîn; bi hezar caran ji politikayên apartheidê (nejadperestîyê) û koletîyê xirabtir in; ew pêvajoya ku 1380 sal e li ser hukum e, hê jî bi hovîtîyeke nedîtî berdewam e. Loma li vir ez pêwist dibînim ku hin resmên hovîtîyê ku di jîyana civata me da cî girtine, raxînim pêşberî we hêjayan du ku nifşên nû ji wan resmên îbretê dersên giring bistînin.

Nejadperestîya Îslamîstan di bin sîya şûran da hatine Kurdistanê

Wek tê zanîn civata kurd heta salên 640î ne musulman bû.  Di 640î da bi fermana Xelîfe Omer du ordîyên ereb rêkirin ser Kurdistanê. Fermandarîya ordîyek Îmam Hasan û Kesem Binî Abbas û ya dî jî Abdullah Binî Omer û Ebû Ûbeydî Ensanî dikirin. Wezîfeyên wan fermandaran ew bûn ku herêmên Kurdistanê wek Şehrîzor, Pave, Kirmanşah, Hemedan, Mazan, Dîran têxin bin dagirkerîya xwe.

Di  despêka şerên van herêman da kurdan baş li ber xwe dan. Lê mixabin di dirêjajotina şer da kurd bi ser neketin. Gelek bajar, qesebe û gund hatin şewitandin û wêrankirin. Qirkirineke mezin çêbû, mal û milkê xelkê hatin talankirin. Bi taybetî qirkirinên ku li Şehrîzor û Pave hatin pêkanîn, di dereceya hovîtîyek da bûn. Yên ku dîl ketin ango teslîm bûn; bebikên qumatekê jî di nav da cinsên nêr (mêr) hemî hatin kuştin û cinsên mê (jin) jî wek koleyan hatin bi karanîn. Bi ferman û destûra Xelîfe Omer, fermandar Abdullah Îbnî Omer li herêma Pave, jibo ordîya xwe û keç û jinên dîlketî avahîyên (xan-qesir) mezin çêkirin û li wir cîwar bûn. Wer bû ku di demeka dirêj da li wan avahîyan nifşeke (nesil) melez (pîç) çêbû.

Di derbarê van qirkirinên ereban da hin wesîqe bi dest ketine. Yek ji wan wesîqeyan li herêma Hezarmerd, di encama kolandinek da bi dest ketîye ku helbestek li ser çerm hatîye nivîsîn. Hatîye tespîtkirin ku ev helbest, di sedsala VII. da hatîye nivîsîn ku naveroka wê li ser qetlîamên ereban e. Ji ber ku ev helbest li ser çerm hatîye nivîsîn; di eynê wextê da wesîqeyeka ewelîn a nivîskî ye û loma giring e. Beşeka (8 malik) vê helbestê, Tirkîya wê min di pirtûka xwe ya bi leqebnavê Botan Amedî da di bin navê ”Dîroka Kurdistanê û Kurdan”, cild I. da weşandibû. (Botan Amedî, Dîroka Kurdistanê û Kurdan, Cild I. W. Firat – Dîcle, Stanbol 1991, r. 152) Li vir ez Tirkîya wê werdigerînim kurmancî û li jêr wê pêşkêşî we hêjayan dikim. Kurmancîya van malikan weha ye:

”Perestgehan (îbadetgehan) xirab kirin, malan (ocaxan) kor kirin (vemirandin), /Mezinê mezinan hat înkarkirin, / Erebên zorker, heta Şehrezorê / Hemî gundan wêran kirin, / Keçan, jinan êsîr (dîl) kirin, / Kesên cengawer di xwîna xwe da xeniqîn, / Bawerîya Zerdûşt bê destek (piştevan) ma / Êdî Hurmûz alîkarîya kesek nake.”

Bêguman Hêzên ereb ên dagirker, qîma xwe bi qetlîamên fizikî û wêrankirina axa Kurdistanê neanîn. Wan li Hamedan, Şehrezor, Kirmanşah, Mudayîn û li gelek herêmên dî, bi hezaran cildên pirtûkan ku li kitêbxaneyan hebûn, hemî şewitandin. Bi vê hovîtîya xwe ereban belge û wesîqeyên dîroka civata kurda ya sed salan û hezar salan tune kirin, kirin xwelî. Ereban, bi van kirinên xwe yên hovane; ne tenê xwestin musulmantîyê bînin herêmê, wan dixwest ku tevayîya civatên herêmê bikin ereb. Loma di despêka van qetlîam û hovîtîyan da xezîneyên dîrokî yên civatên herêmê ji navê rakirin. Paşê di nav pêvajoyek da navên zilam û jinên xwe li kesên herêmê kirin û hêdî hêdî ber bi erebkirinê ve meşîyan.

Em bi hêsayî dikarin bêjin ku qasî ku camî li Kurdistanê hene, hewqas li welatên ereban tune ne. Ev jî  bêsemed nîne û lazim e li ser wê lêkolîn û nirxandin were kirin. Mesela, Qiralîyeta Erebistana Saudî an Emîratên Ereban ên Yekbûyî ango kargêrîyên welatên ereban bi tevayî, pir îhtîyacê pê nabînin ku zêde camî û minareyan çêkin. Semedeka herî girîng ew e ku ev dîn, dînê wan e û bi zimanê wan ji wan ra xîtabê dike û ew bixwe xwedî axa xwe ne û desthilatîya xwe bi xwe bi rêve dibin. Loma ew ji lazimîyê zêdetir pêwist nabînin ku camî û minareyan bîlasebeb çêkin. Lê balkêş e ku eynê desthilatdarê ku li welatê xwe zêda camî çênakin; ew bi hin rîyan pere dişeyînin derdorên dî û li wan deran zêdetir camî û minare didin çêkirin. Di vir da bê  guman faktorên sîyasî û bazirganî rolên mezin dileyîzin.

Jibo bazara xapandinê cîyên herî zêde bikêrhatî, ew cî ne ku ne xwedîyê desthilatdarîyê ne. Di serê van cîyan da jî axa Kurdistanê tê. Ji ber ku kurd, wek civat xwedîyê desthilatdarîya axa xwe nîne. Ew, di bin kargêrîya tirkan, ereban û eceman da ye. Di çarçoveya navdewletî ya îroyîn da ew dewletên ku wek Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye tên binavkirin; her yek ji wan parçeyeka Kurdistanê di bin kontrola xwe da hiştine û li Kurdistanê wek desthilatdarên dagirker vê sistema xwe domandine û dixwazin her wiha bidomînin. Em hemî pê dizanin ku ev çar dewlet û desthilatdarên wan musulman in û dema gotin bê gotinê pesnên xwe yên îslamîyê derdixin pêş.

Qehremanîya Kurdên Kela Dimdimê 

Şahê Safewî Şah Abbasê II. (1585- 1628), bi hêzeke mezin êrîşî Kurdên Bradostî kirin ku paytextê wan Kela Dimdimê bû. Serokê kurdên Bradostî Emir Xanê Destzêrîn (Xanoyê Destzêrîn- çengzêrîn), li hemberî ordîya Îranê bi mehan şer kirin. Lê ji ber ku teqemenîyên kurdan qedîyabûn û ava wan ya vexwarinê jî nemabûn, di encamê da kurd têkçûn, lê teslîm nebûn. Dema ordîya dagirkerîya Îranê dikevin nav keleyê; dibînin ku hemî zilamên kurd xwe kuştine û hemî jinan jî li cîyên bilind ên keleyê xwe bi benan daleqandine û dawîyê li jîyana xwe anîne. Bi vî awayî, yek kurdekî/a biradostî nexwestîye ku bi zindî bikeve destê dijminê xwe yê dagirker û bi destên xwe dawî li jîyana xwe anîne.

500 sal berê be jî Kurdên Bradostî zanibûne ku her rojeke wan yê bindestîya Îranê, ji mirinê xirabtir e, wan bixwe dawî li jîyana xwe anîne. Ji ber ku ew bi şîar û slogana ”Ji serxwebûn û azadîyê bi rûmettir tiştek tune.” bawer kirine û li gora wê şîarê ketine nav hewildanê û di encamê da dawî li jîyana xwe anîne. Haydarîyên vê bûyerê di Romana Kela Dimdimê da hatîye behskirin ku ji alîyê nivîskarê kurd yê gorbihişt Ereb Şemo ve hatîye nivîsîn. (Ereb Şemo, Kela Dimdimê, W. Roja Nû 1983 Swed)

Di vî derbarî da haydarîyên Minorski jî hene. Minorki di kitêba xwe ”kurdan” da nivîsîye ku bûyera Kela Dimdimê, bûyereka rastî ye û bûye malê dîrokê û loma di derbarê wê bûyerê da gelek dastan û kilam hatine gotin. Minorski dibêje ku Kela Dimdimê, li nêzîkî Çemê Branduzê û dikeve başurê Urmîyê (nuha îranî jê ra dibêjin Rizaîye). (V. V. Minorski, kürtler, Komal Y. 1977 İstanbul, s. 42)

Bê guman ev bûyer, hestên nasnameya kurdevînî û Kurdistanevînîya Kurdên Bradostî di sewîyeya herî bilind da yanî di tîtalekê da nîşanî me û dijminên me yên hov daye. Wek gelek xwendevanên kurd pê dizanin, filma ”Hezar Canfîdayên Sipartayî” ya qehremanîyê wek belgefilmek li dinyayê nav daye û bûye malê dîroka wî gelî. Lê ji ber ku kurd heta nûha nebûne xwedîyê dewleteka serbixwe; ji wan ra firsend çênebûye ku berxwedan û qehremanîya Kurdên Bradostî bibe rêzefilmên belgeyî û lehengîya bapîrên me, dê û bavên me, keç û xortên me, bi neslên nû û bi dinyayê nikaribûne bidin nasîn.

Şêx Mehmudê Nakşîbendî Çima li Dîyarbekrê hat îdamkirin 1639

Sultanê Osmanî Murat IV. di 1639an da dema ji sefera Îranê vedigere, li Dîyarbekrê Şêx Mahmud îdam dike. Şêx Mahmud, li herêmê wek ´Şêxê Rumîye´ ango ´Hadrat-i Aziz´ hatîye naskirin. Ew, berê li herêma Urmîyê bûye. Di 1605- 1607an da dema rêbirîya Urmîye dikeve bin fermandarîya safewîyan; Ş. Mahmud ji tirsan mala xwe bardike dihere herêma Dîyarbekrê cîwar dibe. Ji ber ku li herêmê Ş. Mahmud navdar dibe û bi dehhezaran murîd li dora wî kom dibin; ew rewşa wî sultanê osmanî Murad IV. ditirsîne û loma ew dibe qurbana tirsa hukmê Stanbolê.

Li ser vê bûyerê gelek kesan nivîsîne ku li gora tespîtên Kurdologê hêja yê Hollandî Martin van Bruinessen van kesan Evliya Çelebî, Naima, Katib Çelebî û Peçevî bûne ku wan hemîyan wê îdamê bûyereka herî giring a wê salê bûye. Bruinessen dibêje ku tesîra Şêx Mahmud a politik gelek mezin bûye û li gora gotegotan wî ´Serhildaneke Mehdist´ pilan kirîye ku li darxe. Sultan Murad IV jî piştî ku li dijî Îranê bi serketîye û digel Îranê Peymana Qesra Şîrîn çêkirîye; êdî ew sînorê osmanî li hemberî safewîyan xistîye bin ewleyîyê û zivirîye pirsên navxweyî û ji tirsa xwe Şêx Mahmud rêkirîye ber darê sêpikê (îdamê).

Bruinessen dide xuyakirin ku piştî îdamkirina Şêx Mahmud, wezîfedarên osmanî li hemî avayîyên Ş. Mahmud qontrol kirine da ku teqemenî û alawên şerkirinê hene an na; lê qet tiştek nedîtine. Ev jî tê wê maneyê ku sultanê osmanî, tenê li ser gotegotên ku bihîstîye, bi neheqîyek Şêx îdam kirîye. Ev bûyera îdamê, wek bûyereke mezin li hawirdorê belav bûye heta erdê Macaristanê.

Li gora haydarîyên ku Bruinessen ji seyahatnameya Evliya Çelebî û çavkanîyên dî civandîye; Şêx Mahmud, wextek digel bav û kalê xwe, li nik Şêx Ahmed li herêma Urmîye jîyaye û wek Şêxê Nakşîbendî tesîra wan li ser kurd û azerîyên sunî gelek bûye û di nav wan da gelek murîdên wan çêbûne. Lê herêma Urmîye ku li ser Azerbaycanê bûye, di 1605- 1607an da dema dikeve bin kargêrîya safewîyan, hukmê osmanî li wir namîne. Şêx Mahmud jî wer xuya dibe ku ji hukmê safewîyên elewî tirsîyaye da ku belayek were serê wan; ew ji wir barkirîye hatîye herêma Dîyarbekrê cîwar bûye. Di nav deh (10) salan da navdarîya Ş. Mahmud gelek belav bûye û bi hezaran murîd li dora xwe kom kirîye.

Ev tesîra şêxê Neqşîbendî hatîye radeyek ku hin kesan gotine ”400.000 murîdên wî hene” û hin kesan jî gotine ”40.000 murîdên wî yên canfîda” hebûne ku hemî ji tebeqeya jêr bûne û bi vîna şêx ve girêdayî bûne. Hatîye gotin ku Tekkeya Şêx, bûye navendeka giring ku gelek bazirgan û fermandar hatine dawa wî maçî kirine ku van zîyaretan ji Tebrîzê, Erzurumê, Rewanê, Musulê, Ruhayê, Wanê û gelek derên dî bûne. (Martin van Bruinessen, Kürdistan üzerine yazılar, İletişim Y. 1992 İstanbul, S. 54 – 57)

Wek em di vê bûyerê da dibînin, bi sedan, bi hezaran numûneyên weha li Kurdistanê qewimîne ku her yek ji wan numûneyan bi xwe ra malxirabî û malwêranîyeke mezin anîye ku ew ji ber nehebûna dewleteka kurdî encam dane. Eger Kurdistaneka serbixwe hebûya; guman tune ku van bûyerên trajediyê dê neqewimîyana û nebana sedem ku civata kurdî serubino nebûyana û berewajê wê dê pêşveçûn çêbibûna

Eger em van mînakên jorîn bi awayeke giştî bicivînin ser hev, em dikarin bigihîjin encamek ku jibo nifşên nû, têra xwe dersan dikarin jê derînin. Di dîroka mirovatîyê da mirov dikare bêje ku nejadperestî, herî zêde xisarê daye reşikan, çermsoran, cihûyan, ermenan û kurdan . Lê di eslê xwe da nejadperestî, wek çekê îdeolojik yê cudaxwazîyê, xisarê dayê tevayîya cîhanê û hemî mirovên li cîhanê nesîbên xwe jê standine û mixabin ev ideolojiya qirêj û gemarî hê jî li ser kurdan tê bikaranîn.

Wek di beşekî dî da bi mînakên piralî hatîye nîşandan; ji salèn 640î virve, yanê 1380 sal e ku xisara herî zêde li ser civata kurd hatîye kirinê, xisara îslamîyetê bi xwe bûye. Dîsa politika Sistemên Tahranê, Ankarê, Baxdayê – ji 1992yan virve rewşa Hewlêra Paytext wek rewşeke “de facto” derxistîye meydanê û nuha bi kulekî be jî sistemeke federalî di navbera Baxda û Hewlêrê da heye ku divê ev beş were cudakirin ji sistemên kolonyalizma welatê me- û Şamê ku sedsal e li ser hukum in; ji politika nejadperestîyê pir pir xirabtir û dijwartir in; numûneyên vê politikayê piralî li jêr dê werin raxistin.

Nivîsar Didome /Siddîq Bozarslan

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir