Arşîvên Rûsya ên Kurdolojîyê gîha ber destê Lêkolînvan û xwendevanên kurd

Arşîvên Rûsya ên Kurdolojîyê (koleksîyona Aleksander Jaba) gîha ber destê Lêkolînvan û xwendevanên Kurd.

Ji arşîvên Rûsya ên Kurdolojîyê koleksîyona Aleksander Jaba tev gîha Unîversîta Mêrdîn artûklû enstîtûta zimanên zindî şaxê makezanista ziman û çanda Kurdî.
Wek tê dizanîn ev demek bû ku me xebat dikir ku em arşîvên Kurdolojîyê ên li Rûsya bînin ber deste lêkolînvan û xwendevanên Kurd ev xebata me berya demekê gîha encama xwe û di roja 21.12 2013 tev Koleksîyona Aleksander Jaba gîha Unîversîta Mêrdîn artûklû enstîtûta zimanên zindî şaxê makezanista ziman û çanda Kurdî.

Ev demeke dirêj bû ku em li ser karê bi destxistina arşîvên Rûsya ên Kurdolojîyê, bi teybet ên wek koleksîyona kurdologê navdar Aleksander Jaba bi dest xin me xebat dikir. Berya çend meh berê ez li gel cîgirê rektorê Unîversîta Mêrdîn artûklû serokê enstîtûta zimanên zindî şaxê makezanista ziman û çanda Kurdî prof. Dr. Kadri Yıldırım me serdana Mosko û St.Petersburgê kir, me li gel Akademîya zanistî a Rûsya her weha li gel beşê Kurdolojî ê akademîyê hevdîtin pêk anî paşe li St.Petersbûrgê me li gel kitêbxana millî a Rûsya beşê destnivîsa ku yek ji 5 kitêbxanên cîhanê mezin tê hesêb hevdîtin pêk anî piştî xebateke dur û dirêj me ligel wan peyman îmze kir ji bo bi destxistina koleksîyona Aleksander Jaba. Piştî peymanê bi bi cend meha heta ku arşîv tev kopî kirin. Ku berya demekê karê kopîkirine xelas bû, ez li gel Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê Prof. Dr. Serdar Bediî Omay û cîgirê rektorê Unîversîta Mêrdîn artûklû serokê enstîtûta zimanên zindî şaxê makezanista ziman û çanda Kurdî prof. Dr. Kedrî Yıldırım ji bo stendina Arşîvan me serdana St.Petersburgê kir û roja 21 12 2013 me protokola bi destxistina arşîvan îmze kir û arşîv wergirt.

Arşîv ji 54 beşan pêk tê û 4017 rupelin. Koleksîyona Aleksander Jaba heta nuha dest nehatibû dayin û cara pêşine ku me ev arşîv bi dest xist û ji nuha pêve emê li ser xebatê bikin. Arşîv têra bi sedan tezên zanistî dike ji nuha pêve êdî mamoste û xwendevanên Unîversîtê wê bikaribin li ser van dokûmentana kar bikin. Wek tê dizanin Aleksander Jaba kurdologekî bi nav û denge, ew konslosê Rûsya Qeyserî li baja Erzrûmê bû di dema li Erzrûmê bûye ew bi iırsa Kurdî mijûl bûye û wê demê li gel gelek Kurdên navdar ên wê deme ên wek Melle Mehmûdê Bazîdî û gelekî din têkilîyên wî hebûn wî gelek berhem danê hev her weha ji bo koleksîyona xwe gelek berhemên li ser Kurdan bi perên xwe kiriye ji ber wê koleksîyona wî gelek dewlemende.
Her weha nuha xebata me ji bo bi dest xistina arşîvan berdewame em nuha li ser arşîvên Minorskî dixebitin ji bo bi dest xin, li gel wan nuha me li hevkirinek pek anîye ew ji di protsesê deye ku wê jî bînin Mêrdîn..

Wek tê di zanîn dîroka Kurdan heta nuha bi awayeî fireh ronî ne bûye, tiştên heta nuha jî hatine nivîsandin bêhtir rojhilatnasên van welatên hesabê wan liser kurdistanê hebûye hatîye nivîsandin. Mala wan ava tevî ku gelek berhemên hêja ên kurdologên wek Mînorskî ,Xalfîn, Orbelî, Lazerev, Hasretyan, Jigalîna û gelekî din ji mere hiştine jî, lê tevî van tiştana gişan jî van rojhilanasên bi nav û deng her dem li pirsa kurdistanê di çarçeweya berjewendîyên welatên xwe de nerîne. ji ber Wê ji bidestxistin û ronikirina arşîvan ji bo Kurdan gelekî girînge. bi teybet arşîvên welatên ku hesabên wan li ser Kurdistanê hebûne ên wek Rûsya, Îngilîz her weha ên Turkîyê û Îranê. Bi qasî ez dizanim ku min di demên berê de, dema teza xwe ya doktorayê hazir dikir dor salekê li arşîvên wezareta derve a Rûsya Qeyserî û wezareta derve a Sovyetê kar kirîye, li arşîvên Rûsya bi hezaran dokûment li ser pirsa Kurdistane hene. ji bo bi dest xistina wan be guman karekî bi sebir û zanistî divê her weha wext dixwaze. Em bi hêvînin ku ji nuha pêve emê bikaribin hêdî hêdî arşîven li ser Kurdan bi civînin.

Aleksander Jaba Kîyê ?
Alexander Auguste Jaba an bi awayekî din August Dementievîç Jaba (bi Polonî: August Kosciesza Zaba)
Ew di sala 1801 de li Kraslavê di malbatek katolîk arîstokrat de ji dayik bûye di navbera salên 1824 -1828 de li Unîversîta vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê xwendiye. Piştre di konsolxaneyên Rûsyayê de li Yafa, Selanîkê û Smyrna (navê îro, Îzmîr) xebitiye. Ji sala 1848 heta sala 1866 an li Erziromê bûye konslê Rûsyayê.

Di salên 1853- 1856 de ketîye şerê Kirimê paşê disan vegerîya ye Erziromê, Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirîye bi vê munasebetê Li wir dostaniya wî bi Melle Mehmûdê Bazîdî, Ehmed Xan û gelek zanayên Kurd re çê dibe, û mirov dikare bêje ev dibe sebebên ku wêjeya kurdî zengîntir dibe. Li ser adet çîrok û edebyata kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860’ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirın heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna alimê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bayezîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894’an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.

Alk.Doç.Dr. Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com

– See more at: http://www.rojevakurd.com/kultur/14925-Arvn-Kurdolojy-gha-ber-dest-lkolnvan-Kurd.html#sthash.yRStQm1K.dpuf

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir