AMED – Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê dest pê kir: Hewlêr û Dihok jî li wir in

Li Amedê 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê bi serpereştiya Odeya Bazirganiyê ya Amedê dest pê kir.

Di merasîma vekirinê de Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw, Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, parlamenterên DEM Partiyê, ji odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Hewlêr û Dihokê nûner, cotkar û ajeldar beşdar bûn.

Pêşangeha ku ji 81 parêzgehan 314 kompanya beşdar in û dê heta 4ê Gulanê vekirî be.

Armanca sereke ya pêşangehê hevnasandina teknolojiya çandinî û ajeldariyê bi cotkar û ajeldaran e.

Li Amedê 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Mezopotamyayê deriyê xwe ji cotkar û ajeldaran re vekir.

Pêşangeh ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê ve tê birêvebirin û ji 81 parêzgehan 314 kompanyayên çandinî û ajeldariyê yên ku amûrên çandinî û ajeldariyê berhem tînin û difiroşin beşdar in.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya li ser pêşangehê got:

“Bajarekî ku di hafizeya wê ya dîrokî de ekonomî nebe ne pêkan e ku bipêşdeçûneke berdewam bi dest bixe.”

Di serpereştiya Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw de tevî nûnerên odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Hewlêr û Dihokê şandeyek ji Herêma Kurdistanê jî wekî vexwendiyên pêşangehê û ji bo danûstandin û xurtkirina pêwendiyên her du aliyan beşdarî pêşangehê bûn.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw da zanîn:

“Li gel xoşewîstan li Ameda xoşewîst im.Hêvî dikim ku ev pêşangeh û ev tevlîhevbûna odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Amed û Hewlêrê di asta herî bilind de rêya başbûna pêwendiyan veke.”

Armanca sereke ya pêşangehê hevnasandina teknolojiya çandinî û ajeldariyê bi cotkar û ajeldaran û berfirehkirina bazara çandinî û ajeldariyê ye.

“Me xilas nake”

Ji Çînê jî kesek beşdarî pêşangehê bû.

Xwediyê kompanyayeke beşdar Remezan Uyanik jî got:

Me motor û bîçerên pemboyê aniye û em difiroşin lê xweş nayên firotin.”

Xwediyê kompanyayeke beşdar Hecî Silhedîn Unal jî anî ziman:

“Kredî zêde bûye, bank nadin, faîz zêde bûye. Cotkar nikarin bistînin.”

Di roja yekem de cotkar û ajeldarên ku çûn pêşangehê ji nirxê amûrên teknolojiyê bi gilî bûn.

Ew dibêjin pêwîstî gelek in lê ji ber rewşa xirab a aboriyê cotkar û ajeldar tenê bi temaşekirina amûran serdana xwe bi dawî tînin.

Cotkarê bi navê Yasîn Guzelsoy jî anî ziman:

“Bi Xwedê ez hatime motorê bistînim lê rewşa me xirab e, pir biha ne. Ev me xilas nake. Yanî rewşa me ne xweş e. Cotkarî li ser me giran bûye.”

Cotkar Îhsan Suleymanoglu jî da zanîn:

“Em nikarin motor û malzemeyan bistînin. Ji aliyê ajeldariyê ve jî wisa ye, êm biha bûye.

Kesek nikare ajelan xwedî bikin. Kesên ajelên hebûn jî ji destê xwe derxistin, firotin.”

Yek ji beşa herî rengîn a pêşangehê lidarxistina pêşwaziya karên herî bedew bû.

Ajeldarên ku bi bedewiya karên xwe pileya yekem bi dest xist bi nîv zêrekê hatin xelatkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *