”Agir ji zulma eskerên Kemal Paşa xweştir e!”

”Di sala 1925an da, piştê şikandina bizava Şêx Seîd, leşkerê tirk bi fermana diktatorê Selanîkî Kemal Paşa ket Kurdistana Jorîn, dest bi qetlîama kurdan û şewitandina gundên wan kir. Eskerên Kemal Paşa ji alîyek ve gelek kurd bi zincîr û werîsan bi hev ve girêdidan û wek pezê ku ber bi qesabxanê tê ajotin, dibirin li devê newalan û li ber zinaran didan ber gule û singûyan dikuştin; ji alîyekî dî ve jî agir davêtin gelek gundên kurdan û digel jin û zarûk û heywanên wan dişewitandin.

Yek ij qumandarên ku bi fermana dîktatorê Selanîkî Kemal Paşa ew qetlîamên barbarkî dikirin, navê wî Elî bû. Ji ber barbarîya wî ya bêsînor û harîtîya wî ya bêdûwayî, gelê kurd navê wî danîbû ´Elî Barût´ û ew di Kurdistanê da bi wî navî hatibû naskirin. Elî Barût xwînxwarekî wisa har bû ku vampîrên dinyayê hemî li ber wî wek melekên aştîyê diman.

Elî Barût, dema biryara şewitandina gundek dida, berê bi eskerên xwe dora wî gundî digirt da ku kesek jê nereve û nikaribe bireve; paşê agir davêt gund. Êdî kurdên reben di nava pêtîyên agir da dişewitîn û xanîyên wan bi ser wan da hildiweşîyan, darên xanîyan û ax û goştê jin û zarûk û heywanan û xwîna wan têkilhev dibûn, hemî pêkve di nava wan pêtîyan da dişewitîn û pêtîyên agir digel dûyekî reş ji wê şewatê bilind dibû.

Aha ew Elî Barût heywanekî wisa har bû ku, li pêşberê gund radiwesta û bi kêf, bi zewq, bi bextyarî, bi dilekî xweş û rûyekî geş li wê xuyaneka canemkî temaşe dikir. Dema dengê girîn û zarîna jin û zarûkên kurdan ji nava wan pêtîyên agir bilind dibû û dihat guhê Elî Barût, wek gurê har ê ku dizûre dibû ´hirre-hirr´a wî û bi dengekî bilind dikenîya û weha digot:

-Navê kurdan bi mêranî û cesaretê derketîye, ma mêranî û û cesareta kurdan ev e!

Dema hin jin û zarûk ji nava agir difilitîn û direvîyan, eskerên Elî Barût ên ku dora gund girtibûn, ew didan ber singûyan û parçe parçe dikirin.

Şevek ji şevan, dîsa Elî Barût û eskerên xwe dora gundek digirin û agir davêjin gund. Elî Barût li ser girekî pêşberê gund radiweste û bi zewqeka heywankî, bi dilgeşîyeka hovkî li gundê nava pêtîyên êgir temaşe dike. Ji nîşka ve dibînin ku keçeka neh-deh salî û kurekî heft-heşt salî ji nava pêtîyan derketin, destê hev girtin û bazdan, revîyan da ku ji êgir dûr kevin û ji mirinê bifilitin. Keçik û kurik qasek diçin, ji nîşka ve çavê wan bi eskeran dikeve. Hingê bi dengekî tijî tirs û qurf û bêhêvîtî diqîrin û dibêjin:

-Aha esker, esker, esker, esker!

Dîsa destê hev digrin, bi lez û bez vedigerin, berê xwe didin gundê di nava êgir da. Dema digîjin ber êgir, milên xwe davêjin stûyên hev û her du pêkve xwe davêjin hembêza pêtîyên êgir, di nava pêtîyan da winda dibin diçin.

Elî Barût dema wê rewşê dibîne, dizivire ser eskerên dora xwe û weha dibêje:

-Ma em ew qas zalim in ku agir bi ser me ra digirin û jibo ku nekevin destê me, xwe davêjin nava agir!

Jêrenoteka ferhengokê: Ew qetlîama barbarkî ya ku Kemal Paşa di sala 1925an da piştê şikandina bizava Şêx Seîd li Kurdistanê kir, di dîroka gelê kurd da bûye nuqteyeka kifşkirî, bûye nîşanek, bûye kevirekî kîlometreyê. Li Kurdistana Jorîn di nava gelê kurd da navê sala 1925an bûye ”Sala Şewatê”. Ew nav di nava gelê kurd da bûye despêka tarîxek, bûye nîşaneka dîrokî. Zarûkên ku di wê salê da welidîne, ew sal jibo wan bûye tarîxa welidînê û hatîye gotin ”filan kes di Sala Şewatê da hatîye dinê”. Kesên ku di wê salê da welew bi ecelê xwe jî mirine, jibo wan jî hatîye gotin ”filan kes di Sala Şewatê da wefat kirîye”. Gelê kurd bi wê navandinê, ew qetlîama hovkî ya Kemal Paşa û rejima wî di tarîxê da raçandîye û wisa kirîye ku ji bîr neyê kirin.” (M. Emîn Bozarslan, eynê eser, r.44-45, 77)

”Bi çavên xwe dijminî dike”

”Di dewra dîktatorê Selanîkî Kemal Paşa da rojek kurdek digirin dibin Dadgeha Serxwebûnê, dozkarê wê dadgehê jê ra cezayê îdamê daxwaz dike û ji civata dadgehê ra weha dibêje:

-Sûcekî vî zilamî nehatîye dîtin, tevgereka bêqanûnî jî jê peyda nebûye! Lê belê çavên wî çavên dijminan in; dema mirov li çavên wî dinêre, mirov fam dike ku ew bi çavên xwe dijminîya dewletê û komarê dike! Ji ber vî semedî, divê ku ew bê îdamkirin!

Dadgeha Serxwebûnê, li gora daxwaza dozkar weha biryar dide:

-Bi awayekî qutûbirr ê ku ji çu gumanek ra cî nahêle hatîye îspatkirin ku ev zilam dijminê dewletê û komarê ye û bi çavên xwe dijminîya dewletê û komarê dike! Ji ber vî sûcê wî, ji îdama wî ra biryar hat dayîn!

Li ser wê biryarê, mêrik ji salona dadgehê derdixin û dibin dadileqînin.”(M.E.Bozarslan, eynê eser r. 8)

”Îdam dikin û dişînin bihiştê”

”Piştê ku Xumeynî li Îranê tê şîyanê û gelê kurd li Kurdistana Rojhilat radibe doza heqê xwe yê neteweyî dike, rejima Xumeynî dest bi kuştina têkoşerên kurdan dike. Di binê serekîya melayek da ku navê wî Sadiq Xelxalî ye, dadgeheka taybetî tê sazkirin, da ku têkoşerên kurdan mehkeme bike. Kargêrên rejimê gelek kurd digirin û dişînin wê dadgehê. Piranîya wan, bi ”dijminîya Îslamê û dijminîya Komara Îslamî ya Îranê” tên gunehkarkirin û tên îdamkirin.

Rojek dîsa kurdek digirin dibin wê dadgehê. Lê belê di heqê wî da çu delîlek tune, tenê ji dijminîya wî tê gumankirin. Xelxalî dinêre ku mêrik çu sûcek nekirîye, jê ra weha dibêje:

-Te çu sûcek nekirîye û çu delîlek jî di heqê te da tune! Lê belê karbidestên dewletê ji te guman dikin ku tu dijminîya Komara Îslamî ya Îranê dikî û bi wî awayî tu sûcdar î! Ji ber vê gumanê, em´ê te îdam bikin! Eger tu bi rastî sûcdar bî, ev îdam dê ji te ra bibe ceza; na eger tu ne sûcdar bî, hingê jî ev îdam dê ji te ra bibe xelat û tu´yê bi wê herî bihiştê!” (M. E.  Bozarslan, eynê eser, r.13)  

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *