Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariya ziyandîtiyên lehiyê dike

 
 

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li navçeya Cindirêsê ya ser bi bajarê Efrînê ve alîkariya ziyandîtiyên lehiyê dike. Xelkên wê navçeyê dibêjin, wêraniya jêrxaneyê û xemsariya aliyên têkildar, yek ji sedemên rabûna lehiyê ye.

Li Efrîn û navçeyên wê, roja 24ê Gulanê bareneke bihêz barî û lehî li hin navçeyan rabû, bi taybetî li navçeya Cindirêsê ku av derbasî hejmarek ji malan bû û ziyan gihîştin zeviyên cotkaran.

Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê piştî lehiyê serdana malên ku ziyan gihîştine wan kir û alîkariyên pêwîst pêşkêşî ziyandîtiyan kir.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Serbest Xelîl ji K24ê re got: “Em malbatên ku ziyan gihîştina wan tomar dikin û alîkariya wan dikin. Li hin cihan jî me dest bi paqijiya paşmayên lehiyê kir.”  

Welatî Xalid Ehmed got: “Em spasiya Dezgeha Xêrxaziya Barzanî dikin ku bi êşa me hesiyan û bi hawar me ve hat. Li gundê Dêwa ziyan gihîşt malan, zeviyên çandiniyê û mêşên hinguv. Ziyan giştî bû.”

Ji ber wêraniya ku çêbûye, hejmarek malbat li gundewarê Cindrêsê bê cih mane. Xelkê navçeyê dibêjin, wêraniya jêrxaniya Efrînê, yeke ji sedemên sereke ya rabûna lehiyê ye.

Welatî Mihemed Elî: “Berhemên me yên çandiniyê ji ber lehiyê neman, mal û milkên xelkê têk çûn. Kargeha min a zeytûnan heye ku ziyaneke mezin gihîştiyê û nêzîkî 80 ton zeytûnên min li ber avê çûn.”

Welatî Elî Hesen: “Baran gelekî bihêz barî û gelî hatin û lehî rabû.”

Bi rûdana her kareseteke sirûştî, pêwîstî bi başkirina jêrxaneya Efrînê ya ku ji 13 salan ve ne hatiye nûjen kirin, zêdetir dibe û pêşkêşkirina alîkariya mirovî giringtir dibe. Ev yek di demekê de ye ku tenê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya mirovî û piştgirya derûnî pêşkêşî xelkê herêmê dike.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *