Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê ji bo pêşketina zimanê Kurdî seferberiyeke giştî lazim e.
Dema hilbijartina dersa hilbijartî ya Kurdî dest pê kir. Malbat dikarin heta 17ê Sibatê li dibinstanên seretayî dersên Kurdî hilbijêrin.
Saziyên sivîl, weşanxane û aktivîstên zimanên Kurdî ji bo malbat dersa hilbijartî ya Kurdî hilbijêrin dest bi kampanyayan kir.
Abdullah Keskîn bû mêvanê bultena Rûdawê derbarê xebatên zimanê Kurdî, kampanyaya zimanê Kurdî bersiv da pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Mihemed Izedîn.
“Li her derê kampanyayeke cidî lazim e”
Xwediyê Weşanên Avestayê got diyar kir ku di warê Kurdî de xemsarî li nav Kurdan heye û wiha got:
“Sal bi sal hejmara wan xwendekarên ku dersa Kurdî hildibijêrin kêm dibe.
Di meseleya Kurdî de em dibêjin sal bi sal xwezî bi par. 2 -3 sal berê li derdora 30 hezar xwendekaran ders hilbijartibû.
Sala borî nêzîkî 22 – 23 hezar xwendekaran ders hilbijartine. Li gorî ku ez dibînim ji bilî Çewlikê li ti deverê kampanya nîne.
Em dizanin tenê li Çewlikê 2 hezar û pênsed xwendekarî dersa Kirmanckî (Zazakî) hilbijartine.
Xebat lazim e, kampanya lazim e dema ku xebat nebe çi tiş nabe ji xwe.
Malbat ji bo zarokên xwe ditirsin divê mirov kampanyayeke pirr cidî bike.
Li her warî li her deverê kampanyayeke cidî lazim e da ku malbat jî bi dilekî rihet zarokên xwe bişînin dersa Kurdî û ji zarokên xwe re dersa Kurdî hilbijêrin.
Em dibînin ku kampanyaya îsal wekî ya salên berî bihêz nîne. Hîn dereng nîne. Ez hêvî dikim ji îro pê de bihêztir bibe.”
Abdullah Keskîn di wê baweriyê de ye ku îsal kampanyayên dersa hilbijartî yên Kurdî lawaz in.
“Me bi awayekî cidî Kurdî ji xwe re nekiriye derd”
Xwediyê Weşanên Avestayê behsa sedemên lawaziya kampanyayan jî kir û wiha got:
“Gelek sedemên lawazbûna kampanyayê hene. Sedemên dîrokî hene.
Li gorî min sedema sereke sersariya me bi xwe ye. Ya dezgehên Kurdî ye.
Me berê digot nabe Kurdî bibe zimanê malê. Divê em bikin zimanê bazarê, zimanê perwerdeyê, zimanê ragihandinê.
Mixabin em îro dibînin ku zimanê Kurdî êdî nebûye zimanê dayikê ye, ne zimanê kolanê ye, ne zimanê malê ye.
Her ku diçe axaftina bi zimanê Kurdî di nava ciwanan de kêm dibe.
Navenda Lêkolînên Rawestê beriya bi çend salan xebatek kiribû anketek pêk anîbû.
Ji bo vê pêwîstî bi anketan jî nake ji xwe. Her ku diçe ev hejmar kêm dibe.
Wekî Kurd jî em ti carî bi barê ziman ranebûne. Ev kar her tim li ser milê çend şexsan maye. Li ser milê çend derdoran çend dezgehan maye û ev jî têr nake.
Ji bo zimanê Kurdî seferberiyeke giştî lazim e. Ez gelekî kêfxweş im ku ew kampanyaya Çewlikê serkeftî bûye û xwendekar dersa Kirmanckî hildibijêrin.
Heger xebateke baş li Mêrdînê, Amedê, Wanê û Rihayê were kirin dê hejmar ji yên aniha bi gelekî baştir be.
Ne tenê kesek, divê her kes li Kurdî xwedî derkeve û Kurd bi awayekî cidî li vê meseleyê binêrin.
Em çiqasî dereng bimînin ew di elehê me deye. Belê rast e dewlet mamosteyan tayîn nake.
Dema dewlet lê dinêre ku em bi cidî lê nanerin ew jî di ser guhê xwe re diavêje. Carinan 2 mamosteyan, carina 3 mamosteyan û carina jî 5 mamosteya tayîn dike.
Eger îro wekî milet em lê xwedî derkevin û dewlet û wezareta perwerdeyê neçar bimîne bi sedan belkî bi hezaran mamosteyan tayîn bike dê xelk jî biçin dersa Kurdî hilbijêrin.
Li gorî min, em bi awayekî cidî li vê meseleyê nanêrin û me ji xwe re nekiriye derd. “
“Divê perwerde êdî dest pê bike”
Weşanger Abdullah Keskîn behsa girîngiya perwerdeya Kurdî jî kir û wiha domand:
“Heta niha zimanê Kurdî di derdoreke teng de maye.
Eger em bixwazin zimanê Kurdî wekî ziman li ser vê erdê bimîne divê em di her warê jiyanê de bikar bînin.
Divê roj beriya rojekê em perwerdeya Kurdî realîze bikin û li ser wê bifikirin.
Ne tenê bi dersa hilbijartî pêwîst e dibistan hebin zanîngeh hebin.
Zimanên pêşketî yên cihanê li hemberî tesîrên teknolojiyê biryaran distînin da ku zimanên xwe biparêzin.
Ka em dê çi bikin? Heta doh û îro û sibehê, qedexe ye, ne qedexe ye diyar nîne. Dewlet hebûna wî qebûl dike nake.
Bi wî zimanî dibistan nîne. Çi tiştek nîne. Ev ziman ji xwe re hatiye heta îro.
Pirr baş e ku zimanê Kurdî gihiştiye serdema teknolojiyê û înternetê. Ew tirsên me yên 15 -20 sal berê nînin.
Em berê ditirsiyan ku zimanê me kultura me winda bibe.
Zimanê Kurdî bi 10 kesan jî mabe winda nebe. Zimanê Kurdî tenê li Bakur, zimanê zimanê herî kêm 15- 20 milyon însanî ye. Di çi warî de tê bikaranîn.
Em dibînîn ku pêwendiya nifşê nû bi Kurdî qut dibe kêm dibe.
Kurdî bi awayekî klasîk namire û winda nabe lê ranebe ser piyan jî.
Bi vê motîvasyonê bi vê xebata ku em dikin wekî milet em nikarin Kurdî binînin wê asta ku heq dike.
Pêwîst e ji bo zimanê Kurdî divê bernameyeke me hebe. Divê em bi awayekî pir cidî dest bavêjin meseleya perwerdeyê.
Li gorî min di sedsala 21ê de meseleya hînbûna zimanê Kurdî perwerdeya Kurdî ne meseleyeke neteweyî ye heqekî însanî ye.
Pêwîstî bi xebatên gelekî siyasî jî nake.
Îro milyonek Kurd li ser Kurdî daxwaznameyê bide Neteweyên Yekbûyî belkî Mumkun e ji bo dewletê gelek teşqele derkevin.”
Rûdaw