Daviya dijminayetiyek 45 salî?

N. Elî Munezemî

Di wê gotarê de armanc ewe ku nakokiya Îran û Îsraîl li gor  perspektîfa realîzma nûjen were şirove kirin û  bal bê kişandin li ser berjewendî, ewlehî, hevsengiya hêz û lîstika hêzê ya Îran û Îsraîlê di pêkhateya anarşîk ya navneteweyî  de. Li gor dîtinek realîstî, cîhan tijîye li alozî û nakokîyên navbera dewletên ku hewl didin ewlekarî û hêza xwe biparêzin an bihêz bikin û bo baştir têgihîştin li wê yekê, Îran û Îsraîl mînakek baş in.

Ewlehiya hêz û serdestiya herêmê

Di realîzma nûjen de her du dewlet jî wekî aktorên stratejîk ên ku di serî de ewlekarî û pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navîn eleqedar in, têne fêm kirin. Îsraîl Îrana ku xwedî hêza nuklerî ye wek metirsiyek mezin li ser hebûna xwe dibîne û gelek caran amadebûna xwe nîşan daye ku rê li ber Îranê bigire ku çekên nuklerî çêbike – pir caran bi çêkirina guvaşê bo danîna cezayên aborî li ser Îranê, zexta dîplomatîk û yan wek tê îdiakirin, bi sabotajê li dijî zana û fabrîqeyên Îranê astengî bo Îranê çêkirine. Îran ji aliyê xwe ve hewl dide xwe li hember fişarên Îsraîl û hevalbendên wê (bi taybetî Amerîka) sîgorte bike û ber hindê jî bernameya xwe ya navokî hem wek rêgir û hem jî wek amûrek ji bo parastina xwe li hember gefên derve dibîne.

Hevbendî û şerê wekalet

Her du welatên Îran û Îsraîlê jî îtîfaqên xurt ava kirine û piştgirîyê didin aktorên cuda yên ne-dewletî yên li herêmê wekî rêyek ji bo pêşvebirina berjewendîyên xwe û ewê yekê wek stratejiyek klasîk a hêzê di nav realîzmê de cîbecî dikin. Îran piştgiriya komên wek Hizbullahê li Lubnanê û milîsên cuda cuda li Sûriye û Iraqê dike da ku bandora xwe zêde bike û “kevaneke berxwedanê” li dijî Îsraîlê pêk bîne. Îsraîl ji aliyê xwe ve, bi welatên weke Erebistana Siûdî û Îmarat re di hevpeymaniyeke nefermî de li dijî ajandeya berfirehxwaziya Îranê kar dike, ku ev yek jî weke hewlek ji bo parastina hevsengiya hêzan tê dîtin.

Pirsgirêka ewlehiyê û mîlîtarîzekirinê

Xala sereke di realîzmê de pirsgirêka ewlehiyê ye. Bi wê wateyê ku hewildana dewletek ji bo bihêzkirina ewlehiya xwe, ji hêla dewletek din ve wekî xetereyek tê hesibandin, ku dibe sedema spiralek ji nû ve ya çekdarî. Pêşdebirina leşkerî ya Îranê û avakirina bernameyên mûşekî, herwiha şiyanên leşkerî yên Îsraîlê û nûjenkirina sîstemên berevaniya esmanî yên wekî Gunbeda hesinîn û  sîstema dijî hajekî a TAD, vê yekê bi başî nîşan dide. Dema ku yek ji wan xwe ji gefên aliyê din re amade dike,  ev yek dînamîkek xwe-hêzdarkirinê diafirîne ku tê de hewla her dewletekê ji bo zêdekirina ewlehiya xwe, têgihîştina ewlehiyê ya dewleta din têk dide.

Amerîka, Rûsya û Çîn- lîstika welatên zilhêz

Di realîzma modern de faktoreke din a girîng bandora welatên zilhêz e. Dewletên Yekbûyî yên Amrîka di piştgirîkirina Îsraîlê de rolek girîng heye.Her di heman demê de, Îran ji bo rûbirûbûna serdestiya Amerîkî, ji Rûsya û Çînê piştgirî verdigre. Ev yek dîmenek giştî ya cîhanî di pevçûnan de dide ber çavan. Her du dewletên Îran û Îsraîlê, di xerîteya mezin a şerê welatên zilhêz de ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amrîka û hevalbendên wê ji aliyekî û Rûsya û Çinaîn ji hêla din ve, wekî piyon tevdigerin û rola xwe dibînin. Ev lîstika welatên zilhêz arîkariya dirêjkirin û xurtkirina pevçûnên navbera Îran û Îsraîlê dike, ji ber ku her du alî piştgirîyê verdigirin da ku dijberiya hevûdu bidomînin.

Aktorên rasyonel û berjewendiya xwe

Ji perspektîfa realîzma nûtir, her du dewlet wekî aktorên rasyonel têne hesibandin ku li gorî berjewendîyên xwe tevdigerin, ne li gorî prensîbên îdeolojîk. Her çiqas retorîk bi gelemperî li ser nakokiyên olî û exlaqî be jî, realîzm vê yekê wekî aliyekî duyemîn dibîne. Pevçûn di bingeh de ji hêla hewcedariyên stratejîk ên kontrol, bandor û ewlehiyê ve tê rêve kirin – ku her du alî hewl didin ku pozîsyonên xwe di pergala anarşîk ya navneteweyî de bilindtir bikin.

Encam

Li ser wê bingehê, realîzm nakokiya Îsraîl-Îranê wekî lîstikek hêzê ya domdar dibîne ku her du alî hewl didin hevsengî, ewlekarî û bandora xwe zêdetir bikin di herêmekê de ku destwerdana derve ya welatnên zilhêz bi gelemperî nakokî girantir dike. Ewa ku niha rewş li dema berê jî aloztir kiriye, hêrişa raste rast a Îran û Îslaîlê e li ser hev. Bi xasma niha ku Îranê di hêlekê de derbeyek mezin li aliyê Îsraîlê ve pêketiye û balans û hevsengiya hêzê lawaz kiriye, û li hêla din ve jî li aliyê zilhêzên wek Rûsya û Çînê ve bi wî awayî ku Amrîka piştgiriya Îsraîlê kiriye, nehatiye piştgirî kirin, Îran ketiye ser durêyaniyek dijvar. Eger Îran nekare bersiva Îsaîlê bide, yê bo demek dirêj bandora xwe li Rojhilata Navîn de winda ke û eger bersiv jî bide, îmkan heye wê carê tûşî derbeyên hêşta girantir were û rêjîm û Îran biçin bo aliyê nemanê ve.

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *