PKK/HDPê divê hesab bide kurdan û tasfiye bibe…

Îbrahîm GUÇLU

PKK, piştî ku bi destê dewlet a Kemalîst a Tirk li hemberî kurdan û Kurdistanê, ji bona tasfiyekirina Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê; ji bona ku kurdan ji armanca dewletbûnê û serxwebûnê dûr bixwe wek aparat û rêxistineke operasyonal ava bû, 47 sal in ku di rojeva hemû beşên Kurdistanê de ye. Wek tê zanîn her dem xirabiya PKKê hat minaqeşe kirin û zirarên wê yên stratejîk hatin şirove kirin.

PKKê piştî ku di siyaseta legal de bi partiyên lêgal bandora xwe li Bakurê Kurdistanê çêkir, ev car jî bi awayekî din zirar da Bakurê Kurdistanê û tevgera wê. Partiya wê yên legal her demê berjewendiya PKKê kirin armanc, li dijî kurdan tevgeriyan. Her demê jî, li dijî partîbûna kurdan gotine ku “li ser navê kurdan partî ava kirin û li ser navê kurdan siyaset gerandin; bi navê kurdan û ji bona daxwazên neteweyî yên kurdan beşdarbûna hilbijartina kevneperestî ye. Loma jî em ne partiyeke kurd in. Em partiyên gelan in.”

PKK/HDP, beşdarî hilbijartina dawî ya giştî ya meclîsê û serokkomar jî di 14ê û 28ê Gulanê de. Ji Tîfaqa ku Kemalîstan û partiya qetlîma kurdan pêk anîye CHPê jê re serokatî dikir, Tîfaqa Milet re bû alîkar. Di herdu hilbijartinan de jî wenda kir. Berhilbijêrê Tîfaqa Milet yê wan Kemal Kiliçdaroğlu wenda kir. Wan jî, ji milyonekî zêdetir deng kurdan li Kurdistanê û li Metroplolan wenda kir. Dengên wan daketin bin % 10an. Heger benda hilbijartinê daneketiya % 7, nedikarî ji bendê derbas bibe, parlamenteran jî derxe. Ji parlamenterên xwe 19 parlamenter wenda kir.

Piştî ku PKK/HDPê dengên xwe wenda kir, minaqeşeyekê dest pê kir. Minaqeşeyeke ne xwezayî ye. Lewra PKK/HDP wek partiyeke xwezayî tê pejirandin û gorî wê minaqeşe tê kirin. PKK/HDPê partiyeke korsan û kurdan bi kar tîne. Kurdan ji berjewendiya kurdî dûr dixe.

Selahaddîn Demîrtaş piştî şaşî û provokasyonên xwe ku dest ji siyasetê berda, xwest kû xwe ji cizaya civakî û siyasî xelas bike. Lê bi destberdana siyasetê Selahaddîn Demîrtaş, tê zanîn ku rê û rêbaza PKK/HDPê, wî û Baronên Qendîlê meşand û tespît kir. Ew bûn sedem ku ji Tîfaqa Milet re bibin alîkar û nekevin hilbijartina serokkomar. Dîsa Selahaddîn Demîrtaş bû sedem ku HDPê piraniya namzetên xwe dîsa ji Tirkan hilbijêre. Lewra Selahadîn Demîrtaş wek lobî û misyonerekî partiyên Tirkan kar dikir.

Berpirsiyarên dev bi xwîn yên li Qendîlê, dixwazin ku berpirsiyarîyên xwe bavêjin ser Selahaddîn Demîrtaş û Kemal Kiliçdaroğlu. Ji Selahadîn Demîrtaş daxwaz dikin ku li xwe mikûr bê û xwe rexne bike. Bi xwe jî berpirsiyariya xwe veşêrin.

Dema sedemên wendakirina PKK/HDPê tê minaqeşe kirin, sedemên teknîkî tên diyar kirin û sedemên esasî nayên diyar kirin. Loma jî PKK/HDPê bi guhertina hevserokên xwe yên ku ji aliyê wan ve hatibûn tespît kirin, dev ji serokatiyê berdin, ji mesûliyetê xelas bibin.

Divê bê zanîn ku PKK/HDPê ne partiyeke kurdan e. Lê girêdayî armanca projebûna xwe, kurdan bi kar tîne. Vê plana xwe di heman dem de di qada legal de jî dimeşîne.

PKKê nebe HDPê nabe. Dema ku PKKê qels bibe, HDPê qels dibe. Di vê hilbijartina dawî de ji bona ku PKKê qels bû û nikarî bi çek û şidetê dengan ji gel bigre, deng wenda kir. Ez di wê baweriyê de me ku dema PKKê bi çekdariya xwe qelstir bibe û an jî biqede, HDPê jî diqede, kurd deng nadin HDPê. Lewra hîç bi cûreyekê HDPê kurdan temsîl nake û ji çand û edetên kurdan ne bes dûr e, di hemandem de dijminê kurdan û Kurdistanê û çand û nirxên neteweyî yên neteweya kurd in jî ye.

PKK/HDPê tu wextekî daxwazên kurdan nedan ber çav. Gor daxwazên patronên xwe û dewletên wan îdare dikin pêk tînin. Loma şerekî ne rewa yê çekdar dimeşîne. Loma keç û xortên ku ji bona serxwebûna Kurdistanê beşdarî PKKê bûne, ji bona berjewendiya têkoşîna xwe wan didin kuştin. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bikin bi dewletên kolonyalîst û Haşdî Şabî û rêxistinên din yên terorist re tîfaq dike. Deh hezaran kudperwer kûştin.

Dema ku navê partiyên xwe yên legal diguherînin ji kurdan napirsin. Dema ku namzetên xwe yên ku bajar nas nakin tespît dikin jî ji kesî napirsin.

Loma jî terefdarên wan jî şiyar bûn û van şaşiyan dîtin, deng nedan wan. Hîç şik tune ye ku ew kesên bi dilsoziya kurditî deng dida wan, ew kesên ji bona berjewendiya xwe deng didan wan, wan jî dît ku ew berjewendiya wan jî naperêzin.

Beşek siyasetvanên kurd wusa difikirin ku dema berpirsiyarên PKK/HDPê lêborîn bixawazin dikarin ji gunah û tewanên xwe xelas bibin. Ev nêrîneke gelek şaş e.

Helwesta rast ew e ku PKK/HDP divê hesap bide. Cizayê siyasî û civakî li ser wan hikûm bike. Ji bona ku li dijî Kurd û Kurdistanê ne, divê tasfiye bibin.

Tevayî Kurd ji bona tasfiyeya wan xebat bikin. Dema kurdan ev helwesta nîşan dan, ji bona berjewediya neteweya Kurd û rizgariya Kurdistanê wezîfeya xwe dê pêk bînin.

Diyarbekîr, 09. 06. 2023

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *