Îbrahîm GUÇLU
PKK dema wek grûbekê li Bakûrê Kurdistanê bi gelek navên cûda ket nav Tevgera Bakurê Kurdistanê, metodên krîmînal û şidetê bi kar anî. Hemû rêxistinên Kurdistanê dijmin îlan kir. Ji bona tasfiyekirina wan gelek aşkere dest bi xebatê kir û ew armanca xwe jî bi devkî li her bajarekî Kurdistanê jî îlan kir. Serhildanê neteweyî yên li dijî dîktatoriya Atatirk û Dewleta Kolonaylîst ya ku kurd tune qebûl kiribû û hemû mafên kurdan xesip kiribû, dixwest ku kurdan bike Tirk, ne rewa û kevneperest û serokên wan tevgerên neteweyî jî wek xûlamên dewleta emperyalist ya Îngîltereyê nîşan da.
Xebatên di derbarê ziman û çand û entelelktuelîzma Kurdî û Kurdistanê de dihatin kirin, xebatên bê wate qebûl kir. Nirxên Kurd û Kurdistanê bêqiymet kir.. Xebatên komelayan ji bona ku di nav gel de bêrûmet û bêqiymet bike hewil da. Avayiyên Komeleyên milî û demokratik û kîtlewî wek abdestxaneyê bi nav kir.
Ji bona tasfiyekirina partî û rêxistinan, kuştina berpirsiyar û endamên partî û rêxistinan wek strateji pejirand. Encama vê stratejiye jî dest bi kuştina kurdpeweran kir. Gelek kurdperwer şêhîd kir. Di nav Tevgera Kurdistanê dijitî û nekjokiyeke gelek xûrt peyda kir.
Loma jî wê deme jî gelek aşkere hat nivîsandin ku ev armanc û nêrînên PKKê bi armanca dewleta Kolonyalîst ya Kemalîst ve lihevkirî ne. Lê di destpêkê de nehat tespit kirin ku PKKê projeya dewletê ye û wek aparateke dewletê li dijî kurdan, Tevgera Kurdistanê, tasfiyekirina rêxistin û partiye Kurdistanê ava bûye.
Lê di nav pêvajoyê de aşkere bû ku PKKê aparata dewleta kolonyalist a Tirk ya operasyonal e; li dijî kurdan û Tevgera Kurdistanê ye.
Bi taybetî jî piştî salên 80yî pêwendiyê PKKê bi Dewletên Kolonyalîst ya Iranê û Iraqê û Suriyeyê re çêbû û helwesta PKKê ya siyasî li Rojavayê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê û li Rojhelatê Kurdistanê li dijî kurdan aşkere diyar kir ku PKKê di xizmeta Dewletên kolonyalist de ye, taşerona wan e, şervanên wan ya wekaletê ye.
Ev rastiya PKKê dema Herêma Azad ya Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, zelaltir bû.
PKKê, di dema Herêma Azad ya Kurdistanê de, Kurdistan ji bona ku ji aliyê Emerîka û hêzên hevpeyman ve dihat pararstin, karen xirabkirina Kurdistanê li ser navê 4 dewletên kolonyalist meşand. Li hemberî PDKê û YNKê û herdu hêzan bi hev re şer kir. Di encama wan şeran de bi hezaran pêşmerge û ciwanên Kurdistanê hatin kuştin.
PKKê di dema Dewleta Federe ya Kurdistanê de vekirî li dijî PDKê, Hikûmeta Kurdistanê, Serokê Kurdistanê, sîstema hiqûqî û siyasî û civakî ya Başûrê Kurdistanê dest bi şer kir. Rûxandin û têkbirina Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona xwe kir armanc. Gelek gundên Kurdistanê îşgal kir. Nehîşt ku gundî çandiniyê xwe bikin. Ji gundiyan xerac girt û zarokên wan revandin da kûştin û înfaz kir.
PKKê ev siyaseta xwe rojane û aşkere û germ di vê qonaxê de jî dimeşîne.
PKKê di her qonaxekê de jî derewek afirand û ew derewe xiste serê murîd û fanatîkên xwe û tereftarên xwe yên dilsoz û rantparêz; wan jî li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê şer kirin û dijminitî kirin.
PKKê di hemandem de gelek aşkere li dijî Dewleta Neteweyî ya Kurd derketin. Gotin ku Dewleta Neteweyî ya Kurd-Kurdistanê kevneperest e û miyada xwe ya dîrokî qedandiye.
PKKê baş dizane ku li Başûrê Kurdistanê apareteke ne rewa, terorîst, dagirker, biyanî ye. Loma ji bona ku vê rastiye veşerîne dest bi dereweke nû kiriye. Dibêje ku “PDKê ji Dewleta Tirk re dibe alîkar, endam û berpirsiyarên me dide kuştin.”
Dewlet a Tirk bi xwe diyar kiribû ku di nav PKKê de bi sedan sixûrên wan hene. Dewlet ji wan agahdariyê digre li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê wan dikuje û tasfiye dike.
Rastiyeke din jî heye ku PKKê di ev qonaxa dawî de li hemberî Dewleta Tirk di nav zehmetiyeke mezin û wendakirinê de ye û nikarê ku xwe bilivîne. Her roj bi operasyonên giştî û operasyonên taybet û noktayî berpirsên xwe yên leşkeri wenda dike û dide kuştin.
Loma PKKê hewcedar e ku bere hevalbendên xwe bide dereke din. Loma jî PKKê hemû cûre û hemû babet û reng hêzên xwe li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê û li hemberî PDKê û Serok Barzanî tûj bike û bixe nav tevgerekê hewil dide.
Di van rojên dawî de parlamenterên HDP/YSP loma derbasî hereketê kir. Ew parlamanteran bi tu awayî ji bona berjewendiya kurdan xebat nakin. Nasnemayên wan jî ne diyar in. Lê dengên kurdan wergirtine û ji bona mafîa parlamenterî xurt bibe bi kar tîne.
Ev kesan parlamenterên Dewleta Tirk in. Di Meclîsa Tirakan de ne. Mafê wan tune ye ku li Iraqê ji bona PKKê tevbigerin, lê gelek bi rehetî tevdigerin, dijminitî dikin.
HDP/YSK dibejin ku em rêxistinên PKKê nînin, bes endam û terefterên me nêzikî hevûdu ne. Lê bi ev tevgera dawî derket holê ku her çiqas wezîfa wan nîne û deng ji bona vê wernegirtine jî, li Başûrê Kurdistanê ji siyaseta PKKê ya terorîst û dijminê kurdan ku dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike re, bibin alîkar.
Navê tevgera parlamerntaran û helwestê jî, ji terorîzma PKKê re alîkariyê. Destwerdan Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ji neteweya kurd re, ji desthilatdariya Kurdistanê ya rewa re, ji Hikumeta Kurdistanê re dijminitî ye.
Ev karen parlamenterên HDP/YSP di hemandem de provokatorî ye. Karekî ne hiqûqî û ne rewa ye. Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê jî siyaset krîmînalîze kirine.
Divê ku hemû kurd û kurdperwer li dijî ev propvokasyon û terora parlamenterên HDP/YSP derkevin. Deşîfre bikin.
Parlamenterên di partiyên dewletê de ne ku kurd in jî, divê ew li dijî ev helwesta parlamenterên HDP/YSPê derkevin.
Min nivîsand û pêşniyar kir ku partiyên Kurdistanê bi awayekî aşkere û bi metodeke ku teror û provokatoriya parlamentere HDP/YSP deşifre bikin û li dij derkevin. Hezar mixabin partiyên Kurdistanê bêdeng man.
Divê em li ser vê mijarê jî gelek bi mesuliyet rawestin.
Tetwan, 22. 09. 2023