Îbrahîm GUÇLU
1ê Gulan, Cejn û Roja Têkoşîna karker û xebatkaran e. Ji aliyê karker û xebatkaran ve li hemû dinyayê pîroz dibe. Wek roja hevkarî û têkoşîn li dijî neheqiyan dê qebûl kirin. Li dinyayê û li Tirkiyeyê jî 1ê Gulanê wek betlana fermî hatiye pejirandin.
Di destpêkê de di sala 1856-an de li Ewûstrûlyayê li bajarê Melbourne karkerann ji bona rojê mafê 8 seatan ji Zanîngahê heta Meclîsa meşek kirin. Pişt re jî di sala 1886-an de li Emerîkayê karkeran li dijî 12 saetên rojan e ji bona 8 saetan kar bikin dest ji kar berdan. Din av pêvajoyê de li gelek welatan karkeran ji bona mafên xwe kar dan rawestan û xwepêşandin lidar xsitin.
Di encamê de Enternasyonala 2êmîn di 14-21 Tirmehê 1889-an de civiya, bi pêşniyara karkerekî Fransız 1ê Gulanê li hemû dinyayê wek “Roja Hevkarî û Têkoşîna Karker û Xebatkaran” pesend kir.
Karker û xebatkarên dinyayê di nav pêjoyê de encama têkoşîna xwe mafê rojê 8 saetan kar bikin qezenç kir. Loma jî 1ê Gulanê wek roja hevkarî û têkoşîna karker û xebatkaran, Roja Cejna Karker û Xebatkaran li dinyayê pesend bû.
Di vê qonaxê de jî ne bes li welatên sosyalîst li welatên kapîtalîst jî Cejna Karkeran 1ê Gulanê bi awatekî kîtlewî tê pêroz kirin. Mixabin di pirozkirina 1ê Gulanê de gelek karker û xebatkar û sosyalîstan û şoreşgeran jî jiyana xwe di rejîmên otorîter û faşîst de wenda kirin.
Ji aliyê din de jî sosyalîstan û demokratên civakî û şoreşgeran 1ê Gulanê ji bona berjewendiyên xwe yên îdeolojiyê bi kar anîn. Ew jî bû sedem ku têkoşîn û hevkariya karkeran zirar bibînin û bibin sedemên provokasyonan ku gelek kes brîndar bibin û bên kûştin.
Di sala 1977-an de di 1ê Gulanê de li Tirkiyeyê li bajarê Stenbolê qetlîamek encama provokasyonên tevgerên çep û hêzên tarî pêk hat. Ev bûyera hîn di civatê de xwediyê travmayekê ye. Di her 1ê Gulanekê de tirsa kuştinê dikeve dilê însanên li Tirkiyeyê dijîn. Îsal jî li Stenbolê bi teşwîka CHPê û DEMê bi destên grûbên marjînal û şidetparêz bûyer pêk hatin, gelek kes brîndar bûn û gelek kes jî hatin girtin û binçav bûn.
*****
Wek tê zanîn sosyalîstan, neteweyên bindest û kolonî wek tîfakarên Karker û Zehmetkêşan; têkoşîna neteweyên bindest yên rizgarîxwaz jî tîfaqa têkoşîna karker û zehmetkêşan qebûl kirine. Lewra Neteweyên bindest û kolonî bi hemû çîn û sinif û hemû kategoriyên xwe yên civakî bindest, belangaz in; ji hemû mafên xwe bê par in.
Hezar mixabin sosyalîstên Tirkan jî di teorîyê de ev nerîna diparastin û diparêzin, lê hezar mixabin ji bona Neteweya Kurd vê teoriyê cîbicî nakin. Lewra sosyalîst û karker û xebatkarên Tirkan jî ji bona ku ji aliyê şovenîzm û nîjadperestiya Dewletê ve bûne şovenîst û nîjadperest. Loma jî ew siyaseta Dewleta Tirk ya Kemalîst di derbarê neteweya Kurd de wek îdeolojiya fermî pejirandiye, dipesînin.. Li Dijê dewletbûn û mafên neteweyî yê neteweya kurd in. Kolonyalîzm û îşgal û îlxaka Dewleta xwe re piştgir in..
Loma jî di pîrozkirina 1ê Gulanê de mafên neteweya Kurd tu wext nînin rojevê. Heta dikarim bibêjim ku mafên karker û xebatkarên li cem mafên Neteweya Kurd gelek teferûat û di dereceya didûyan û sisiyan de, jî rastiyê nabînin.
Di helwesta sosyalîst û rêxistinên karkerên Tirk de şovenîzm û nîjadperestî di hemû pîrozkirinên 1ê Gulanê de diyar dibe.
Bi taybetî jî di 1ê Gulana 1988-an de ev şovenîzma gelek aşkere tescîl bû.
Rêxistinên Kurdistanê jî piştî salên 1975-an 1ê Gulanê li Krdistanê bi awayekî kîtlewî pîroz kirin. Li herêma Tirkan û li bajarên metropoılan jî bi rêxistinaên Tirkan re beşdarî Pîrozkirina 1ê Gulanê bûn.
Di sala 1988-an de jî beşdarî 1ê Gulanê bûn. Beriya xwepêşandanê rêxistina karkerên sosyalîst û şoreşger DÎSKê ku di bin bandora Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê (TKP) de bû, civînek pêk anî. Hemû rêxistinên Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn. Tevgera Komal-Rizgarî jî beşdarî civînê bibû. Di civînê de ji bona mafên Kurdan sloganên Tirkî û Kurdî h pêşniyar kir. Mixabin ev dxwaza tevgera Komal-Rizgariyê nehatin pejirandin. Rêxistinên Kurdistanê yên nêzikî Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê li hemberî ev helwesta DîSKê bêdeng man û bi awayekî erê kirin.
Wê demê Tevgera Komal-Rizgariyê biryarek taybet girt ku him beşdarî pîrozkirina 1ê Gulanê bibe û him jî helwesta xwe ya protestoyê diyar bike. Loma jî endamên Tevgera Komal-Rizgariyê devên xwe band kirin, başdarî xwepêşdanê bûn. Ev ji bona henû başdaran bû helwesteke balkêş. Bi taybetî jî ev helwest û protestoya Tevgera Komal-Rizgariyê ji bona çapemeniya biyaniyan balkêş bû.
Divê Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Hemû beşên Kurdistanê 1ê Gulnê bixin xizmeta Rizgarî û Azadî û Serxwebûna Kurdistanê; qezençkirina mafên neteweyî. Teşhîra kolonyalîzm û îşgal û îlxakên 4 Dewletên kolonyalîst.
Diyarbekîr, 2ê Gulana 2024an