11 sal cezayê girtîgehê li hevjînê Zara Mihemediyê hat birîn

Îranê cezayê girtîgehê li mamosteyê zimanê Kurdî Seywan Îbrahîmî birî.

Seywan Îbrahîmî yê hevjînê Zara Mihemediyê ku endamê Desteya Rêveber a Encûmena Nojînê û mamosteyê zimanê Kurdî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê hat cezakirin.

Seywan Îbrahîmî bi tohmeta çekirina grûpekê ji bo “têkdana asayîşa welat” 10 sal û herwiha ji ber “propagandeya dijî hikûmetê” jî bi salekê ceza lê hat birîn.

Sayvan Îbrahîmî li ser rûpela xwe ya Instagramê ragihand ku ji ber berpirsyariya wî ya di Encûmena Nojînê û xebatên wê de, piştgirîkirina berxwedana hevjîna xwe Zara Mihemediyê, weşandina wêneyên şehîdan li ser torên civakî û pêwendiya bi Kurd TVyê re, ceza li wî hatiye birîn.

8ê Tebaxê jî mamostayê zimanê Kurdî ji aliyê Şaxa 106ê ya Dadgeha Cezayên Giran a Sineyê ve bi tohmeta têkdana ewlehiya giştî biryara salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Seywan Îbrahîmî roja 3yê Kanûna Paşînê di dema lêkolîna dosyaya hevjîna xwe Zara Mihemediyê de li Dadgeha Sineyê hatibû desteserkirin û piştî çend rojan bi kefalet hatibû berdan lê roja 18ê Kanûna Paşînê careke din hatibû desteserkirin û piştî 27 rojan bi kefalet hatibû berdan.

Encûmena Nojînê li ser wî got:

“Seywan Îbrahîmî endamê desteya rêveber a rêxistinê û mamosteyê zimanê Kurdî ye û çalakiyên wî li ser wê bûn.”

Nojînê di berdewama axaftina xwe de anî ziman:

“Rêxistin ji bo bi destxistina mafên neteweyî û mafên zimanê Kurdî çalakiyan dike û dê xebatên xwe bidomîne.”

Encûmena Nojînê sala 2010ê hatiye damezrandin û li gund û bajarên Sineyê kursên zimanê Kurdî dide.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *