Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN!

Huner, karekî wilo ye ku bingeha xwedîtîyê, rexnê, pesin û danasînê jê re ava nebe, bipêşde nakeve. Eger miletek xwedî li hunerê afirandinê dernekeve, nebe piştgir, dewlemendên wî miletî huner nexin bin parastina xwe û xwedî nekin, Entelektuel û rewşenbîr, berhemên hunerî rexne nekin, milet nikare hunerê nîgarî bi hestekî hevpar biparêze, bipêş de bibe. Hebûna estetîkê bi van hestan ve girêdayî ye.

Ev demek dirêje ez li ser vê hêla miletê Kurd û hunermendên wênesazîyê, pêkersazîyê û mozaîkkarên Kurd dixebitim û didim naskirin. Heta niha li gor taqeta xwe, 9 hunermend di ber pênûsa min re derbas bûn û min Danasînên wan nivîsî. Niha jî ez hunermendê mezin, wênesazê xwedî stîl û hest bi we didim nasîn.

Ezê bi helbestek Riza Topal-Hulmanî, dest bi DANASÎN a Riza Topal bikim. Ji ber ku Êşa me, êşa dilê me, rewşa civat û miletê me, tenêhiştina hunermendan û helwesta dijminên Kurd û Kurdistanê li derve, li henber hunermendên me yên xwedî hestên netewî, di vê helbestê de anîye ziman:

„Kurd im got, min derî hat girtin.

Ew nava min ra bûbû neyar dijwar.

Kurdan, derî ser min çi nevekirin.

Çand huner malda dan xem dîyar.“(Riza Topal-Hulmanî)

Gisela Barche, di sala 1980an de van xetan li ser Riza Topal-Hulmanî dinivîse:

“Hostetiyeke baş li ba Riza Topal-Hulmanî heye, ew fîgurên xwe bi xetên zirav û têrhonandî çêdike. Bi hostebûna xwe bêhn, ruh û can dide berhemên xwe.“ (Gisela Barche 1980)

Riza Topal-Hulmanî, taybet, bi pîsporîyek rengan xwe digihîne teknîka xwe, ya ku ew bikartîne û ji bo ku ew îfade ya hunerê xwe avabike, hemû rengên bi hêz dikuje û dike qurban. Carek din ji van rengên mirî ruh dide fîgurên xwe û ev fîgur, yek bi yek berbiçav, honandî, bi rengên dinav mijê re carek din derdikevin ber me. Ew rengên beloq bipaşde dimînin û Riza Topal-Hulmanî, di hunerê xwe de metoda xwe, armanca xwe derdixe pêş. Di virde em dibînin ku hunermendê me, kesekî taybet, xwedî xet û pîsporê karê xwe ye. Bi vê lîstika bi rengan re em dibin şahidê pîsporekî lehengîya rengan.

Li cem Riza Topal tirs tine ye. Ji ber wê jî çawa bixwaze, bi a dilê xwe dike û sînoran nasnake.

„Dema ku ew berhemekê ji daran çêdike, ew vîya bi xwestek û hîsekî helbestî û bi awayekî rengareng çêdike.”

(Doris Schmidt, Suddeutsche Zeitung, 1975)

Riza Topal, geh bi rengan re, geh bi helbest û wêjeya Kurdî re û geh bi afirandina îcadên teknîkî re derdikeve ber me. Ev jî, taybetîya Riza Topal derdixe ber me, ku Riza Topal şexsîyetek serkeftî û piralî ye.

Riza Topal-Hulmanî, serbilindîyek miletê Kurd e. Mixabin Kurd, rewşenbîrên kurdan, wêjehezên kurdan xwedî li vê serbilindîya millî, serveta milî derneketine û ji vê serbilindîyê bêpar in. Miletê Kurd, ji huner, wêje û îcadên Riza Topal yên sedsala borî û sedsala tê de mahrûm mane. Ev jî belengazîya rewşenbîr, wêjesaz, zana, entelektuel û sîyasetmedarên kurdan e.

Ma Kurd bi hestên milî xwedî li kîjan hêjayên xwe derketine, ku xwedî li Riza Topal-Hulmanî derkevin?

Wênesaz û girafîker Serhad Bapîr bi van xetan Riza Topal-Hulmanî şîrove dike:

„Riza Topal yek ji kedkarên rêza pêş ya avakirina hunera nûjen ya Kurdî ye. Ew ji bo me mamosteyekî hêja, siwarekî gernas û helbestvaneki rengan e.“ û dom dike hunermend Serhad Bapîr:
„Di vê kataloga resim û xêzikan da meriv dibe şahidê hunermendekî jîr, serwext û jêhatî. Babetên resim û nîgarên wî, li ser civata me Kurdan e. Awayê jîyanê, dîrok, êş û xebata miletê me ya ji bo serbestîyê, bi awayeki xwurt di berhemên wî de tên xuya kirinê.“

Serhad Bapîr, hunersazîya Riza Topal jî bi van xetan tîne ziman:

„Hunera Riza Topal, hunerekî nûjen e. Her çiqas ku qabilîyeta wî di heremên abstrek da xwîya dike jî û kengê bixwaze dikare per û baskên xwe di vê herema hunerê da jî veke, xwîya dike ku realîzm û her wusa realîzma Kurdan û Kurdistanê eve zûva ye, ku wî xistîye bin tesîra xwe“

Riza Topal-Hulmanî, bi hunerê xwe û bi pênûsa xwe bûye dengê miletê Kurd. Terzê jîyan, perwerde û çanda miletê xwe bi hêza huner û nivîsê derxistîye holê. Li ser Riza Topal-Hulmanî, şopa çanda Mîrên Botan, berhemên kilasîk wek Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bibandor xwîya dike. Ev şop jî di wêjaya helbestên wî de pir zelal derdikeve ber me. Mînakek ji stîla helbestên Riza Topal-Hulmanî:

„Ker xilas nebû ji kurtan palik palas

Kurd ber xulamtî nebû azadî pênas.“

Riza Topal-Hulmanî, di hunerê xwe de çar demên Kurdistanê, bi reng û şemala xwezaya Kurdistanê nexşandîye. Di hunerê Riza Topal de bêpîvan, hezkirin û ramanên hestedar, wek şaxên lavlavkê di nav dewsa derbên hunerên firça wî de cîh girtine.

Riza Topal-Hulmanî, wênesazekî ku ji terefê civata xwe de hatîye jibîrkirî ye. Hatîye îhmalkirin. Rewşenbîr, entelektuel û wêjeya kurdî, Riza Topal bi saxî avêtîne gorê. Ev demek dirêje ku li ser xebatên Topal Riza -Hulmanî dirawestim, min ji xwe fedî kir ku çima ez rastî wêje, helbest û xebatên wî nehatime.

Riza Topal-Hulmanî, bi 86 salîya xwe wek darek gûza hezar salî a çîyayên Kurdistanê, bi ked û ber, jînde, ji taqet ketî, lê zindî li ber me ye.

Riza Topal-Hulmanî, wan çîyayên hişk û bi xof yên Kurdistanê, bi realîzmek nerm derdixe ber me. Ji hunerê Riza Topal-Hulmanî, bayekî hênik li sînga me dixe û ji dûr ve dengê bilûra şivanên Kurdistanê, reng û penga xwezaya Kurdistanê, cil û bergên Kurdistanê, bi meqamekî serbest û sivik, lê heta tu bêje nermik dide rûkê me. Ev hostetîya rengan, ji xwezaya Kurdistanê dertê û bi şîveyek hunerî, carnan bi helbestê, carnan jî bi hunerê wênesazîyê, carek din li me vedigere. Bi helbest û firça Riza Topal-Hulmanî, zînde dibe û derdikeve ber me.

Di vir de hunerê Riza Topal-Hulmanî îspat dike ku Riza Topal-Hulmanî, perçek ji jîyan û hunera Kurdistanê û cîhanê ye. Gernasekî wêjeya zimanê Kurdî a kilasîk e. Riza Topal-Hulmanî, vê serkevtina xwe bi cil û bergên jinên kurdan re dadixe govendê û dibe serkêşê govenda rengan, kultur û hunerê Kurdistanê.

Ji bona parastin û pêşketina huner, ceribandinên navnetewî hene. Bezirgan, Arîstoqrasî û borjuwazîyê milî yên miletan, mil dane hunermendan, mil dane wênesazîyê û bi tomarkirina koleksîyonan bûne alîkar û piştgirê hunermendên xwe. Îro bi saya serê van şexsîyetan, cîhan li her welatî, xwedî muzeyên berhemên hunerî ne. Mixabin Kurd, hin ji arîstokrat, bezirgan û burjuwazîyekî milî û hin jî ji hestên parastina huner û hêjayên milî mahrûm in. Dewlemendên me jî belengazên doxîna xwe, zikê xwe, boyaxa porê xwe û forsa xwe ne! Ji wan weye ku pêşketina civatan bi van tiştên beradayî ye.

Wek her miletî hewcedarîya me kurdan jî bi hunerê şêwekarîyê heye. Lê em di civata kurdan de dibînin ku, ji ber geşkirina hestên partîzanî, ruhê ezezîyê, hestên kulrtêlxurî, şîarên tûj, ku li ser esasên bijî bijî“ ava bûne, dewlemendên ji fikir û ramanên milî dûr, şikil û şemala civata Kurd û Kurdistanê jî tarûmar kirîye.

Sewîya miletbûnê ketîye, kalîte û estetîka hunerê jî ji miletekî re bêwate bûye. Vê tehlûkê bi xwe re, ji kurdan re, biçûkkirina hunerê nîgarî, piçûkkirina wêjeya Kurdî û îhmalkirina wênesazîyê û hunermendan jî bi xwe re anîye.

Hunermendê hêja Riza Topal-Hulmanî, bi keda dehan salan, bi nûra çavên xwe û bi hest û ramanên xwe, ev berhem yek bi yek nexş kirîye û honaye.

Riza Topal-Hulmanî, ku wek hunermendekî Kurd û kurdperwer, daneketa qada hunerê û wek pir hunermend û nivîskaran, aîdîyeta xwe veşarta, îro di vî emrê xwe de wê di nav bexçê gulan de bijîya. Mixabin Riza Topal-Hulmanî, ev bêbextî bi miletê Kurd û Kurdistanê re nekirîye û bêxîretî nehilbijartîye. Bi dengekî bilind gotîye, „ez Kurd im û ez hunermendekî Kurdistanî me.“ Bi van hestan bûye mînak û derketîye meydana rengan û xwe daye naskirin.

Lê dewleta tirk, li her derê Elmanyayê derketîye pêşîya Riza topal-Hulmanî û Riza Topal-Hulmanî asteng kirîye. Di amadekirina hemû pêşengehên komî de giranîya xwe danîne ser Riza Topal-Hulmanî, wî wek terorîst dane nasîn û nehiştine Riza Topal-Hulmanî di pêşengehan de cîh bigire. Apê Riza Topal, bi tena serê xwe, li henber vê dijminatîya tirkan û dewleta Tirkîye mîna kelemekî her hunerê xwe afirandîye û bi Kurdbûna xwe, bi serbilindî jîyaye. Di helbestên xwe de, bê text û tacitîya kurdan bi şîveya Ahmedê Xanî anîye ziman û her ev sersarîya kurdan rexne kirîye. Riza Topal Hulmanî, di seranserê jiyana xwe de her bi êşa bêdewletbûnê re rû bi rû jîyaye.

Îro wêneyên Riza Topal-Hulmanî, di muzeyên Elmanya yên nîgarî de bi navê „wênesazê Kurd Riza Topal“(!) cîh girtine û tên naskirin. Bi vê serbilindîyê em deyndarê Riza Topal-Hulmanî ne. Mixabin ev hunermendê hêja û bi nav û deng, îro ew bi hezaran wêneyan re, tikî tenê, bi 86 salîya xwe li ber rahma xwedayê xwe ye. Riza Topal-Hulmanî û pir kesên ku xizmet ji Kurd û Kurdistanê re kirine, ev sersarî, ev bêberpirsîyarî, ev bêwefayî heq nekirine. Gelo dezgehek kurdan tineye ku xwedî li vê mîrata miletê xwe derkeve?

Ji bona Mirata Riza Topal, pêşnîyara min ewe;

Divê dezgehên îdarî û kulturî yên Herêma Kurdistanê vê berpirsîyarîyê bigirin ser xwe û xwedî li hunera Riza Topal-Hulmanî derkevin. Ji bona pêşvebirina huner û wênesazîyê, xebatên Riza Topal-Hulmanî dikarin pêşîya hunermendên Kurdistanê ronî bike.

Ku sazîyek netewî xwedî li van berhemên hêja dernekeve û neparêze, wê ev keda 65 salan talan bibe. Belawela û berbihewa de here.

Eger Herêma Kurdistanê xwedî li van berheman derkeve, ev berhem dikarin bibin bingeh ji bo avakirina muzexaneya hunerê nîgarîya Kurdistanê. Bi saya vê hewlê, dikare derîyekî pêşketinê ji sedan hunermendên din jî re veke. Ev bar li ser pişta dezgehên îdarî û kulturî yên Herêma Kurdistanê ye!

03.10.2020

Kurte jîyana Riza Topal:

Riza Topal di 1934an de li gundê Hulman ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê hate dinê.

Di sala 1950 de li Enstîtuya mamostatîyê de dest bi kar dike. Di eynî enstîtuyê de li Atolyê dest bi bikarê wênesazîyê dike. Di van salan de, li ser Împressionizm û kubîzmê têkilîyên wî bi hunermendên Ewrûpa re çêdibe.

Di sala 1958an de du salan li Bîngolê mamostetîyê dike.

Ji 1958an, heta 1968an li Tirkêyê Kovara Varlık wêneyên Riza Topal di her hejmarê de weşandîye.

Riza Topal di salên 1960an de empresiyonistên Fransiz, wek  Pıccasso, Matisse ve Rouait’yi nas kir..

Di sala 1960an de li gor daxwaza wî tayîna wî derdikeve Hakarîya bi ser Bakûrê Kurdistanê ve. Di van salan de li ser Serdema Arkaîk bala xwe dide hunera Mezopotamîya û Misira kevnar.

Di sala 1968an de bi teşwîqa Wezareta Kulturî ya Tirkîye diçe Elmanya û li Munchenê, li ba Rudî Troger dest bi xwendinê dike.

Di sala 1974an de ji bona perwerdeya zarokên ku ji Kurdistanê û Tirkîyê tên, bi daxwaza Wezareta Kulturî ya Bayernê, wek mamoste dest bi kar dike.

Di sala 1975an de xwendina xwe a akademîk kuta dike û ji Akademîya Hunerên Sipehî ya Munchenê dîploma xwe digire.

Di sala 1987an de çîrokên Willhelm Busch, Oskar Wilde û İ.S.Singer, helbestên M.Luther û Gunter Grass verdigerîne zimanê Kurdî (kurmancî).

Riza Topal bi xwe jî, çîrok, helbest û fablan dinivîsîne. Heta niha çar pirtûkên helbestan bi îmkanên Riza Topal- Hulmanî hatine çapkirin. Ji dervê van helbestan, pirtûkek Kurdî-Elmanî „tabela lêker kêsînê“, Sefer û Kodkên Hurçê, Karda, Pîrê û Rovî, şeş Pirtûkên din çap kirine.

Riza Topal di warê îcadên teknîkî de jî xebitîye û çend icadên mekanîk û modelên ku Riza Topal bi xwe afirandîye jî hene.

Hunermend Rıza Topal niha 86 salî ye. Riza Topal, eve 66 sal in ku hunera xwe diafrîne û ji wan, 52 salên wî yên dawî li Elmanyayê derbasbûye.

___________________________________________

Pêşengeh ku hatine lidar xistin:

1966-Pêşengeha Mezin ya hunerî li Enqerê, Tirkîyê (pêşengeha komi) lidar xistîye.

1968-Pêşengeha ferdî li Stenbolê, Tirkîyê.

1971-Pêşengeha Mezin ya hunerî li München, Almanya (p. komi) lidar xistîye.

1975-Pêşengeha Navnetewî li Parisê, Fransa (p. komi).

1978-Pêşengeha li Galerîya Hunermendan BBK li Munchen, Elmanya.

1979-Pêşengeha li Galerîya Antares li München, Elmanya.

1980-Pêşengeha ferdî li Muzaxaneya Bochum, Civanbenda Berhemên Hunerî û 1981-pêşengeha wan li Zanîngeha Maryland, Munchen, Elmanya.

1984-Pêşengeha li Palais Palfy lı Wien, Avustriya.

1990-Pêşengeha lı Übersee-Museum li Bremen, Elmanya.

1992-Pêşengeha li Avahîya Hunerî ya Dinyayê li Berlinê, Elmanya.

Pêşengeha hevdem ya “Bêsînor” ya nefîkirin-kosmoteoria li Elmanyayê “cihanên zindî” li Bonnê, pêşengehekî Bundesarbeitsgemainschaft komeleyên muhaciran (BAGIV) (Tirkan di vir de dibin astengk û bi alîkarîya serokê Xaça Sor Wîetke Stein Riza Topal beşdarî vê çalakîya hunerê dibe.)

1993-Pêşengeha li Bologna û Londrayê, İngiltere (p. komi).

2009-Pêşengeha ferdî li Gutshaus Steglitz, Berlin, Elmanya.

2015-Pêşengeha ferdî li eywana pêşengehê ya Cezayîr Restaurant, bi hevkarîya Weqfa İsmail Beşikçi, Stenbol, Tırkiye. Riza Topal nêzî 80 tabloyên xwe dîyarî Weqfa Beşîkçî kirîye.

Çend taplo ji xebatên Riza Topal


Riza Topal, “Berbû”

Berga kataloga Riza Topal ya 1984, “ein kurdischer Maler”

Riza Topal, “Keçika li ser darê”

Riza Topal, Bianka û Mona Liza wek jınên şivanan

Riza Topal, “Sê siwarên sor”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir