Ma pêwendiya Kurdistanê û Dewleta Tirk dibe stratejîk?


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de wezîrê karên derve yê Dewleta Tirk seredaniya Kurdistanê kir. Bi serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û serokwezîrê pêjerojê Masrûr Barzanî û cîgirê serokwezîr Kubat Talabanî re hevdîtin kir.

Piştî vê hevûdîtinê pêwendiyên Kurdistanê û Dewleta Tirk jinûve bû mijareke girîng û di rojeva çapemeniya Dewleta Tirk û berpirsên Dewleta Tirk de cî girt û gengeşîı bû.

Ev hevûdîtina ji bona dewleta Tirk  di şertê awarte de  pêk hat. Lewra ambargoya petrola Îranê dê ji bona Dewleta Tirk jî bikeve rojevê. Dewleta Tirk jî dê nikaribe ji Îranê petrol bikire.

Dewleta Tirk lewma divê ku ji xwe re riyeke nû çê bike û bibîne. Ji bona dewleta Tirk jî riya nû ya hêsantir ji Dewleta Federal ya Iraqê û ji Dewleta Federe ya Kurdistanê petrol kirîne. Ji bona dewleta Tirk ev riya hem ji aliyê siyasî ve û him jî ji aliyê maddî ve kêmrîsk e û bi qezenc e.

Dewleta Tirk ji derveyî Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê, dikare ji Siûdî Erebîstanê û ji dewletên Korfezê petrol bikire. Lê di vê merheleyê de girêdayî mijara Îranê û Sûriyeyê pêwendiyên wan gelek xerab in. Ew li her derê û li her platformê mezelê hevûdu dikoline. Dema ku Dewleta Tirk ji Dewleta Siûdî Erebîstanê pertrol bikire ji bona wan dibe hem rîsk a siyasî û hem jî rîsk a malî.

Loma Dewleta Tirk mecbûr e ku bi Dewleta Federe ya kurdistanê re danûstandin bike.

Divê ku Dewleta Federe ya Kurdistanê jî gorî vê taybetî û şertan pêwendiyê xwe dewleta Tirk plan bike.

Pisporên Tirkan, pêwendiya Dewleta Tirk û Kurdistanê erênî şirove kirin.

Beşekî wan got ku “bi Kurdistanê re pêwendiya Dewleta Tirk li berjewendiya wan ya aborî ye.”.

Beşekî wan jî got ku “berê pêwendiyên Dewleta Tirk û Dewleta Federe ya Kurdistanê hebû. Qûtkirina wê pêwendî û dawîanîna wê pêwendiyê şaş bû.”

Baş tê zanîn ku pêwendiya dewleta Tirk û Kurdistanê nû nîne. Heta berpirsiyarên dewleta Tirk, srokkomar û serokwezîrê Dewleta Tirk demekê ew pêwendiya wek tifaqa stratejîk terîf dikirin.

Pişt re çi bû ku pêwendî qût bûn? Jinûha şunde ev pêwendî dê çewa bê terîf kirin?

Ezê li ser vê mijarê rawestim.

Kurdistan û neteweya kurd, piştî Peymana Lozanê bû çar parçeyan, Ji aliyê çar dewletên milî û nîjadpewrest ve hatin dagirkirin.

Ew bû sedem ku kurd her demê li hemberî dewletên dagirker de di nav têkoşîna rizgarîxwaz û milî de bin.

Dewletên kolonyalîst jî, temirandin û serkûpkirina  berxwedan û serhildanên milî yên Kurdistanê, kirin karekî stratejîk. Lewra dewletên kolonyalîst kurd li hemû beşên kurdistanê dijminên xwe yên mişterek, dijminên potansîyel hesibandin. Gor wê tevgeriyan. Bi hev re tifaq çêkirin.

Lê her dem ew jî li hevkirî nebûn. Di navbeyna dewletên kolonyalîst de jî nekokî û hesabên taybet yên dewletan,  dibûn sedem ku ew raste rast bi kurdan re danûstandin bikin.

Dewletên kolonyalîst Îran û Iraq û Sûriyeyê piştî demekê bi tevgera kurd re û bi rêxistinên Kurdistanê re aşkere û legal pêwerndî çê kir. Pêwendiyên xwe ji bona ku li beşa xwe tevgera milî ya kurd bitemirînin û pêşî lê bigrin domandin.

Dewleta kolonyalîst ya Tirk jî, bi Tevgera Başûrê Kurdistanê re her dem bû xwediyê pêwendiyeke veşartî û nelegal.

Lê piştî salên 80yî di dema Hikûmeta ANAPê-Ozal de di pêwendiya Dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê de şoreşek çêbû. Bi Başûrê Kurdistanê re pêwendî vekirî û legal hat meşandin. Li Tirkiyeyê ji bona buroya berpisriyarî ya PDK û YNK vebe, îzin hat dayîn. Piştî ku Hikûmeta Kurdistanê ava bû, berpirsiyarê Dewleta Federe ya Kurdistanê jî li Tirkiyeyê fermî hat qebûl kirin û çî dan hikûmetê.

Di dema Ozal de pêwendiyên Dewleta Tirk û Kurdistanê gelek baş bû.

Vê pêwendiyê piştî Ozal di dema hikûmetê din de jî her çiqas baş nebe jî, domand. Bi taybetî jî di dema wezîrtiya Mesûd Yilmaz de bi Talabanî re pêwendî nexweş bûn.

AK Partî dema di sala 2002an de bû hikûmet, ew pêwendiya Dewleta Tirk û Dewleta Federe ya Kurdistanê dîsa hat meşandin. Lê demêkê pirsgirêk di pêwendiyan de zêde bûn. Lê piştî salên 2013an pêwendiya Hikûmetê û Dewleta Federe ya kurdistanê gelek baş bû.

Dewleta Federe ya Kurdistanê ji aliyê Hikûmetê de fermî hat nas kirin. Di hevûdîtinên serokwezîr û serokkomar de, serokwezîr û serokê Kurdistanê bi Ala Kurdistanê pêşwazî hatin kirin. Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî bi protokola dewletê û bi Ala Kurdistanê hat pêşwazî kirin. Ew pêşwaziya bû sedema gengeşiyên girîng.

Serok Barzanî û Ozanê Kurd Şivan Perwer hatin vexwendina Tirkiyeyê  û ew bi R.T. Erdogan ve beşdarî xwepêşandineke girseyî bûn. Axevtin kirin. Ew wek bûyerek û hevûdîtineke dîrokî hat şirove kirin.

Hikûmeta Tirk hat wê merheleyê ku Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û ji bona vê ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re piştgirî kirin.

Heta hat teheyyul kirin ku dewletA Kurdistanê û Dewleta Tirk dê piştî demekê bibin dewleteke konfederal. Dê bi hev re di çareseriya pirsa kurd li Rojhelata Navîn ddê mîsyonekê bînin cî.

Lê hezar mixabin di sala 2017an de dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bû biryar. Ev pêewendiyan ber bi xerabî çûn. Piştî referandûmê pêwendî têk çûn.

Dema ku Dewleta Tirk bi Dewleta Iraqê û Îranê re tifaq kir, ji îşgala Kerkukê re piştgirî kir, li ber Xebûrê tedbîqat çê kir, pêwendî bi temaî têk çûn.

Lê şık tune ye ku di pêwendiya Dewleta Tirk û Dewleta Federe ya Kurdistanê de kurdan jî heye. Lê ew pêwendiya tu dem nikare bibe pêwendî û tifaqa stratejîk.

Gelo Çima nabe pêwendiyeke stratejîk?

1-Dewleta Tirk, kurdan li hemû beşan ji bona xwe dijmin dihesibîne. Naxwaza ku kurd li hemû beşan bibe xwediyê statuyekê,li Kurdistanê bibe desthilatdar û serwer.

2-Dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê dagirker e, sîstema kolonyalîst dimeşîne, hemû mafên milî yên neteweya kurd xesip kiriye.

3-Dewleta Tirk li Efrînê dagirker e. Dixwaze ku hemû Rojavayê Kurdistanê jî dagir bike.

Amed, 10. 05. 2019

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir