Lİ SER MİJARA “KURD Û HİLBİJARTİN” (3)

Di sala 1965 an de, di bin serokatîya SEÎD ELÇÎ û beşek hevalên wî de PDKT hat avakirin. PDKT bi şêweyek dizî, lê di bin bandora sîyaseta partî demokrat a kurdistana Iraqê de, hatibû damezrandin. 

Bayê têkoşîna di bin serokatîya Mele Mustafa Barzanî de, dihat domandin û Şoreşa Îlonê bandorek gelek pozîtif li hemû beşên Kurdistanê kiribû. Hestên netewî, fikir û ramanên netewî bi navê Barzanî dihat ziman.

Piştî zulmek dûr û dirêj, piştî demsalek tarî carek din hişyarîyek netewî, hişmendîyek kurdewarî di nav gelê Kurdistanê de dest pêdikir. Ew axa mirî ya demek dirêj ku sîyaseta Bakûr dîl girtibû, di bin bandora xwede dixwest bifetisanda hêdî hêdî belav dibû. Şoreşger, welatperwer, xwendevan, rewşenbîr û netewperwer carek din xwe bi rêxistinî dikirin. Ev derîyekî nû, merhaleyek nû derdixist hemberî civata Kurd.

Sîyaseta ji alîyê Kemalîst û “çepgiran” ve dihat domandin, weke kirasekî teng û rizîyayî civatê acis dikir. Nebîyên Teşkîlatî Mahsûsa, bi kirasê çepîtîya Kemalistan dixwestin civatê kedî bikin, lê belê di nav gelê Kurd û di nav civata tirk de rewşenbîr û kesayetên xwedî ûjdan li dijî wan polîtîkayan radiwestîyan, loma ketin nava lêgerînek sîyasî.

Damezrandina partîya karkeran a Tirkîyê (TİP), di wê pêvajoyê de dest pê kir û beşdarî hilbijartinan bû. Lê belê TKP û nijadperestên Tirk, ji bo ku di nav gelê Kurde de fikir û ditinên netewî bi cîh nebin, li dijî gelê Kurd bertek û sîyaseta jahrdadanê zêde kirin. Ji bo wî jî bi tevnê civatê liyistin.  

Hemû serhildan û berxwedanên gelê Kurd bi tawanbarîya kevneperestî û hewldanên feodalîzmê bi nav kirin. Di hemû deman de, dewleta tirk û desthilatdarên Tirk jî, wekî “li dijî sîstema emperyalîst” rejîma kemalîst “pêşverû” dinîrxandin. Naveroka arşîvên Rûs-Sovyetê, bi raporên li dijî gelê Kurd ku ji alîyê TKPê ve hatine amadekirin tije ye û têra xwe jî li pîyasê jî hene.

TİP, di hilbijartinan de dengekî baş girt û 15 parlementer bidest xist. Cîhên TİPê parlementer bi dest xistibû jî bi giranî bajarên Kurdistanê bûn. Ev serkeftin, sîyaseta desthilatdaran tevlîhev kir. Dewlet heta wê rojê du rê, pêşkêşî civatê kiribû. Her du rê jî digihîşt yek navendê. Civat, fêrî du rengî, dudengî bûbû. Lê bi serkeftina TÎP ê, civatê dît ku ji bilî reş û sipî rê û rengên din jî hene! Dewlet refleksên klasîk nîşanda û bi tundî êrîşî bingeha TÎPê kir. Li parlementoyê, li dervayê parlementoyê, êrîşên dewletê zêde bûn û bandorek negatîf çêkir.

Dewletê rêgeh tayin kiribû, nedihişt tu hêz li dijî wê rêgehê tevbigere. Beşek xortên Kurd di bin bandora sîyaseta TÎPê de xebatên xwe domandin; beşek jê ketin nav lêgerînek nû.

PDKT, bi dizî piştevanîya xortên demokrat û netewperweran dikir. Li gelek bajarên Tirkan (metrepolan de), xortên Kurd li dijî êrîşên nijadperestan helwest digirtin û dengê xwe bilind dikirin. (Li dijî nijadperest Nîhat Adsız). Ev deng li hin bajarên mezin bû dengê DDKO`yê. Xortên xwendevan, pêwîstîya rêxistinbûnê di pratîkê de dîtin û ketin nav lêgerînek civakî û sîyasî…

Êdî tîr ji kewanê derketibû, her diçû hestên netewî zêde dibûn. Ew axa ku bi salan beyar mabû, êdî bi tovê şoreşgerî û netewî re rûbirû dibû. Xwendevan û xortên Kurd yên li metrepolan dixwendin, hêdî hêdî li ser pirsgirêkên heremên xwe mijûl dibûn û li rêya çareserîyê digerîyan. Pirsên wan her diçû zêde dibû; ew jî li pey bersîvan digerîyan.  Di wan salan de, navê pirsa Kurd û Kurdistanê, “pirsgireka rojhilat” bû.  Bi tirkî jê re digotin: “Doğu sorunu(!)”

Demek şunda, navê pirsgirêka rojhilat (Doğu sorunu), bû pirsgirêka niştimanî (ulusal sorun). Ev niqaş û binavkirina pirsgirêkê, di nav şoreşgerên Tirk û Kurd de derizandinek girîng çêkir. Mufetîş û komîserên weke Mihrî Bellî, Doğan Avcıoğlu, Doğu Perînçek, Mahîr Kaynak, Îlhan Selçûk, Mümtaz Soysal û şagirtên wan, bi tundî li dijî pirsgirêka Kurd helwest girtin û pesnê tevgera Kemalîzmê didan.

PDKT û xortên DDKO, li dijî kemalistan dest bi hewldanên sîyasî û civakî kirin. Li hinek bajarên Kurdistanê, li dijî zilma “komando” û êrîşên nijadperestan, xwepêşandanên girsayî amade kirin. Organîzator û axaftinvanên xwepêşandanên rojhilat (Doğu mitingleri) endamên û rêvebirên PDKT, TÎP û DDKO bûn. Gorbihûşt Seîd Elçî û Edîp Karahan sereke axaftivanên wê demê bûn.

Doza 49`an, girtin û pêlên îşkencan her diçû zêde dibû. Xortên Kurd ji CHP û Partîya Adaletê her diçû dûr diketin.  Zilma komando, tadayî û pirsgirekên aborî, civakî û sîyasî bûbûn mijara xwepêşandanên rojhilat.  Organîzatorên wan xwepêşandanan PDKT, TİP û DDKO bû. Ev xwepêşandan li gelek navçan, bajaran bi serkeftî encam dan. Civata Kurd, bi şêweyek lezgîn hîşyar dibû, êdî xwedîyê malê û diz bi hev hesîyanbûn!

Ji salên 1970an şunda, di nav Kurdan de derizandinên îdeolojîk, veqetandinên bêbingeh destpê kir. Bayê sosyalîzmê û çîroka nivşê 1968 an bi xwe re guhertinên civakî û sosyal ferz kir, hemû beşên cıvata Kurd di bin wê bandorê ketin pey lêgerînên guhertinê.

Di nav civatê de alîgerên guhertinxwaz û çêkir li alîyekî helwest girtin; li alîyê din jî hêzên statuparêz û alîgerên xirabîyan dest bi şerê dêrûnî kirin. Reşkirina rastîyan her diçû zêde dibû, hêzên mafya û tolazên kolanan di qampên artêşê de, bi navê perwerda komando dihatin perwerde kirin. Li gor stratejîya gladyoyê, dewleta kemalist hêzên xwe yên rastgir, oldar, çepgir û “kurd” ji bo rojên pêş de perwerde dikir. Aktorên xwe di nav rêxistinan de bi cîh dikir.

Disa di wan salan de, bi çepên Tirk re munakeşeyên Kurdistan koloni ye an na dest pê kiribû. Piştî wan munakeşan, mijara rêxistinbûna hevpar an rêxistinbûna cûda di navbera alîyên Kurd û Tirk de geş bû. Bi giranî hemû partî û rêxistinên Kurd li ser teza rêxistinbûnek cûda û li gor pîvanên welatekî kolonî û dabeşkirî xwe ji nû ve bi rêxistin kirin. Ev gengeşî, demek dirêj, di navbera hêzên Kurd û Tirk de berdevam bû.  

Piştî demek dirêj, cardin gelê Kurd li ser daxwaz û helwestên doza netewî derket holê, lê belê nebîyên Îttîhat Terakkî bi argumanên îdeolojîk û çînî doza netewî ber bi asoyek din birin.

Partî û rêxistinên navên wan Kurd bûn, di bin navê têkoşîna li dijî feodalîzmê de bi civata xwe re şer kirin. Bi tewanbarîya ku feodal, kevneperest û netewperestbûnê, li dijî hev ketin nav dijberîyek bê wate. Rê li ber xebatên hevpar, yekrêzî, û ahengîya çalakîyên netewî girtin.

Demek şunda, weke parêzvanên sîstema sosyalist, li ser navê Moskow û Pekînê bi hevre şer kirin. Hinek jê jî, ber bi Tîranê çûn. Ji bo berjewendîyên wan navendan serê hev şikandin û xûn rijandin. Ev yan lîstîka dijmin bû û yan jî şaşî û xeletîyên mezin bû.

Ji salên 1974an şûnde, Kurd ji alîyekî de bi rêxistinên îdeolojîk mijûl bûn ji alîyekî de jî bi partîyên sîstemê re di nav hewldanan de bûn. Hinek jî li ber derîyê CHPê rawestîyabûn, hinek jê jî li ber derîyê Partiya Adaletê rêzbûbûn. 

Sistema Îttîhat Terakkî dît ku bi listokên berê nikarin pêşî li hişyarbûna gelê Kurd bigire, çekên xwe yên herî dijwar derxist holê.

Dewleta mêtingeh, Kurdên oldar û bawermend jî bi partîya Selametê ve girêdan (MSP: Milli Selamet Partisi). Piştî 1974 an şûn de, partîya selametê li bajarên Kurdan serkeftinên mezin bi dest xist.

Dewlet bi planên dûr û dirêj dest bi avakirina rêxistinên mîsyoner û “kedîkirinê” kir. Encamên polîtîkayên kedîkirinê îro gihîştîye kîjan merhelê li ber çavan e.

Sîstem bi bertîl û gendelîyên hilbijartinan, bi îhale û berjewendîyên kesayetî, bi kursî û postên derewîn her tim fikira netewî xwestîye paşve bixe. Ew siyaset, her deh salan, rastî bendavekî dibe.

Di navbera salên 1977an û 1980an de rêxistinên Kurd bi rengên cûda beşdarî hilbijartinan bûn. Di hilbijartinên şaredarîyan de, gelek xebatên pêşketî bi dest xistin. Di hilbijartinên parlemento û yên seneto de, bi endamên serbixwe an jî di nav partîyên desthilatdar de mirovên xwe nîşan dan. Di demên hilbijartinan de propaganda û xebatên sîyasî encamên baş derxist holê.

Li çend bajar û navçan serokatîya şaredarîyan girtin dest xwe. Diaybekir, Agirî, Êlîh, Ruha, Hilvan, Dêrik, Nisêbîn, Şirnax û hwd. Di nav civata Kurdan de xebatên vekirî her çû zêde bû.

Di hemû warên jîyanê de rekabet û helwestên rêxistinbûnê zêde bû. Dewlet, ‘‘bi derketina‘‘ nakokîyên di navbera rêxistinan de, xwest bi ser bikeve, lê belê bandora sîyaseta Kurd hemû bertekên hebû hilweşand.

Sîyaseta netewî, her diçû cuhên xwe fireh dikir û di navbera rêxistinan de bingehek hevkarîyê ava dikir. Lê belê, weke bav û kalan jî gotîye: “Av disekine lê dijmîn nasekine”

Dewlet ji bo rêxistinên kurd li ser bingehek netewî îtîfaq nekin bi destê xulamokên xwe “starta” êrîşan da!

Dewlet bi alîkarîya çeteyên Faşist, mafya û hinek rêxistinên êrîşkar, êrîş û qetlîamên bi kom li dijî gel çêkirin.

Bi giranî li bajarên Kurdan tevlîhevî û qêtlîamên mezin kirin. Bajarên Sûnî û Elewî lê dijîyan, bi seneryoyên patenta wan ji alî dewletê bûn, kuştin û talanên mezin çêbûn. Meraş, Meletya, Sêwas, Çorum, Stenbol yek gulan ji bo qetlîamên wê demê mînakên balkêşin. Ev qetlîmanên hane, piranî di pêvajoya hilbijartinan de dikirin.

Pêvajo 12 îlonê û rewşa sîyasî em hemû baş dizanin. Hinek ji me aktorên wan deman e. Hinek ji me têkoşer û xortên wan rojan, bûne porsipîyên îro. Çi bû, çewa bû? çima me li ber xwe neda? çima me nikaribû karên hevkar bikin? Çima hewldanên UDGê bi ser neketin? Çima rêxistinên me berê xwe dan Surî û li wir bi hev ketin? Çima hemû rêxistin li sûrî perçebûn û berbe Ewropa çûn? Çima li Başûr û li Rojhilat zemînên bi cîhbûnê û xebatên sîyasî hebû, kesî wan deran ne hilbijart?

Gelo ew kîjan ba û bahoz bû ku Baas`îyên nijatperest weke “hevalbendê Kurd û dij emperyalîst” bi xortên Kurdan dan qebûlkirin!?

Tarîtî û bêdengîya navbera salên 1980 û 1984an em çewa îzah bikin? Piştî wan salan, çima ew rêxistinên bi nav û deng venegerîyan welat? Çima di qadên sîyaseta vekirî de bêdeng û bêhelwest man cîhê pirsê ye.

Ji salên 1987an şûnde, di warê xebatên wekirî de, pêvajoya HEP û DEPê kêm zêde em hemû dizanin.

Ji salên 1990an şunde, hemû rêxistinan, hêdî hêdî destê xwe şûştin û navxoya xwe rizandin, pûçkirin. 

Di nav hemû rêxistinan de, çend kesên ji bo xebatên sîyasî israr dikirin, weke gunehkar hatin îlankirin. Ev jî bê bawerî û derfetên fesadîyê, xirabîyê derxist holê.

Kesên berpirsîyarên wan deman, weke haya wan ji tiştekî tunebûye û bê gunehin, rabûne tiştên di tûrikên xwe de vala dikin ser dîkê. Ev wêne bi xwe rastîya sîyasetmedar û rêxistinên me radixe ber çawan!

Wê bidome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir