Komkujîya Kurdên Feylî / Kûştin û mirina Kurdan dom dike…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dunya, hemû dewletên dunyayê, mirovatî, hemû netew di qonaxeke gelek dijwar re derbas dibin. Ev qonaxa dê di dîrokê de wek qonaxa Koronayê bê bi nav kirin. Lewra ji nûha de diyar e ku ev qonaxa wê li ser jîyana mirovatî  bandor û tesîreke mezin dayne. Di vê qonaxê de û piştî Koronayê mirovatî dê çewa bibe, dunya dê şiklekî çewa qezenç bike li hemû dunyayê ji alîyê nivîskar, analîstan, lêkolîneran de tê gengeşî kirin û nivîs tên nivîsandin.

Ez jî dinivîsînim.

Hîç şik tune ye ku Koronayê wê bandoreke mezin  li ser neteweya kurd jî çê bike, dê zerareke mezin bide neteweya me jî. Lê dîsa jî em ê zerara xwe çewa kêm bikin divê ji bona vê xebat bikin. Di vê mijarê de her kurdek divê watinîya xwe bîne cî. Lê divê rewşenbîr û pêşengên civata kurd û neteweya kurd wek kes û wek dezgeh zêdetir watinîya xwe pêk bînin.

Hezer mixabin derdê me kurdan bes Koronayê nîne. Derdên me yên din yên mezin hene. Ew derdên me jî dibin sedem ku kurd bimirin, bên kûştin.

Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser van mijaran rawestim.

Berîya ku ez li ser van mijaran rawestim. Ez dixwazim li ser komkujîya Kurdên Feylî rawestim. Şehîdên wê komkûîjiyê bibîr bînim

KOMKUJÎYA KURDÊN FEYLÎ DIVÊ JI BÎRA NEBE…

Berîya 40 salî enfal û komkujîya Kurdên Feylî ji alîyê rejîma barbar û faşîst ya Baasê ve pêk hat. Di vê enfal û komkujîyê de 12.000 kurdên feylî jîyana xwe ji dest dan û şehîd bûn.

Komkûjî û enfala Kurdên Feylî berdewamîya komkûjî û jenosîdkirina kurdan ya dîrokî ye. Gelek aşkere ye ku xelekeke komkûjîya Zîlanê, Dersîmê, Helebçê û gelek komkujîyên din yên li Kurdistanê ne.

Komkujîya Kurdên Feylî jî, encama sîyaset û stratejîya dewleta Iraqê ya tunekirina neteweya kurd bû.

Komkujîya Kurdên Feylî xwedîyê wateyeke dîrokî ye. Ji bona ku ew kurd bûn û Kurdên Feylî di gelek qonaxên cûda de li Iraqê û li İranê yanî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rolekî girîng a neteweyî lîstibûn; Dewleta Iraqê û Rejîma Faşîst û hov ya Baasê tola vê yekê ji Kurdên Feylî girt.

Beregeha Barzanî ji bona vê komkujîyê dibêje ku “ …awana rejîma berê ya dijî Kurdên Feylî ji alîyê Dadgeha Bilind a Tawanan li Iraqê ve bi jenosayd hate nasandin, lê belê heta niha jî asewarên wê tawana dirindane mane û pêwîst jî dike dewleta Iraqê qerebûya hemû zîyanlêketîyên jenosayda Kurdên Feylî û wan hemû tawan û jenosaydan bike ku li dijî gelê me hatine encam dan.” (05.04.2020)

Divê em komkujîya Kurdên Feylî û şehîdên komkujîyê ji bîra nekin. Ji bona ku komkûjîyan Kurdên Feylî û hemû komkûjî û qetlîamên li Kurdistanê bên pejirandin û darizandin divê em kurd herêmî û navneteweyî  xebat bikin.

LI KURDISTANÊ MIRINA XWEZAYÎ…

Em kurd, di jîyana saxî û tendurustîya xwe de, di  babeta jîyana xwe de xwediyê çandeke bi pirsgirêk in. Em kurd li jîyanê, “ji bona me tiştek nabe” dibêjin. Lê zêdetir nexweşîyên me yê koronîk hene. Ji alîyê din ve jîyana kurdan di şertên kolonîbûnê de zehmet e. Em xwedîyê derfet û îmkanên teng in. Dema ku em li saxîya xwe jî nenêrin, rewşekî gelek dramatîk derdikeve holê.

Loma jî li welatê me Kurdistanê mirina xwezayî zêde ye û temenê mirîyan jî biçûk e.

Ez hêvîdar im ku em, ji ev dîktatorî û dijminê nexuyayîyê mirovatî vîrûsa koronayê îstîfade bikin, di jîyan û çanda saxîya xwe disîplîn çêkin, çandeke nû qezenç biafirînin. Ew jî wê bibe sedem ku ciwanên me di nav tenduristî de, jîyaneke bi qelîte derbas bikin; di ciwanîya xwede  jîyana xwe ji dest nedin. 

KÛŞTINA VÎRUSA KORONAYÊ…

Wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, di vê qonaxê de li dunyayê û li Kurdistanê vîrusa koronayê xeteriyeke mezin e. Hîç şik tune ye ku encama koronayê em kurd jî dê jîyana xwe wenda bikin.

Gor zanyarên tendurîstî û doxtoran tê gotin ku ew kesê nexweşîya wan ên kronîk hebin, salên wan jî mezin bin, ew zêdetir di bin xeterê de ne. Ew li hemberî vîrusa koronayê serkeftî nabin. Jîyana xwe ji dest didin.

Li Kurdistanê jî girêdayî çanda jîyana me û girêdayî şertên kolonî û aborî nexweşên kronîk zêde ne.

Loma jî divê em zêdetir guh bidin tedbîrên otorîteyên tenduristî û doxtoran. Lê qasî wan û heta ji wan tedbîran zêdetir divê em wek şexis, wek malbat, wek gund, wek eşîr xwe ji koronayê biparêzin.

Li Kurdistanê girêdayî çanda me ya civakî mirin û şîn ji bona me di vê qonaxê de xeterekê pêk tînin. Divê em gor hestên xwe tevnegerin û ji bona xwe û zarokên xwe, malbat û derûdora xwe xeterî çê nekin. Rê nedin ku li şînan komên mezin çê bibin.

Lewra mirina vîrusa koronayê nexwezayî ye. Ew kûştina kurdan e. Loma em bi îradeya xwe dikarin pêşiya vê mirinê bigrin.

PKK JI ALİYEKÎ VE CIWANÊN KURDISTANÊ DIDE KÛŞTIN Û JI ALÎYÊ DIN VE KURDÊN SIVÎL DIKÛJE…

Ji sala 1984an vir ve PKKê bi gelek babetan, bi înfazan, bi şerê bê wate, şerê berjewendiya gûrûbî ciwanên kurd dikûje û dide kûştin.

Di van rojên dawî de jî li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê dizane ku encamek jî nagre, ciwanên Kurdistanê bi destê Dewleta Tirk dide kuştin.

Ji alîyê din ve li navçeya Pasûrê devera gundê Şawişanê, di encama teqîna PKKê de ji karkerên daristanê 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Divê beriya her tiştekî pêşîya ev karê kûştina kurdan bi destê dewleta Tirk û PKKê bê girtin. Ev mirina kurdan, mirineke xwezayî nîne.

LI KURDISTANÊ KÛŞTINÊN DEAŞÊ …

Li Kurdistanê di 10 salên dawî de komkujîyên ku ji alîyê DAEŞê pêk hatin, nayên ji bîrakirin. Di êrîşa DEAŞê de bi deh hezaran kesên me şehîd ketin. Gelek gund û navçeyên me hatin dagîr kirin

Hezar mixabin DAEŞ di vê dema dawî de jî ji bona neteweya kurd û Kurdistanê xeter e.

Di van rojên dawî de li navçeya Koleco ya başûrê Silêmaniyê di encama êrîşa DAEŞê  li ser hêza Pêşmerge de, 2 Pêşmerge şehîd bûn, hejmarek ji çekdarên DAEŞê jî hatin kûştin.

Diyar e ku çekdarên DAEŞê sûdê ji valahîya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqî de dibînin û êrîşî ser hêzên Pêşmerge û welatiyan dikin.

Divê ku ev pirsa çareser bibe. Çareserî jî, divê Dewleta Federe ya Kurdistanê û pêşmerge li hemû herêmên Kurdistanê desthilatdar bin û xwediyê berpirsiyariya fermî û hiqûqî bin..

Divê ku em îzin nedin ku DAEŞ kurdan û kurdistaniyan bikûje.

Diyarbekîr, 10. O4. 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir