Gelo li Iraqê serwerîyeke çewa heye?

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian hat Baxdatê bi wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên re danûstandin kir. Fuad Husên wek tê zanîn kurd e. Li Iraqê nûha ciyê  Hişyar Zebarî girtîye.

Piştî danûstandina herdu wezîrên derve, civîneke hevbeş ya çapemenî çêkirin. Herdu wezîran naveroka civînê û peymanên di civînê de hatine rojevê lihevkirî pêşkêş kirin. Ev yeka tiştekî gelek xwezayî bû. Dema ku du wezirên derve yên du dewletan bên cem hevdu vê yekê dikin.

Di axevtina Wezîrê Derve yê Fransayê de peyveke/têgeheke gelek girîng hebû. Ew jî peyva/têgêha “serwer” bû. Wezîrê Derve yê Fransayê got  “pêwîst e rêz li serwerîya xaka Iraqê were girtin.”   

Vê yekê ji bona min li ser têgeha “serwerî” fikarindin û terîfa vê peyvê û li Iraqê rewşa serwerî çi ye anî rojevê.

Serwerî peyveke xweş e. Pirr caran ev peyva ji bona însana û ji bona dewletan bes wek peyv bi kar tê. Naveroka wê tu wext cî bi cî nabe. Peyve serwerî, wek enstrumeneke siyasetvanan pêşkêş dibe. Pirr caran jî, ji bona ku siyasetvanên welatekî nebûna serwerîya welat û dewleta xwe veşêrin, qala serwerîyê dikin.

Serwerî peyveke gelek kevn e. Di sedsala 16an de ji aliyê Jean Bodîn de bi kar hatîye. Lê piştî wê jî gelek terîfên serwerîyê hatine kirin. Bodîn dibêje ku serwerî pîvaneke dewleta modern e. Bodîn di derbarê dewletê de fikrê xwe di pirtûka  “Biniyê Dewletê” de tîne ser zimên. Bodîn di derbarê dewletê de dibêje ku “dewlet ji gelek enstruman û organên tên cem hevdu çê dibe. Dewlet wek keştîyê ye.” Dibêje ku “guwerteya kêştayê ji 3 alavên esasî ava dibe. Ew alav jî, mûtlaqbûn, domdarî, dewirnekirin e .”

Gor bawerîya min serwerî, di serwerîya însanan re derbas dibe. Serwerîya însanan jî, qedere xwe bi xwe û bi aqlê xwe tayîn û tespît kirine. Dema ku serwerîya însana jî bû civakî û komî,  dibe serwerîya giştî ya neteweyan.

Serwerî li hundirê welêt û li derveyî welêt li ser qedera dewleta xwe hikûm kirine. Hiqûq çêkirin û hiqûq pêk anîne. Tetbîqkirina hiqûqê ye.

Di rejîmên totalîter de, serkanîya serwerîyê xwedê ye. Di rejîmên demokrat de serkanîya serwerîyê,  xelk e û netewe ye.

Dewletên federal jî divê ku demokrat bin. Serkanîya serwerîya dewleta federal jî neteweyên cûda yên ku di dewletê de şerîk in.

Dema ku em ji serwerîya Iraqê qal dikin. Ji serwerîya dewleta federel qal dikin. Dewleta federal ya Iraqê jî bes ji bona ku ne dewleta ereban e, ji serwerîya neteweya ereb û welatê ereb qal nakin. Di hemandem de ji serwerîya neteweya kurd û kêmneteweyên Iraqê û welatê kurdan Kurdistanê qal dikin.

Dewleta federal a Iraqê xwedîyê serwerîyê ye? An jî xwediyê serwerîyeke Çewa ye? Ev mijarek girîng û hewcedarî şirove û analîzê ye.

Divê ku em li ser çend opsîyonan rawestin.

Dewleta Federal ya Iraqê xweser dikare axa xwe biparêze? Bersîva vê pirsê erênî nîne. Iraq, nikare xwe li hemberî hêzeke ne dewlet wek DAEŞê biparêze. Emerîka û tîfaqkarên wê ji bona ku zora DAEŞê bibin, ji Iraqê re bûn alîkar.

Dewleta Federal ya Iraqê li hemberî Dewleta Islamî ya Îranê serwerîya xwe diparêze? Ji bona vê jî bersîv pozîtîf nîne. Lewra li her herêmê û di her dezgehê de Îran destwerdanê dike. Iraqê wek dewleta xwe û wek kolonîya xwe bi kar tîne. Hêzên xwe yên terorîst li Iraqê cîwar dike. Haşdî Şabî û hêzên Îranê yên taybet li Iraqê ji bona vê nimûne ne.

Dewleta Tirk, her demê axa Iraqê bombaran dike, Dewleta Federal ya Iraqê dikare pêşîya wan bigre? Bersîv dîsa ne pozîtîf e.

Hêzên terorîst wek Haşdî Şabî û PKKê gelek bi rehetî li welatên wan çalakîyan dikin, tevdigerin, destwerdanê dikin, Iraq nikare pêşîya wan bigre.

Wê demê ji serwerîya Dewleta Federal ya Iraqê qal kirin, mimkun dibe? Bersîv dîsa negatîf û “na” ye.

Hebûna PKKê li axa wan dibe sedem ku Dewleta Tirk axa wan bombabaran bike, nikarin ku li ser PKKê hikûm bikin. Nikarin hiqûqa xwe li ser PKKê û hêzên din yên terorîst ferz bikin.

Di hemandem de demokrasîyeke tekûz jî tune ye. Loma jî, li hundir jî, ji serwerîya Dewleta Federal ya Iraqê qal kirin dîsa zehmet e.

Li Iraqê serwerîyek hevbeş divê hebe. Ew serwerîya, serwerîya neteweya kurd û ereb e. Gelo ev yeka heye? Bawer dikim kes nikare bibêje erê.

Dema ku Dewleta Federal ya Iraqê serwer nebe, Herêma Federe ya Kurdistanê jî serwer nabe. Loma serwerî  her demê bi problem dom dike.

Bi salan e ew operasyonên Dewleta Tirk ji bona qelsîya serwerîya Kurdistanê mînakeke gelek girîng e.

Divê ku kurd û ereb û hemû kemneteweyên Iraqê, li ser serwerîya xwe bifikirin. Bigihîjin encamekê.

Diyarbekîr, 17. 07 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir