Li gel Dr. Fikret, di derbarê roman wî ya „Li benda Keskesorê” de, kurdên Anatolî û kovara „Bîrnebûn“ ê de, sohbetek.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

Seyîdxan Kurij: Tu dikarî ji bo xwendewanên me xwe bidî nasandin?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Serîda ji te û kovara VATE ra ji bo vê roportajê pir spas dikim.

Ez ji malbateka kurdên Anatolya navîn, Bajaroka Polatli- Enqerê me. Ji gundî Mikaila me. Navê gund, ji navê êla me tê, bi tirkî nave xwe Inler e.

Em 10 xang û bira bûn, jê 4 law, 6 keç în. Berê li gund di her malekê da 9-10 zaro hebûn.

Kalên me di dema Osmanîyan da li medresan xwendine û bavî min jî em şandine xwendinê.

Piştî avabûyîna komara Tirkîyê, di sala 1926 an da li gundî me Dibîstana Serata ji hêla bavî dîya min, kali min H. Yusuf da vebûye û ew bixwe merivekî oldar bû ye, le wî cara yekê keça xu, yane diya min jî sandîye mektebê. Li gund di  nav jinan da tenê dîya min dikarî bixwûne û binîvsîne. Me pir tişt ji wê hukirin, hîn bûn.

Ji ber wê ez jî li mektebê hertim bi serdiketim.

Piştî qedandina lisê min Fakulta Tibbê qezenc kir û pêşta li Erzurum û dû ra li  Izmir ê Tip xelaskir û bûm hekim.

Di sala 1989 an da ji bo ihtisas ê hatim  Elmanya û li  bajari  Duisburg ihtisasa, Jinekolojiyê kir û bûm pispore Jinekolojiyê.

Nika li  Duisburg ê muayenexana  min heye. Dû ra bi keçeka kurmancên Bala- Ankara yê va zewicîm û em bûn xadîye 2 Lawan.

Berzan Mikaili û Miran Mikaili.

Bi wana serbilind im. Mi bi zanetî navê êla me jî li wan herdûyan kir. Ji bo ku ew nav wanda nebe, ji holê ra nebe!

Pirs: Tu di şartên çawa de, di bin tesîra kulturekê çawa de mezin buyi?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Ez ji malbateka mezin, xwenda û dindar têm.

Li gundi me ziman tenê kurmancî bû,eger kesek bi tirkî dengkira qerfe xu pê dikirin.

Jin û mêrên pîr û kal li şeva di mala da çîrok û mesel digotin. Lîstike me li nav gund gî bi kurmancî bûn. Di dawatan da kilam bi kurmancki diavêtin hev û pê govend digerandin.

Maltêtik hebûn, navî lîstika gî bi kurmancî bûn. Navî deran, çîya û banuyan gî bi kurmancî bûn.

Yane heyat bi her avayî kurdî bû.

Ez hertim ji bo kurmanciti û kurditiya xwe hessas bûm. Hîn ku ez jdi 1970 i da bo Ortaokul (Dibistana Navin) hatim Polatli yê, mi dî ku em û yên li bajêr, yanê Tirk ne weka hev in .Wê gavê male kurmanca li bajêr kêm bûn, hindik bûn.

Zaro tirka qerfe xu bi me dikirin, bi me dikenîyan. Digotin; Kuyruklu  Kürt!, Pis Kürt, Kirro!

Le me jî tim boça xu radikir ,li hember wana berxu duda.Pir cara me li hevdixist.

Ku tirkek dihat gund, me jî qerfe xwe bi wana dikirin,ew biçûk didîn û bi wana dikenîyan.

Me jî, ji wan ra digot; Tirke Nîyêr (Nêr), Çerçi

Gundiyên kurdên li Anatolyê dewlemeb bûn ,xadî  mal milk bûn.

Di lisê da min siyaseta Kurmancîtîyê naskir. Li Poatli,yê Özgürlük Yolu, Rizgari hebûn. DHKD li Polatli yê wekirin. Em bi hevala va diçûn wir. Eger kurdek biçiya komelê Tirka(Çep yan Rast  ferq nedikir) me ew pir bi eyb didît, şermezar dikir. Me digot ew ji bo keçika terin wira, ew “Fistikçî” ne.

Seyîdxan Kurij: Hûn 20 sal zêdetire bi navê “Bîrnebûn” kovarekê ji bo kurdên Anatolîyê diweşînin? Tu dikarî piçekê behsa ew kovarê bikî? Ji ber kû “Bîrnebûn” û “VATE” heman demê de dest bi weşanê kirin û her dû ji, ji alîyê komekê niviskaran va tên weşandin, lê bi îstîqrar dikaribûn weşana xwe heta îro bidomînin.

Çima wek nav “Bîrnebûn”? Armanca weşandina kovarê çî ye? Navorek li ser kîjan babetane? Çawa dikaribu heta îro bi îstîqrar weşana xwe bidomîne?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Piştî hatim Elmanya, min di nav KOMKAR ê da cî girt, bi salan di komela Duisburg ê da kar kir.

Di sala 1996 an da me, komek ji kesên ji Anatolya Navin (Ankara,Konya, Kirşehir, Kayseri, Aksaray, Çorum, Yozgat ê) piştî çend civîna, me biryar girt kû em kovareka bi navî Birnebûn ê biweşînin. Bingeh li bajarî Duisburgê hat avetin.

Ji ber ku  me dît; li Anatolya navîn asimilasyoneka pir giran bi lezûbez li ser me da tê, ziman dimire û bi mirina ziman va jî girêdayî,çîrok, gotinê mezinan, lîstik ,hertist dimire, kurdbûn dimire.

Em bêçare bûn,bêxadî bûn, le me got em quvveta xwe bikin yek û ji bo berhevkirina kultur û çanda me, kovarekê derxînin, ji bo ku ew neyên  ji bîr kirin, wendabûn.

Nave kovarê, çend hevala berî ku em kovarê derxînin weka “Birnebûn di rojnameya Ö.Politika da weşandî bûn.

Me li ser niqaş kir,le ji ber kû ew nav belaw bûbû, me nave “Birnebûn” ê hişt.

Bi kurdîya rast gere ew bûbûya; “Ji bîrnebûn”!

Me ji bo kovarê tu ji deran pere nestandin ,pişta xwe neda tu partîyekê. Herkesî ku tev li kovarê bû, yan jî piştgirî kir hîn hetanî îro li gor derfet û imkana xwe mehane perakî didê û Birnebun derdikeve.

Sebeba herî mezin ku kovar bi istikrar derdikeve bêguman hebuna çapxana APEC ê ya li Isvec ê ye û xadanî wê kek Eli Çiftçî ye.

Ew bi xu jî kurdekî ji Anatolya navîn ê bi porejeya Birnebûnê pir bi bawer e, bawer bû.

Ji hêjmara 2, yan da heta nika ew kovar ji hêla APEC ê da dertê.Sed cara ,hezar cara mala wî ava, Xadê jê razî bi.

Û hemî niviskarên bîrnebûn ê û yên kû di kovarê da bûn niviskar jî, bê îstîsna hertim pişta me girt.

Ya herî girîngtir jî em bi zar û zêc bi birnebûne va ketin, ji bo vê armancê hatin ba hev, me hevûdu  naskiri, bûne malbateka mezin.

Me dizanî kû vî karî ne dewletek ,ne partîyek, ne jî kesên din ji bo me dikin, ew erka me bû, wezîfa me bû.

Bi vî hestê û ruhayetîye em bûn Malbata Birnebûn ê!

Kurdistanîyan jî, ji bo em dewam bikin, em gellek pesandin,pişta me mist dan. Ew tiştana jî em  motîve kirin, heweskar kirin. Tenê armanceka me hebû û  hîn jî heye;

Ew ziman û çanda kû bexadîye û di devî gur da ye, li ber mirinê ye, binivisînin, bikin dokument, belgename û ji wendabûnê xelas kin.

Ji bo kû bira zar û newiyên me, rokê ji me ra nifira nekin û lanetê nexwînin!

Seyîdxan Kurij: Te demekê berê bi navê “Li benda Keskesorê” romanekê nivisî. Te çawa biryara nivisandina ew romanê da , ango te bi kîjan motîvasyonê ew nivisand û te ji bo nivisandina romanê peşamadetîyên çawa kirin?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Ez bixwe ji berê da hertim ji bo dirokê eleqadar bûm, mi  ji  tarixê hezdikir. Min di  kovara me Birnebun ê da rêzenivîseka bi navî “Sîyare Têrika” destpêkiriwû û ew herçik çû dirêj bû. Li ser vê hîn hevala ji kovarê ew peşnîyar kirin kû, ez ji va çirokana romanekê derxînim, binivîsînim.

Min pir roman xwendî bûn, le nivisandin tiştek din bû. Wekî tu jî dizane romana kurdî him nû ye ,him jî hindik roman hatine nivisandin.

Di romanên kurdî, kurmanci da zimanî romanên Mehmet Uzun  him zelal û him jî ji bo xwendawana pir sivik bû. Kêfa min pir pê dihat, herî zêde jî bi „ Sîya Evînê“.

Min di nivisandina romana xwe da ew ji xwe ra wek nimune da ber xwe.

Pirs: Roman te wek romanekê bîyografîk e, lê lehengê romanê Os (Osman) berê 200 sal jîya ye. Tu çawa dikaribuyî di derbarê jîyana wî de agahdarîyan berhev bikî?

Berê da kû mezine malê di odan da dihatin ba hev, qala kal û pîrên me dikirin.

Ji nav wana da çiroka kali kalî min H. Osman Efendi pir bala min diksand. Jiyaneka wî ya têr û tiji hebû, dramatik bû, serkeftin hebû, evîn hebû, rev hebû. Wî cara ewil li gund Mizgeft, cami avakirî bû û hewsek ji goristanê ra dabû cêkirinê. Yanê meriv dikare bibêje; bingeha avabûna gundekî nû li  Anatolya navin avêtîbû.

Di goristana gund a kevn da û li sermala me da kevir, kitabe hebûn ku ji alî wî da hatibûn nivîsandine, ew kevirana ji Bursa û Stenbol ê bi kerwanên xu anîbûn gund.

Yanê di derheqa wî da ne tenê çîrokên devkî,yên nivîskî jî di destî me da hebûn. Ew yek ji beri 200 salî li cem kurdên koçeber tiştekî ne normal bû, kêm bû.

Os ew kes bû ku cara ewil ji Hecê (Erebîstanê) bi xwe ra kole û cariye anîbûn.

Seyîdxan Kurij: Romana te çiqas bîyografîk e, çiqas kurgu (pevxistine)?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Pirranîya romanê lihevanîn e, kurgu ye!

Tenê ew tiştên kû min li jor qalê kirine, ew min tev lêkir û roman li dorberî ew rastîyana bihev hunand, nivîsand.

Seyîdxan Kurij: Tu romanê de jîyana kurdên Anatolîyê tinî ber çavan, behsa eşîrên Anatolîyê dikî, te di wî warî de lêkolînekê taybetî kir? Dikarî bi kurtî behsa Mîkaîlîya bikî?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Erê! Me wekî li jor da qala kovarê kir, di derheqa tarix û êlên, eşirên Kurdan li Anatolya Navin da pir tişt nivisandin û belawkirîbûn.

Wexta kovar nû derket, di destî me da çavkani kêm bûn, meriv dikare bibêje tune bûn!

Bidestxistina belgenameyan ji pir dijwar bû. Le di va salên davî da dewletê hîn arşivên xwe, him jî bi tirkîya nû ,orijinala belgenameyan avête internet ê. Me ji, ji wir ew daxistin û dan wergerandinê.

Bi rîya vê jî me him ew agahîyên me yî devkî serrast kirin, him jî tiştên nû hukirin.

Êla me Mikaîlîyan jî di salênn1750 an da bi rîya iskana Osmanîyan bi Konfedreasyona Canbegan va têne Anatolya. Li gor lêkolinên mi bi navi Mikaila li Kurdistana Başur, li navça Qeredax û Helebçe û li aliyî Iranê girêdayi konfederasyona CAF an, jî êlek, eşîrek bi navî „Mikaîlan“ heye. Dîsa li alîyê Serhed ê, Van. Erciş, Çaldiran, Ağri  Patnos,Tutax ê û li Muş Bulanikê çend gundên êla Mikailan hene, disa li Licê taxek bi navî Mala Mikailan heye. Di arşivan da disa qala îskankirina malên Mikailiyan li Sivas Divrik, Harput, Malatya, Poturge û Gerger ê tê kirin.

Mezinên me tim digotin em ji Wêranşehir ê hatine.

Dibe kû beri iskana mezin welate me Wêranşehir bû, ew tenê tehmin e.

Ji min da heta kali me yî ku hatiye Anatolyê, em 7 kala dijmêrin, bi neviyên me va dibin 10 bav, yanê 250 sal. 250 sal berî vê em ji koka xwe hatine jêkirin, rakirin û li vir iskan  bûne.

Seyîdxan Kurij: Tu di romanê de alîyekê de ji behsa Îstanbulê dikî? Li gorî agahdarîyên dîrokî Mevlana Xalid li Stenbolê de nejîyaye. Vê de rastîya dîrokî heye, an te bi xwe pevxidtine?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Rast e, Mewlana Xalid li Şamê jîyaye û li vir çûye rehmetê. Gorna xwe li Şam e ye. Le Osmaniyan, ji bo kû pêşiye li Vahhabîyan bigrin, piştgiriya Mewlana Xalid kirine û bi rîya wî Neqşbendîtî belaw bûye, bi pirranî jî di nav Kurdan da, le di seranserî împaratorîya Osmanîyan da ji, ji bo wî şagirdên wî medrese dane avakirin û çêkirinê.

Ji ber kû ew jî, ji êla Mikailî ye, min ew jî kire nav romanê, yanê ew li hevdanîn, pêvvaxist.

Ji ber kû bera (Kabile) me û H. Osman Efendî bi oldarbûna xu dihatin nasandin.

Seyîdxan Kurij: Mesela zewaca Osman û Asparik ji balkêş e, gelo wê demê de zewaca yek Armenî û Bisilman mimkun bû?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Li gor baweriya islamê, dinî me , eger muslumanek bi  xaçperestek yan ji keseki nemusluman va bizewice, gere ew kes bibe musluman. Wekî din nikahe wana qebul nabin. Le îstisna hertim hebûne. Min ew li hev danîye, çîrok e.

Ji ber kû mezinên me ji bo firotina kerî û pezî xwe û ji bo xandinê tim diçûn Stenbolê û hertim qala gayrimusluman, Yermaniyan (Ermeni) dikirin, min ew jî bi avayî tev li romanê kir.

Seyîdxan Kurij: Te roman bi temamî bi devoka herema xwe nivisîye. Gelo te çima metodekê usa hilbijart? Ew metod hejmara xwendewanan kêm nake?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Rast e bi vê kêm kes romanê dixwînin, le bi vî avayî min xwest taybetmendiyên devok û zaravayê kurmanciya gundî xwe biparêzim û ji bo pêşerojê wek numune cibihelim.

Seyîdxan Kurij: Romanê de gelek peyivokên kû tên bikaranîn ji bo me xerîbin. Ango em gelekê peyivokên nû hîndibin. Lê alîyekê din de roman berhemekê dema moderne û nîşanekê netewebûn e. Hemû civatan de netewebûn û nivisandina roman parelel e. Ji ber wê li anegorî dîtina min divê roman, helbest û kurteçîrok (novel) bi zimanekê standart werin nivisandin. Ango divê ew ji bo hemû netewa werin nivisandin, ne ji bo heremekê.

Tu vê derbarê de dikarî çi bêjî?

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Min xwest bi vê nişan bidim kû meriv dikare bi devoka me ji romanekê binivîsîne. Ew dewlemendiya ziman û zaravayên Kurdîne, ger ew wenda nebin!

Pir peyv, kelime li wê derê me hene, di kurmanciya, kurdiya Kurdistanê da tune ne, yan jî wenda bûne. Devoka me di nav Kurmancî da ye û li ber wendabûnê ye, asimile dibe. Eger rojekê ziman standardize bibe, dibeke bi vê jî wari nivisandinê. Ez nebim jî ji hêla nifşên nû, ji hêla zarok û newiyên me da. Ez bi vê bawer im û hêvîdar im.

Eger wext û derfet hebin ,ez dixwazim romanê bi Elmani û Tirkî jî binivsînim yan jî wegerînim va zimanan jî.

Berxudar be ji bo ew lêpirsina te!

VATE û xwendewanê we ra jî jiyaneka têr û tiji dixwazim.

Seyîdxan Kurij: Li gor dîtina min kurmancî heta dereceyekê bilind standartîze bûye û gelek berhemên baş yên edebîyata modern ji hatine afirandin.

Qesta min wek yaşar Kemal û gelêk nivisakrên din mirov dikare îskeleta roman bi zimanî standart ava bikee, ango rastnivîsandin û gramera standart bi kar bîne, lê dîalogan de devoka heremî kar bîne û ûsa pêyivokên heremê bikar bîne. Lê te û qismek ji Muzafer roman bi temamî bi devoka herema xwe nivisandîye.

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Raste Her çıqas ew wekî te gotî be jî, li gor min ; ne tenê dialog , ger bi tevayî ew bi devoka heremê be, ji bo parastin û fehm kirina kurmancîya wê derê ferz e.

Wêngê karaktera Kurmancî ya berî 300 salî ya kû di nav devoka me da mayî , rindtirin tê zanîn.

Ew yek ji bo kok û binyata şûna kû em jê hatine jî pir girîng e.

Seyîdxan Kurij: Gelêk spas dikim ji bo hevpeyvînê ji bo te serkeftin daxwaz dikim.

Not: Kirdkî (Zazakî) ya ew hevpeyvînê di kovara „VATE“ hejmara 63.an de hatîye weşandin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *