Zummar: Erebên hawirde dest datînin ser zevî û xaniyên Kurdan

Rêveberê nahiyeya Zummarê Ehmed Cefer ragihand ku Erebên hawirde bi darê zorê dest daniye ser erd û xaniyên Kurdan û ji ber wê hewla wan li herêmê pirsgirêk derketine.

Rêveberê nahiyeya Zummarê ya Nînowayê Ehmed Cefer derbarê pirsgirêkên erd û zeviyan ên di navbera Kurdan û Erebên hawirde de îro ji ajansa Rûdawê re axivî.

“Rejimê Ereb anîn herêmê”

Ehmed polîtîkayên dema Beasê bi bîr xistin û got:

“Rejima berê ya Îraqê sala 1974an Kurdên eşîra Hesiniyan ji gundê Berdiyeyê derxistin.

Sala 1985an jî dema Bendava Mûsilê hat çêkirin, hinek gundên Kurdan di bin avê de man.

Wê demê rejimê Ereb anîn herêmê.”

Herwiha Ehmed Cefer, amaje bi pêvajoya piştî rûxana rejîma Sedam Husên jî kir û wiha dewam kir:

“Piştî sala 2003yan Pêşmerge vegeriyan herêmê xelk jî careke din hat ser gund û malên xwe, Erebên hawirde jî ji herêmê derketin û li herêmê neman.

Yek ji wan eşîrên li herêmê jî eşîra Cêserî ya Cibûriyan bû.

Ew li leşkergeha Domîzê bi cih bûn. Artêşa Îraqê doz li ser wan vekir ku divê ji wir derkevin lê belê derneketin.

Niha ew dibêjin em ê vegerin Berdiyeyê û eşîra Hesiniyan jî hatina wan qebûl nake.”

“Pirsgirêk çareser nebûye”

Li gorî gotina Ehmed Cefer, parêzgarê Nînowayê ji bo çareserkirina pirsgirêka erd û malan lijneyek ava kiriye û ew jî di nava lijneyê de cih digire.

Ehmed Cefer, derbarê civîna herî dawî ya bi parêzgarê Nînowayê jî got:

 “Roja înê em bi parêzgarê Nînowayê re civiyan. Di civînê de nûnerên eşîra Hesinan dibêjin, ew erd ên bav û kalên wan in û tapoyên wan hene.

Ereb jî dibêjin hikûmetê ew anîne herêmê. Ji ber wê jî heta niha ew pirsgirêk çareser nebûye.”

Serokê Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Encûmena Nînowayê  Mihemed Casim Kakeyî ku bi xwe li ser wê babetê dixebite ji Rûdawê re da zanîn ku pirsgirêk ji bilî xaniyan li ser 150 donim erd jî heye.

“Dest danî ser erd û xaniyên Hesiniyan û Mîraniyan”

Herwiha Mihemed Casim Kakeyî ragihand:

“Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn ku Heşdî Şabî û artêşa Îraqê careke din hat herêmê, Kurd ji herêmê derxistin.

Wan dest danî ser erd û malên eşîra Hesiniyan û Mîraniyan.”

Mihemed Casim Kakeyî, ragihand ku parêzgarê Nînowayê biryar daye ji Bexdayê belge bên anîn û xwediyên wan erdan ên rast were kifşkirin da ku pirsgirêk were çareserkirin.

Ehmed Cefer, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî 16ê Cotmeha 2017an Kurd ji herêmê derketin û careke din venegeriyan herêmê û malên wan vala ne.

Ehmed Cefer diyar kir ku Ereb jî dixwazin bikevin malên wan.

Li gorî gotina Ehmed Cefer, pirsgirêka herêmê ne li ser zeviyan e, pirsgirêk li ser 200 xaniyî heye.

Gundê Berdiyeyê nêzîkî 300 malî ye û li ser Zummarê ye.

Li gorî Destûra Îraqê ew herêm dikeve ber Madeya 140î ya Destûra Îraqê û nakokî li ser hene.

Zummar jî li ser navçeya Teleferê ya Nînowayê ye.

Hejmara şêniyên wê nêzîkî 150 hezar kesî ye û ji Kurd û Ereban pêk tên.

Nêzîkî 80 gundên wê hene. Nêvî ji gundan ên Ereban in û nêvî û jî yên Kurdan in.

7 gundên nahiyeyê di çarçoveya guhertina demografiyê de bi nahiyeya Rabîayê ve hatine girêdan.

NA

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *