ZİMAN, KAXİZA TURNÛSOLÊ YA NÎYET Û PRATÎKA ALÎYAN E!

Cano AMEDÎ

Pêvajoya em tê re derbas dibin pêvajoyek girîng û hestîyar e; ji bo milletê Kurd, ji bo berjewendîyên netewî, ji bo pêşketin û hêzbûna hişmendîya netewî pêwîstîya me bi zimanekî çêkir û avakir heye. Zimanê çêkir û avakir derî li diyalog û hevdû famkirinê vedike. Lê belê zimanê jahrî, zimanê şerî an zimanê reşkirinê, her tim têkilî û dîyalogan dijehrîne, dirizîne û rê li ber şikestinên mezin vedike. Di nav taxên Kurdî de bikaranîna zimanê jahrî proje û plansazîya sîyaseta dagirkerîyê ye.

Ji ber vê yekê, em dibêjin: di warê samîmîyet, durustbûn û daxwazên ji dilî de nîşana herî mezin zimanê medyaya alîyan e! Ev ziman weke kaxiza turnûsolê ye, reng û karekterên alîyan, kodên sîyaseta alîyan derdixe holê. Zimanê alîyan, kaxiza turnûsola nîyet û pratîka alîyan e! Dîvê em girîngîyek mezin bidin ziman ku derîyê dîyalogê li hev negirin!

Şert û mercên îroyin, li ser hemû alîyan pêwîstîya bi dawînîna şerê medyayê û zimanê provokatîf ferz dike. Em baş dizanin ku zimanê reşkirinê, propaganda û hewldanên manîpulasyonê weke sektorekî berjewendîyê kesayetî derdixe holê. Gelek kes û derdor, li gorî berjewendîyên xwe ji wî zimanê jahrî sûd digirin. Kesayet û berjewendîyên xwe li ser qada şerê medyayê didomînin.

Rola zimanê medyayê gelekî pêwîst e; divê hemû alîyên Kurdistanî, di vê mijarê de hesas bin û rê nedin ku şagirtên Doğu Perinçek û Yalçın Küçük bibin desthilatdar.

Pêwîst e, hemû alîyên sîyasî, berjewendîyên partîperestî û hesabê grûbtîyê deynin alîyekî û li ser bingeha berjewendiyên netewî tevbigerin!

Divê hemû alî ne tenê îro, lê di hemû deman de bi hestên hestiyarî, bi hişmendîya netewî, bi berpirsîyarîya dîrokî, bi aqil û karekterê Kurdî tevbigerin!

Îro rewşa li rojavayê Kurdîstanê bandora xwe nîşan dide û ev rûdanên diqewimin pêngavek nû derxistîye holê. Ev pêngava hanê ne tenê ji bo beşekî Kurdistanê, ji bo çar perçeyên Kurdistanê rewşek nû, xwendinek nû derxistîye holê; divê alîyên Kurdistanê vê rastîyê li ber çav bigirin û bala raya giştî bikşînin ser hişmendîya netewî. Divê em bikaribin bi hevre sînerjîyek netewî ava bikin û daxwazên milî weke daxwazên sereke bixin rojevê! Ev helwesta hanê, ji bo me hemûyan erkê netewî ye; pêwîst e em vê erkê zûtirîn dem bicîh bînin!

Divê baş bê zanîn ku ev pêngava ku em tê re derbas dibin rîsk û fersend derxistîye pêşîya me. Em mecbûrin berjewendîyên hîzbî, kesayetî û nexweşîyên “ezîtîyê” deynin alîyekî û bi aqilekî hevbeş, bi stratejîyek milî nexşerêya têkoşîna xwe bi raya giştî re parve bikin.

Divê em bi hevre paradigma azadîya Kurdistanê pêşkêşî milletê Kurdistanê bikin. Ev ji bo me hemûyan erkê netewî ye. Bi cîhanîna erkê netewî, têkoşîna li dijî dagirkeran, bi temen û beşekî civatê ve negirêdayî ye. Ji ber wê yekê em dibêjin niştimanperwerî, welatparêzî û li doza xwe xwedî derketin erkê her Kurdên dilsozin! 15.01.2025 Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *