PKKê dev ji çek berde diqede û nikare berjewendiya dewletên dagirker bimeşîne

İbrahîm GUÇLU

Rastî, bûyereke objektîf e û bi destan tê girtin û ji bona herkesî hemanreng e û li ciyêrastiyê, guhertina rastiye mikun nîne. Bes manîpulator hewil didin ku rastiyê gor berjewendiya xwe biguherînin. Siyasetvan jî li Tirkiyeyê li ser rastiyan bîrûreyên çê nakin, li ser derewan û ne rastiyan bîrûreyên xwe çê dikin; siyasetê bi vê tewra nexweş dimeşînin. Ji aliyê din de kesên riyakâr guhertina rastiyê li berjewendiya xwe û taqim û grûba xwe dinbîne. Ji aliyê din de jî nezanî jî di rastiyê guhertin dike. Nebûna azadî û xweîfadekirina fikir jî dibe sedem ku mirov trastiyê bi bi rengekî din nîşan bide.

Di vê qonaxê de di şertên hilbijartina serokkomarî û mebûsan de gelek rastî berevajî tên kirin. Bi taybetî jî di derbarê PKKê de manîpulasyonek, derewên gelek mezin û rastî veşartin di rojevê de ye. Gelek partî û siyasetvanên Tirk ji bona ku dengê PKK/HDP/Yeni Sol Partiyê bigrin vê berevajiyê dikin. Piştgir û hevalên PKK/HDP/Yenî Solê jî, ji bona berjewendiya xwe ya rojane, di berevajanîkirina mijara PKKê de gelek xîretkêş in.

Bi taybetî jî dev di çekberdane PKKê de ev xîretkêşiya gelek zêde ye.Mirov dinêre Sezgîn Tanrikuluyê CHPê û xulamê Qendîlê – Ocalan Selahaddîn Demîrtaş ji bejna xwe zêde îdia pêşve diajon û dibêjin ku “emê dev ji çekberdana PKKê serkeftı bin.”

Dema ku tu rastiya PKKê nas nekî û an jî di rastiua PKKê de riyakar û berjewemdîparêz bî, tu dikarî vê yekê bibêjî.

Loma divê em pêşî PKKê nas bikin. Dîsa divê em nas bikin ku PKKê çima bê çek nabe.

PiRastiyeke gelek tehl û aşkere heye ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971-an kurdan bi awayekî plural û ne yasayî partî û rêxistin ava kirin. Dewleta Kemalîst ya Tirk ji bona ku dîsa li ser kurdan û Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bandor û kontrol pêk bîne, tasfiye bike, stratejiyeke nû pejirand. Biryar da ku di nav Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de rêxistina xwe ava bike. PKK, encama wê stratejiyê ava bû û ket nav Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê.

Dewletê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê bi destên qedroyên kurd yên dîrokî ava bibûn, PKK bi destê kesên biyanî yên Tirk û krîmînal ava kir. PKKê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê bên tasfiye kirin vatiniya xwe bi kûştina kurdan û kurdperweran û tasfiye kirina rêxistinên Kurdistanê û amadekirina Darbeya Leşkerı ya 12ê Îlona 1980yî gelek baş pêk anî.

PKKê pişt re jî ev mîsyona xwe li beşên din yên Kurdistanê pêk anî.

PKKê nûha li her çar beşên Kurdistanê jî, ji bona şerê wekaletê û berjewendiya Dewletên Kolonyalîst vatiniyek û stratejiyeke dualî pêk tîne. Armanca wê ya esasî tasfiyekirin û ji holêrakirina rêxistin û partiyên Kurdistanê ne. Heger dît ku derfet tune ye ku rêxistin û partiyeke Kurdistanê tasfiye bike û jiholêrake, wê demê dixwaze ku wê partiyê/partiyan ji bona xwe bike ûydû û duvik û xizmetrkar; wê rêxistin û partiyê dixe bin bandora xwe, wê bêdeng dike.

Lê ji bona ku kurdperwerên serbixwe yên ji PKKê re mixalîf in çi di hûndirê PKKê de be û him jî derveyî PKKê be, bi kûştinê tasfiye dike. Encama ev siyaset û stratejiya PKKê bi dehhezaran kurd û kurdperwer li hemû beşên Kurdistanê hatin kûştin. Li Başûrê Kurdistanê 3500 pêşmergeyên qehreman kûşt. Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kurd kuşt û an jî da kûştin. Li Bakurê Kurdistanê kûjerê bi deh hezaran kurdperweran e. Li Rojhelatê Kurdistanê bû sedem ku bi sedan kes bên îdam kirin û bên kuştin.

Dema ku Dewleta Tirk bi ev mîsyon û armancan da ber PKKê, baş dixzanî ku PKKê bi rêya siyasi van armancan nikare pêk bîne. Loma jî PKKê çekdar kir. PKKê bi çekên xwe li hemberî kurdan û kurdperweran da şer kirin.

Dema ku PKKê di hemandem de bû projeya Dewleta Sûriyeyê û Iraqê û Iranê jî bi heman armanca hat wezîfedar kirin. Loma wan dewletan jî, ji bona berjewendiya xwe PKKê çekdar organîze kirin û alîkarî kirin. Lewra wan jî dizanî ku PKKê bi rêya siyasî nikare zora kurdan û Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û Rêxistin-Partiyên Kurdistanê bibe.

Loma çek û çekdarî û terör û şidet û qetilkirin, hebûn û nebûna PKKê ye.
Dema çek nebe, PKKê nabe.
Dema çek nebe PKKê nikare berjewendiya dewletên dagirker û kolonyalîst bimeşîne.
PKKê nikare şerên wekaletê bimeşîne.
PKKê nikare ji bona tunekirina kurdan xebat bike û şer bike.
PKKê nikare bi deh hezaran kurdan bikûje.
PKKê nikare siyaseta dewletên dagirker û kolonyalîst cî bi cî bike.

Projeya dewletê PKKê, di hemandemê de elîtekek krîmînal û milîter ava kir. Di vê elîtê de ruhekî faşîst û otorîter û hegemonîk û mirovkujî çêkir.

Ev elîta bes dikare bi çek û bi terorê û kuştinê xwe biparêze. Dema ku çek ji destê wan bê girtin ev elîta xwediyê qiymetekê nabe. Loma jî dê çekdariya xwe biparêzin û dê îzin nedin ku kes çekan ji destê wan bigre.

Loma jî divê tu kes xeyal neke ku PKKê dê dev ji çek berde.

Farz-i mehal nabe lê em qebûl bikin ku berpirsiyariya PKKê dixwazin dev ji çek berdin. Lê dewletên PKKê di şerê wekaletê de bir kar tînin û taşeroniyê bi wan dikin, îzin nadın wan.

Diyarbekîr, 21. 04. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *