YUSUF BAYRAM (SOFÎ)

Lawê gelê Kurd, şervanê mezin, merivê mêrxas û qahremanê bêmirin Hevalê Sofî di 21.03.1987 roja Newrozê şehîd ket.

Hevalê Yusuf BAYRAM, di nava rêxistinê û li herema xwe bi navê “SOFΔ dihat naskirin. SOFÎ, di 1950 li gundê Mirzê yê girêdayî navça Xisxêr girêdayî bajarê Sêrtê ji dayik bû. Hîn di ciwanîya wî de, mala wî dîsa vegerîya warê xwe yê asasî gundê Gundikê bi Şirnexê ve girêdayî. Di dawîn de jî li mezrak bi Gundikê ve girêdayî dijîya.

Heger gotin di cîh de be, ew ji çêbûna xwe de welatperwer bû. Hîn ji biçûkîya temenê xwe de beşdarî nav refê welatperweran bû. Welatperwerekî ku jîyana xwe fedayî gelê xwe û tekoşîna doza rizgarkirina wî ya netewî kiribû. Bi „Sofîtî“ girêdayî doza gelê xwe bû. Ji 1977`an de xetên sînoran ji xwe re kiribû war, welatperwerekî bi çeka re zewicandîbû! Hemû taybetîyên gundîyên Kurdistanê yên xizan, wek serhildêr, berxwedêr, serî natewîne û şoreşgêr lê pêde dibû.

Wî, perçebûna Kurdistan, sînorên çêkirî ku ji alî dijmin ve bi zorê hatibûn danîn, nas nedikir. Ji bo wî di navbêna Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de tu ferqî tunebû. Ji bo wî Kurdistanek û yek neteweya Kurd hebû. Loma ew li hemû cîyê pêwîst, yê Kurdistanê bû. Ew, li hember mêtinkarên Tirk, Ereb, Faris û hevkarên wan yên xayin û noker li Kurdistanê, bi kîn û nefretek netewî ya kûr tije bû.

Di refên tevgera netewî ya Başûrê Kurdistan de pêşmergetî kir; ew palpiştekî mezin yê piştçeperê vê tevgerê bû. Li çîyayên ji Sûrîye hetanî Başûrê Kurdistanê dirêj dibe, ji bo karê veguhestina Pêşmerge, sîleh, alavên lojîstîk di pêşî de ew hebû. Ew kadirekî di vê qadê de rolekî sereke dilîst. Herêm pir baş nasdikir û rêberekî gelekî baş bû.

Di sala 1977 de, li nêz sînor, ji alî leşkerên Tirk bi grûbek pêşmerge re hat girtin. Wek pêşmergeyekî girêdayî Şoreşa Başûrê Kurdistan birin Ankara`yê. Li wir tevlî hevalên xwe yê pêşmerge, di lêpirsînên giran û dûvdirêj re derbas kirin, piştî hevskirina 8 heyvan serbest hat berdan.

Di bihara 1978`an de, li Hedrîş`ê şerê destanewî ku bi leşkerê Tirk re hat kirin, yê Hevalê me Silêman ONCU tê de şehîd bû ew jî hebû.

Dema mêtinkarîya Baas ya Iraq 1979 bi çekên giran êrîşî wargehên Qîyada Muweqet (PDKI/QM) li Başûrê Kurdistan kir, ew jî li wir bû û di vê êrîşê de birîn bû. Tevlî birîndarîya xwe wî, çek û cebilxane digîhand pêşmergeyan. Di nava salên 1979-1980 de, dema ku ji bo Qîyada Muweqet çek û malzeme dibir, li heremê gelek caran bi leşkerê Tirk re ket şerên giran. Di wan êrîşên giran ku leşkerên Tirk helîkopter jî bi kartanî de, her carê wî bi qahremanî şer kir, ji bo heval û malzemeyên xwe xelas bike, hemû wezîfeyên bi tahlûke dikir para xwe.  

Ew pêşengekî gundî yê mêrxas bû. Li heremên Culemêrg, Sêrt û Mêrdînê çeka wî li mil, ji bo pêşdexistina gundîyan xebatek çalak meşand. Tevlî ku ew û mala xwe, di bin mercên giran yên aborî de bû û nikarîbû debara xwe bike, ji kar û xebata welatperwerî wî tu carî xwe bi şûnde neda. Piştî Cûnta faşîst ya 12 Îlon 1980, hêzên dewleta Tirk li wî jî gerîyan. Lê ew, heta roja ku şehîd bû, çeka wî li mil, li çîyayên Kurdistanê digerîya.

Wî di asasê xwe de, serxwebûn û yekîtîya çar perçê Kurdistan û rizgarîya gelê Kurd di şerê gel yê domdirêj yê çekdarî de didît. Wî, xwe ji vêya re amade kiribû û di bîryardarîya ku bibe yek ji pêşengên vî şerî. Di vê rê de, bi biryar û bawerî meşîya; heta fîşeka xwe ya dawî û dilopa xwîna xwe ya dawî, bi vê doza mezin girêdayî ma.

Hevalê SOFÎ, ne tenê bûbû armanca neyartîya hêzên mêtinkar. Ew bûbû kelemê çavê hin hêzên din jî. PKK`yîyên ku wî ji xwe re wek astengekê didîtin, ji bo wî bikujin biryar derxistibûn.

Hevalê SOFÎ, di Newroz`a 1987 de li bejaya Şirnex`ê (Kanîyaraza), piştî du roj û du şevan bi mêrxasî bi leşkerê Tirk re ket şerekî giran şehîd ket. Di vî şerî de du leşkerê Tirk hat kuştin û gelek leşker jî birîndar bû. Organên weşan û çapemenîya Tirk jî vî şera dîyar kirin û digotin: “Terorîstê ku hatîye kuştin Yusuf Bayram PKK`yî ye. …” Di vî şerî de, li hember leşkerê dijmin, heta fîşeka dawî û dilopa xwîna xwe ya dawî bi mêrxasî şerkirina wî, li nava gelê heremê wek destanekî qahremanî belav bû. Dema fîşekên wî qedîya, ew jî birîndar bû. Bomba di dest xwe de, ji bo derbek dawîn li dijminê xwe bide veşartibû. Ji bo nekeve dest dijminê xwe, alavên xwe yên kesane (dûrbîn, radyo wd.) binax kiribû. Ji bo ku bi saxî nekeve destê dijminê xwe û bi xwe re çend leşkerê dijmin yên din jî bikuje, bi bomba desta ya ku pîmê wê kişandî, sekinî ku dujmin were ser wî. Lê neyar ji mirîyê vî şervanê mêrxas jî ditirsîya; berîya ku biçin ser, ji navbênek nêzîk de, bi giranî lê reşandin. Bi teqîna bombeya ku di destê wî de, bêhna xwe ya dawîn da.

Gelê Kurd, ji bo ku şervanekî mezin yê mîna SOFÎ afirandîye, çendîn bipesine mafdar e. Cîyê şervanên mezin û welatperwerên hêja yê mîna wî bi hêsanî nayê dagirtin. Gelê Kurd di tekoşîna xwe de, wî dide jîyandin û wê herdem bide jîyandin!

Hevalê Sofî rojek ji roja Nawroza pîroz hat şehîdkirin!

Gora can fîdayê Netewa Kurd  bihişt be! Em wek rêhevalên Sofî, li ber şehadet û berxwedana wî ya bêhempa bejna xwe ditewînin!  

Ew dê her di dilê me de bijî!

NEWROZA TE PÎROZ BE, ŞEHÎDÊ NETEWİ!…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *