Xwendekarên beşa Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê çalakiya hevnasînê li dar xist û xwendekaran eşkere kir ku ew dê zimanê Kurdî biparêzin.
Armanca bernameya hevnasîna xwendekarên Kurdî û piştgiriya xwendekaran a ji bo beşê ye.
Çend dengbêjên Mala Dengbêjan a Amedê, mamosteyên beşê û xwendekar tevlî çalakiyê bûn.
Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî îsal vebû û 27 xwendekaran dest bi xwendina beşê kir.
Yekem xwendekarên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî yên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê şahiya hevnasînê li dar xist û vebûna beşa lîsansa Kurdî pîroz kir.
Di bernameya hevnasînê de dengbêjên wekî Feleknas, Îbrahîmê Pîrikî û Sidîq bi kilam û stranan bixêrhatina xwendekarên beşê kir û bi xwendekaran re stran.
“Zimanê me pir dewlemend e”
Xwendekara beşa Ziman û Edebiyata Kurdî Faîke Işikê li ser armancên xwendina xwe got:
“Ez dixwazim vî zimanî nedim jibîrkirin. Ji bo wê min ev beş hilbijart. Ez pir bi kêfxweşî hatim vê beşê.
Ez dixwazim zimanê xwe ti carî nedim jibîrkirin. Zimanê me pir dewlemend e.
Kes êdî zimên nizane û her kes asîmîle bûye.”
Xwendekarê bi navê Emîrxan Ardalan jî bangî Kurdan kir ku bi Kurdî biaxivin û ji Kurdî dûr nekevin.
Li Zanîngeha Dîcleyê berê bi tenê beşên wekî master û doktoraya Kurdî hebûn.
Bi hewla mamosteyên Kurdolojiyê beşa lîsansa Kurdî îsal vebû û cara ewil 27 xwendekaran di wê beşê de dest bi xwendinê kir.
“Em dixwazin hejmara mamosteyan zêde be”
Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Tahirxan Aydin jî anî ziman:
“Pûanên Dîcleyê ji yên hemû beşên zanîngehên din bilindtir e.
Hêviya me ew e ku hejmara mamosteyên me zêde bibe.
Kêmasiyên me hene lê hêdî hêdî em dê hejmara mamosteyên xwe temam bikin.
Dersên me vala derbas nabin. Mamosteyên ku dikevin dersên me pisporên qadê ne.”
Serokê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî Doç. Dr. Osman Aslanoglu jî da zanîn:
“Hedefa me ew e ku di Dîcleyê de hem bi xwendina xwe, hem bi kalîteya xwe beşa Kurdî bi pêş bikeve.
Bi mamosteyên xwe bi pêş bikeve û em bibin wesîle û perwerdeyeke xweş em bidin zarokan.”
Bernameya hevnasînê bi hevkarî û piştgiriya Weqfa Stêrka Bakur, Weşanxaneya Pallê û Klupa Xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Dîcleyê bi armanca piştgiriya xwendekaran hat lidarxistin.
Her wiha yek ji armancên vê bernameyê jî ew e ku merasîm her sal were lidarxistin.
Abdulselam Akinci
Rûdaw