XWELÎ LI SERÊ WAN BE

Lokman Polat

Di nav xelkê de gotinek heye, dibêjin ”Xwelî li serî be” yan jî ”xwelî li serê wan be.” Ev gotin ji bo kesên nebaş, yên ku bi kêrî tiştekî nayên û ji tiştekî re nabin, karekî baş nakin û kesên tewş re tê gotin. Mirov dikare vê gotina gelêrî ji bo dewlemendên kokkurd ku dijminê eslê xwe ne bibêje. (Helbet hinek dewlemendên baş û welatparêz hene, gotina min ji wan re nîn e. Lê wek tê zanîn îstîsna qaîdeyan xerab nakin.)

Medya nîjadperest, şoven û faşîst a tirk ji bo milîtarîzmê, ordiya kemalîst a dagirker hîn bêtir xurt bike, li ser navê ”Terorle mucadele kahramanlarina destek kampanyasi – Kampanya alîkariya lehengên li dij terorê têdikoşin” Lê hûn vê weke kampanya lehengên ku li dij kurdan şer dikin bizanibin. Bi vê kampanyê ”Vakfa mehmetcik” re an ku ji ordiya dagirker re alîkarî dicivînin. Televizyona bi navê ”Haber Turk” serkêşiya vê kampanyayê dikşîne û lîsteya kesên ku alîkarî dane artêşê/ordiyê weşand. Di nav lîsteya alîkariyê de gelek kesên kokkurd ku têne nas kirin hene û ji wan her yek bi hindikayî sed milyon tl – dane artêşa/ordiya milîtarîst û hov.

Perê ku ji bo ordiyê tê civandin, li hemberî gelê kurd tê bikar anîn. Generalên hov, bi wan peran hîn pirtir çek û sîlah distînin û hîn pirtir kurdan dikujin. Kesên dewlemend ku bi peran alîkariya ordiyê dikin, dewlemendên bêesl û fesl in, pozneşewitî ne, bêşexsiyet in, durû ne, xaînê gel û welatê xwe ne, dijminê netewa xwe ne.

Bi pereyên wan kurd têne kuştin. Di nav wan kurdên ku têne kuştin de mirovên wan, hemşeriyên wan, gundiyên wan, pismamên wan, kesên ji eşîra wan, ji malbata wan, bi kurtahî ji miletê wan însan hene û bi perê wan têne kuştin.

Li cîhanê bi qasê bêşexsiyetiya dewlemendên kurd dewlemendên tu welatî tunin. Dewlemendên xelkên cîhanê li miletê xwe, li welatê xwe, li dewlemendiya ser erd û bin erdê welatê xwe, li bazara xwe ya bazirganiyê xwedî derketine. Lê dewlemendên kurdan, li hêjayî û hebûnên welatê xwe xwedî derneketine. Ew bûne kompradorên hevkarên dagirkeriyê.

Li bakurê Kurdistanê çîneka millî – netewî – pêk nehat. Komprador burjuvazî pêk hat. Çîna ku bi dagirkeran re hevkarî kir û bakurê Kurdistanê kire bazara malên dagirkeran anku çîneka bazirganî ya şirîkên dagirkeran, çîneka hevkarên dewleta dagirker ku ji dewletê re xulamî û sîxurî dike anku çîna kompradoran pêk hat. Evana dijî doza netewa kurd in. Xaînê gel û welatê xwe ne. Xulam û şirîkê dewleta dagirker in. Bêşexsiyet û rûreş in.

Kesên dewlemend yên kokkurd ku gelekên wan xwedî  holdîng û şirketên mezin in, xwedî fabrîqeyan in, fabrîkator in, hinekên wan dengbêj in, stran dibêjin û hatina wan gelek e, ji ordiya hov a dagirker re dibine alîkar, lê ji gelê xwe re, ji şehîdên welatê xwe re, ji feqîr û fiqarayên bakurê Kurdistanê re nabine alîkar. Li doza netewa kurd û li zimanê kurdî xwedî dernakevin. Berjewendiyên xwe yên şexsî, li ser hemû tiştan digrin.

Yilmaz Erdogan heta ji ordiyê re alîkarî dike, bila ji feqîrên Çolemergê/Hekarîyê re alîkarî bike. Îbrahîm Tatlîses bila ji belengazên Rihayê re alîkarî bike. Fînans kapîtalîstên kokkurd, yên xwedî holdîngan bila li bakurê Kurdistanê fabrîqe û karxane vekin, bila weşana rojname û televizyonên kurdî amade bikin. Li temamê cîhanê ji bo ticaretê – bazirganiyê- be jî şirket, holdîng û kesên dewlemend kovar û rojname diweşînin, kanalên televizyonan vedikin. Çend kesên dewlemend yên kokkurd ku kanalên televizyonan vekirine, ew jî di xizmeta zimanê tirkî û tirkayetiyê de ne. Ev kanalên televizyonan ji bo doza netewa kurd tu xizmeteke pêk neanîne û naynin jî.

Loma jî bi qewlê gotina xelkê, xwelî li serê wan û dewlemendiya wan be. Ji tiştekî re nabin. Dijminê netewa xwe ne, kole û xulamê dagirkeran in.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *