Xemgînim ku, hinek kesên xwe weke „rewşenbîr û zanê“ Kurdî didine naskirin, di van rojên dawî de jî bi „peyva neqenc“* karkirin!

Ez eva bi dehên salan e,“gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin*“ di nav hemû xembarî û berhemên xwe de dinivîsînim û parvedikim. Min namên taybetî, yên li ser vê mijarê ji gelek kes û welatperwerên Kurd ra şandine û gotiye wan,“gava dost û hevalên min, vê peyva neqenc*, di nav nûçe-agahdariyên xwe de bi kartînin, ez gelekî xemgîn dibim.*“

Mixabin, min di nav van rojên dawîn de jî dît ku, hêjî hinek kesên xwe weke „rewşenbîr û zanê“ Kurdî didine naskirin naxwazin fêhm bikin an jî nizanin ku, „carnan tiştên pir piçûk jî dikanin rê û perspektîfa merivan biguherînin . Heta ew dijîtiya Êzdiyatiyê bikin, ew ê dîrok û civaka xwe jî baş tênegihên û zanyarîyên wan ê her tim ê kêm û natemam bin*“

Ez vêga dîsa jî dibêjim, „sedemên ku timî alozî û nakokî di nava neteweperestiya Kurd de peydabûne*“ ne tenê melayên ku, bi navê ”Dînê Îslamê” dipeyîvin û piştgiriya tûndrewayên DAIŞ’ê dikin in. Heta ku, „dost û hevalên Êzdiyan“ vê peyva neqenc“*, di nav nûçe-agahdariyên xwe de bi karbikin, dê alozî û nakokiyên di nava neteweperestiya Kurd û me Êzdiyan de berdewam bikin.

Ji bo zêdetir nêrîn û şîrovên li ser vê mijarê binêrin ;

https://www.facebook.com/notes/647696245936542/

Û https://www.facebook.com/profile/100006170713219/search/…

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *