SIRRA DI NAVA SEETÊ DE (SAATİN İÇİNDEKİ SIR) -4

Salih, bi awayekî objektîf lêpirsîn û vejinandina `serokatîya partîyê` dike. Dide zanîn ku `serokatîya partîyê` Apo û şehîdê partîyê ne! Loma Apo, dibe serokekî ku di ser her komîtê û herkesî re ye; kesayetek tu demê şaş nabe û bi efsûn e. Di rêvebirî û tekoşîna partîyê de çi rast û baş bê kirin, ‘‘serok‘‘ dike; lê çi şaşî bê kirin endamê partîyê dikin(!) ‘‘serok‘‘, xwedîyê desthilatek bêsînor e. Herkes bê qeyd û şert bi Apo ve girêdayîye. Di vî kirasî de ew, di ser partîyê, di ser milet, heta di ser mirovatîyê re digehîje ast ûhêza xwedayî, loma her gotina wî, fermanek ku divê herkes pêkbîne!

Nivîskar, behsa konferansên li hefsxanê dike. Di van konferansan de, beşê herî balkêş û girîng, rexnekirin, rexnegirtin û xwe rexnekirin e. Ji dêbla ku ev mekanîzma, ji bo dêgihîştîna kêmanî û şaşîyên xwe û hevalên xwe, guherandin û pêşdexistinê bêt bikaranîn, bûbû mekanîzmak ne tenê li qusûrê xwe bigere, xwe xerab û sûcdar rêbide û bûbû mekanîzma hevdu biçûkxistin, êrîşkirina kesayet û xîreta hev û xwendina nêtên hev, tenê alîyên neyênî. Wer xwanê bû ku her yek li hember hevalê xwe, diket kirasê serokê xwe û êrîşî îrade û şexsîyeta hevalê xwe dikir; tev bi hevre îrade, bawerî û kesayeta hevalên xwe yek bi yek dişikandin. Nivîskar dibê: ‘‘xwe rexnekirina me, bûbû mîna guneh derxistina `Hîndûyên ku xwe davên ava Ganjê`, guneh derxistina Mesîhîyên ku li sûcê xwe mikur tên û Muslumanên tobe dikin!‘‘

Nivîskar dibê: ez fêr bûbûm ku ‘‘serok‘‘ û partî, ji bo rizgarîya welat û milet pergal in, ne armanc in. Lê ji sonda me ya ku pêşî `girêdana bi ‘‘serok‘‘ û partîyê` jî tê famkirin, piştî bi salan ez ketim ferqa ku ji bo ‘‘serok‘‘ û partî bûne armanc, loma yekîtîya me çênabe! Ji bo sofîyekî terîqetê şêx, çawa Xwedê, Pêxember û axretê temsîl dike, ji bo mîlîtanê partîyê jî Ocalan partî, şehîd, gel, welat û îdeolojî temsîl dikir. Ji ber vê yekê jî Ocalan rexnekirin îxanet bû!

Nivîskar, behsa otorîta nav partîyê dike: merivên ji dervî ferman û dîsîpîlîna rêvebirîyê derkeve yan şaşîyên rêvebirîyê rexne bikin, ji bo wan têxe kontrolê çawa wan bera hev dide û bi kesayeta wan dilîze û bi taybetî mîna Ocalan, kadirên nuh ku hayê wan ji çerxa partîyê tune ye, desthilatîyê dide wan û çawa wek mîrkut wan li hember kadirên kevn bi kartîne. Mîna her dîktatorî û rejima yek mirovî, her  kes li gor raman, sîyaset û daxwaza ‘‘serok‘‘ ji niv de tê dîzayin kirin. ‘‘serok‘‘, ji bo kes nikaribe li dijî wî derkeve, di nava partîyê de sîyasetek komplo, fesadî û bi şik û guman dimeşîne.

Buroşurên ku bi talîmata Ocalan, bi kadirên partîyê hatîye nivîsandin û wî dipesinîne û derdixe qatê Xwedê û melekan û dûvre hatine kuştin, li hefisxanan bi hemû endam û terefdaran didin ezberkirin. Vî karê mejî şuştinê û şelafîya dîktatorîyê jî ji bo bidin bawerkirin bi giranî, bi kesên zane û jêhatî didan kirin. Kesên ji dezgehê ‘‘serok‘‘ derketibûn, herkes fêrdikir ku ‘‘serok‘‘ `her tiştî  zane û di ser hertiştî re ye; lê em tu tiştî nizanin û ne tiştek in.` ‘‘Serok‘‘ `pêşeng e, partî ye, nûnerê şehîdan e, gel e, welat e, heta hemû mirovahî ye! Loma her gotina wî, ayet e; her fermana wî, misoger e!`

Nivîskar sîstema pkk ya otorîter û totalîter pir baş famkirîye. Ji bo ku bi hiş e û zana ye, wî jî dikin berpirsîyarê perwerdeyê. Helbet tu bibe berpirsîyarê çi ferq nake. Her berpirsîyarî, esareta bê îtîraz pêkanîna ferman û daxwazên serok Apo ye. Çi raman yan wezîfeya ne rast bide ber te, divê tu bê şik, bê bertek û lêpirsîn pêkbîne, gava te pêk anî jî ji xwe tu şaşîyê û sûç dike. Sûcê te çiqas giran bibe, tu ewqas bi ‘‘serok‘‘ ve tê gêrêdan û bêtir bi nav sûc de diçe xwar. Tu li ku li dij kirina sûc derê jî ew sûc li hember te tê xebitandin û tu pê tê cezakirin. Ji bo rêvebirên qaşo yên merkezî jî ev rewş bi vê şêweyê hatîye meşandin. Tev bi fermana ‘‘serok‘‘ sûcên mezin kirine û dûvre ‘‘serok‘‘, sûcê wan di nav endamên partîyê daye îtîrafkirin û bi mahkeme û dozgerê xwe yên ‘‘sûcdar‘‘ cezayê îdamê dane wan û piştre, bi şertê ku wê bê qeyd û şert emrê ‘‘serok‘‘ bînin cîh, ‘‘serok‘‘ wan efû kirîye.

Gelek kesên ku heta niha ji partîyên qetîyane jî bê deng û his her yek xwe kişandîye qalikê xwe û di derbarê Ocalan û patîyê de tu daxuyanîyê nadin. Sebeb jî pirê wan, ji ber ku bi fermana partîyê/Ocalan sûcên mezin kirine. Ji hesab pirsîn û cezakirina partîyê, ya dewletê, ya wan malbatên ku jîyana zarokên xwe wenda kirine ditirsin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *